Rojava li dijî komployê herikî qadan

Duşem 16 Sibat 2026 - 03:50

Di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de li 10 bajarên Rojavayê Kurdistanê bi hevdemî meş hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kes daketin qadan û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Rojavayê Kurdistanê di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an de ku li hemberî Rêber Apo hate kirin, bûye qada çalakiyên bîranîn û şermezarkirinê. Li bajarên cuda yên Rojavayên Kurdistanê bi pêşengiya saziyên civakî yên sivîl, rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan û înîsiyatîfa gel meş û mîtîngên girseyî hatin lidarxistin. Gelên herêmê bi dirûşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd" herikîn qadan û komployê şermezar kirin. Di serî de Qamişlo li Kobanê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Amûdê bi beşdariya bi deh hezaran kesî meş hatin lidarxistin.

Di meşan de wêneyên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" "Em komploya navneteweyî şermezar dikin" "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di 27’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya ku li dijî Rêber Apo pêk hatî, bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Bi hezaran şêniyên wargeha Mexmûrê li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin. Gel di meşê de bênavber dirûşmeya, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” berz kir. Gelê wargehê bi alên KCK’ê, wêneyên Rêber Apo meşa xwe heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand. Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya wargehê bidawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.