Nikarin Rêber APO ji gelê Kurd qut bikin
Duşem 16 Sibat 2026 - 03:52

Li seranserî Ewrûpayê û welatên Skandînavyayê bi çalakiyên bi heybet komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate rûreşkirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO hate kirin. Di çalakiyan de hate gotin, ti carî Rêber APO ji gelê Kurd nikare were qutkirin.
BARSELONA
Li paytexta Katalonya Barcelonayê li dijî êrîşên li ser Rojava û komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hatibû çalakiyek şermezarkirinê hate lidar xistin. Ji aliyê saziya Kurdên Barcelona Berfin, komîteyên enternasiyonalistan yên Defend Rojava û Women Defend Rojava ve meşek hate lidarxistin. Di heman dema de tekiliya komploya li hembere Rêber Apo û komploya li hember Xweseriya demokratik li Rojava anîn ziman.
VIYANA
Li paytexta Awusturya Viyanayê li dijî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hat, çalakiya şermazerkirinê hat lidar xistin. alakî li ber Parlamentoyê dest pê kir û li ber Konsolosxaneya DYA'yê bi dawî bû. Di daxuyaniyên hatin dayîn de, tecrîda li ser Rêber Apo hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku azadiya gelê Kurd tenê bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Meş piştî daxuyaniya li ber Konsolosxaneya DYA’yê bi dawî bû.
NANTES
Kurd û dostên wan ên ji Nantes, Rennes, Lorient û Vannesê ên Fransayê hatin û di saetên nîvroyê de li Qada Commerce kom bûn, bi tevlîbûna sedan kesan meşekî li dar xistin. Di dawiya meşê de li pêşiya Préfecture daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Berdevka Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gel a Nantesê Ezo Semsur diyar kir ku tê xwestin ku naskirina bi fermî ya destkeftiyên li Rojava, were astengkirin û banga naskirina mafê çarenûsê ya gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û statuya siyasî ya Rojava hat kirin.
MARSÎLYA
Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku li hemberî Rêber Apo hat kirin li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi meş û mîtîngek girseyî hat protestokirin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan di saetên nîvro de ji Marsîlya, Draguignan, Marignane û Montpellierê hatin, li Qada La Canebière kom bûn. Di çalakiyê de dewletên navneteweyî yên ku di 15’ê Sibata 1999’an li Kenyayê Rêber Apo korsanwarî girtin û radestî Tirkiyeyê kirin, hatin protestokirin. Di meşê de şêniyên herêmê bi lêdana çepikan piştgiriya xwe nîşan dan.
MILANO
Li bajarê Milano yê Îtalyayê, bi sedan kesên ku bi banga Tora Piştevaniya Kurdistan û Komaleya Konfederasyona Demokratîk a Kurdistanê ya Milanoyê û Tora Piştevaniya Kurdistan li Qada Kastello li hev civiyan, komployê şermezarkirin û azadiya Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî xwest.
BERLÎN
Li paytexta Elmanyayê Berlînê, gelê Kurd û dostên wan di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, meşek li dar xist. Daxwazên ku di çalakiyê de derketin pêş wisa ne:Wek şertê sereke yê pêvajoyeke aştiyê ya cidî; Azadî ji bo Rêber Apo. Naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de. Siyasetek ku li şûna şer, kêmkirina rageşiyê, mafên mirovan û muzakereyê bingeh digire.
HAMBURG
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê bi dirûşma “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd a Hamburgê (MCDK) û Meclîsa Jinê ya Rojbîn li Sternschanze Bahnhofê dest pê kir, li ber Konsolosxaneya Tirk a li taxa Dammtorê bi dawî bû. Di meşê de ku bi piştgiriya girseyî ya FED-DEM’ê pêk hat, MCDK, Meclîsa Jinê ya Rojbîn, TCŞ, enternasyonalîstên Elman û Kurdistanî beşdar bûn.
OSLO
Li paytexta Norwêçê Osloyê meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd hat lidarxistin. Di çalakiyê de salvegera 27’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin. Di dema meşê de bi caran siloganên “Bijî Serok Apo”, “Gelê Kurd Yek e”, “Yaşasın Rojava ve Rojhilat direnişi” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Di meşê de daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî hat xwendin.
ROMA
Li paytexta Îtalyayê Romayê, salvegera dîlgirtina Rêber APO û êrîşên navdewletî yên li ser Rojava hatin protestokirin. Meş bi pêşengiya komeleya Kurd Ararat û Buroya Agahdarkirina Kurdistanê hat lidarxistin. Partiyên çep ên Îtalyayê, saziyên mafên mirovan, aktîvîst û nûnerên sendîkaya Cobas jî piştgirî dan çalakiyê. Meş li Piazza Indipenza dest pê kir û li Piazza Barberini bi axaftinan bi dawî bû.
KOPENHAG
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Danîmarka Kopenhaagê meşiyan, daxwaza azadiya Rêber Apo û naskirina statuya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê kirin. Girseyê ku ji vir heta Rådhuspladsen (Qada Şaredariyê) meşiyan. Di axaftinan de, hate diyarkirin ku Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê de aktorekî polîtîk ê bingehîn e û hate destnîşankirin ku divê tavile were berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN











