Entegrasyona demokratîk çi ye ?

Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:40

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku pirsgirêka Kurdan çareser bibe, komareke demokratîk ava bibe bi fikir û ramanên xwe, bi têgeh û modelên nû di nav hewldaneke bêhempa de ye. Yek ji rêbaza çareseriyê ku pêşkêş dike jî ‘entegrasyona demokratîk’ e.

Têgeha “entegrasyonê” bi gelemperî behsa beşdarbûna civateke an kesekî-ê di pergaleke heyî de dike. Di bingeha wê de ahengeke civakî, ji cudahiyên hev re rêzgirtin, hevdu qebûlkirin û  fikra bi hev re jiyînê heye. Ev têgeh ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve wekî rêya çareseriyê ya bingehîn di dema pêvajoya aştiyê de hatiye destnîşankirin û wekî modelekê tê nîqaşkirin ku armanc dike nasnameyên cihêreng, bi taybetî Kurd, di nav avahiya netewedewletê de li ser bingeha wekhevî û xwebûnê entegre bike.

Li gorî pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, entegrasyona demokratîk tê wateya yekbûna civakeke demokratîk a bi dewletekê re. Ev tê vê wateyê ku li şûna civakek xwe wekî dewleteke cuda birêxistin bike û bi dewleteke din ve girêdayî be, civak wekî civakeke demokratîk tevlî komara demokratîk dibe.

1-Entegrasyona demokratîk wekheviyê dihewîne û bi rêya muzakereya demokratîk pêkan e. Muzakereya demokratîk yekbûna civaka demokratîk û dewleta neteweyî misoger dike.

2-Entegrasyona demokratîk dijberî asîmilasyonê ye. Têgeha entegrasyona demokratîk ahengeke li gor vîna civakan, pêkve jiyaneke ku gelê Kurd bi çand, ziman, nasname û baweriyên xwe bijî û van nirxên xwe biparêze esas digre.

3-Entegrasyona Demokratîk ew formula çareseriyê ye ku Kurd bêyî dewleteke neteweyî avabikin, bi deweletên di nav sinorên wan de dijîn re li ser rêgezên wekhevî û demokrasiyê li hev bikin û hevdu qebûl bikin.

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di nirxandinên xwe de şertû mercên entegrasyonê lêpirsîn dike û di derheqê entegrasyona demokratîk de wiha dibêje: “Siyaseta demokratîk di komareke demokratîk de pêkan e. Ger komar demokratîk nebe entegrasyon pêk nayê, entegrasyon bi komara faşîst re çênabe. Ji ber vê yekê, hevwateya siyaseta demokratîk Komara Demokratîk e û entegrasyon pê re tê çêkirin. Gelo entegrasyon bi rastî mimkun e. Gelo desthilatdarî ji entegrasyonê re amade ye, şert û mercên vê hene?”

Bêguman ji bo ku entegrasyon pêk were ewilî pêwîstî bi guhertina hişmendiya dewleta tirk û civaka tirk (bêguman qesta me ne hemû civak e)  ya ku bi sed salan e gelê Kurd înkar dike, tune dihesibîne û hewl dide hemû nirxên gele Kurd asîmile bike heye.

Divê dewleta Tirk, gelê Kurd û hemû etnîsîte, ol û baweriyên cuda ji bo hebûna netewedewletê wek tahlûke û tehdît nebine; wek dewlemendiyeke civakî bibine û bigre dest.

Divê dewlet daxwazên gelê Kurd ên bi çand û zimanê xwe, bi nasnameya xwe bi awayekî azad jiyana xwe ava bike qebûl bike. Hişmendiya ku di pêşiya van daxwazan de asteng e biguhere û li dij van mafên bingehîn yên însanî hestiyar be.

Divê dewlet dev ji manîpulekirina civaka Tirkiyeyê, fikir û hestên ku gelê Kurd terorîze dike, wî paşverû, bêçand û bêziman nîşan dide berde.

Divê dewlet ji vî şerê ku 50 sal in didome û him ji bo gele Kurd, him ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bûye sedema berdêlên giran, him jî ji mînakên dinyayê ders derxe û bi ferasete baqil tevbigere.

Bi vî awayî pêkan ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi serbikeve, xwişk û biratiya gele Tirk û Kurd pêk were.

AW/WAN/ONDER AKBÛLÛT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.