PKK’ê îradeyek mezin raber kir

Şemî 8 Mijdar 2025 - 03:50

Piştgiriya civaka navneteweyî ya ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi pêşengiya Rêber Apo hat destpêkirin, didomin. Wekîlê Partiya Sosyalîst a Swîsreyê li Parlamenta Federal û Endamê Komîsyona Karên Derve Fabian Molina, têkildarê pêvajoyê ji ANF’ê re axivî. Fabian Molina, diyar kir ku biryara Tevgera Azadiya Kurd a vekişîna hemû hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê, wê tevkariyek mezin ji bo pêvajoyê çêke û diyar kir ku divê niha dewleta Tirkiyeyê gavên berbiçav bavêje û got:"Ev biryar nîşanek xurt a dilsozî û îradeya siyasî ya Birêz Ocalan û PKK’ê ya di derbarê pêvajoya aştiyê de ye. PKK’ê berpirsiyariyeke mezin girtiye ser xwe û niha dora dewleta Tirkiyeyê ye ku rageşiyê kêm bike û baweriyê ava bike."

Molina, destnîşan kir ku serketina pêvajoya aştiyê bi gavên siyasî û qanûnî yên ku dewleta Tirkiyeyê bavêje ve girêdayî ye û got:"Armanca pêvajoyê çareserkirina kêmasiyên demokratîk û misogerkirina mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd e. Lê belê, ji bo ku ev yek pêk were, divê dewlet garantiyên qanûnî pêk bîne." Molina, bal kişand ser bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn jî û got:"Divê pêşniyara aştiyê ya Birêz Ocalan û tevgera Kurd bi rengekî cidî were destgirtin."

Divê tavilê Ocalan bê berdan

Molina, diyar kir ku tevî pêvajoya aştiyê jî Rêber Apo hê li Îmraliyê tê ragirtin û da zanîn tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan e û got:"Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî vê yekê nîşan didin. Divê dewleta Tirk hurmetê nîşanî mafê mirovan bide.  Divê Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî tavilê werin berdan." Fabian Molina, da xuyakirin ku êrîşên hikûmetê yên li ser muxalefetê, bi taybetî CHP’ê, "stratejiyeke parçekirinê" pêk tînin û got:"Ew dixwazin rê li ber yekbûna muxalefetê bigirin. Lê belê, pir girîng e ku hemû hêzên ku ji bo demokrasî, mafên mirovan û aştiyê dixebitin, neyên parçekirin." Molina, anî ziman ku divê civaka navneteweyî di çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk de roleke çalak bilîze û got:"Aştî û aramiya li Tirkiyeyê di berjewendiya tevahiya herêmê de ye. Divê welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî piştgiriyê bidin aştî, serweriya hiqûqê û demokrasiyê. Divê civaka navneteweyî di vê pêvajoyê de israr bike û zextê li ser Tirkiyeyê bike."

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.