Ji hêza parastinê piştrast bin

Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:42

Şêx Murşîd Xeznewî bal kişand ser gefên dema dawî yên hikumeta demkî ya li Şamê û dewleta Tirk ên li ser Rojava û anî ziman ku gelê Kurd ji her demê bêhtir dixwaze di nava diyalogê de be, paşeroja Sûriyeyê jî tenê bi diyalog û naskirina cihêrengiyan dikare bê avakirin. Xeznewî destnîşan kir ku li hemberî gefên gengaz ên li ser Rojava gelê Kurd her tim amade ye, wê li dora Rojava bibe yek û got:“Çi ji sînorê Tirkiyeyê çi jî hikumeta niha HTŞ û hevkarên wê timî gefê li Rojava dixwin. Peyamên ku didin ji bo gelê me ne cihê baweriyê ne; ne ew peyam in ku dilê civaka me rehet bikin, ne ew peyam in ku ji bo paşeroja Sûriyeyê zemîna hevpar a diyalog û têkiliyên bi yekîtiyê ava dikin. Peyamên ku heta niha weşandin, gefxwarin in. Divê her kes vê yekê baş zanibe. Gelê me divê ji xwe bawer be. Li Rojava îro tifaqeke me ya siyasî heye; her wiha konferanseke mezin hate lidarxistin. Partiyên Kurdan hemû bi rengên xwe, bi cihêrengiyên Sûriyeyê beşdarî vê konferansê bûn. Hêzên navneteweyî jî li vê derê li hev kom bûn. Li wê derê hêza me ya leşkerî jî di nava amadekariyê de ye. Bêguman em şer naxwazin. Gelê Kurd di herikîna dîrokê de timî li ber xwe da û ti carî nebû alîgirê şer. Lê belê li hemberî gefan jî ji bo parastina gel û destketiyên xwe amade ye.

Keç û xortên me yên ciwan heta niha çawa li ber xwe dabin, li hemberî neheqiyê çawa xwe parastibin, bêguman li hemberî gefeke gengaz amade ne. Ji ber vê yekê rewşa Rojava niha gelekî baş e. Divê em ji her tiştî re amade bin, em neçar in hesabê her tiştî bikin. Eger êrîş li hemberî gelê me bê kirin, hêza me ya leşkerî wê bêteredût xak, gel û şerefa xwe biparêze. Gelê me jî divê ji her demê bêhtir li dora vê hêzê bibe yek, jê piştrast û bawer be.”

ANF/HERNE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.