Daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin

Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:25

Jinên ji bajarê Kobanê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û gelên bindest têdikoşek bêhempa dike û gotin: "Bê Rêber Apo ne azadî û ne jî pirsgirêk çareser dibin. Lewma têkoşîna me wê her tim ji bo azadiya wî ya fîzîkî be."

Jinên bajarê Kobanê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anî ziman.

Xûnav Xelîl da zanîn ku jinên Kobanê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya mirovahiyê 27 sal di zindanê de ye. Dewleta Tirk her tim tecrîd di hundir tecrîdê de li ser Rêber Apo pêk tîne. Aramca wê ew e ku karibe gel û Rêbertî ji hev du qut bikin. Lê em jî wek jin em ê têkoşînê bikin û berxwedana xwe xurtir bikin heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî li nava xwe dibînin. "

Meysûn Kawar bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan û ev tişt got: " Rêber Apo jin ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve. Em ê jî bi fikrên wî vê ronahiyê bighînin serketinê. Em ê jinên li Kobanê heta dawiyê li pey azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan bin. Ji ber azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahî cîhanê ye. Rêber Apo mifteya çareseriya hemû pirsgirêkên cîhanê ye. Bê Rêber Apo ne azadî û ne jî pirsgirêk çareser dibin. Lewma têkoşîna me wê her tim ji bo azadiya wî ya fîzîkî be."

Nesra Derwêş jî diyar kir ku dê heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û got: "Em ê dengê xwe bigihînin tevahî duniyayê ku em ê her tim di nava kar û xebatê de bin heya em digihêjin daxwaza xwe ya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo."

ANHA/KOBANÊ/MIZGIN MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.