Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Pêncşem 4 Îlon 2025 - 03:52

  • Pervîn Bûldan destnîşan kir ku pir girîng e ku Komîsyona Meclîsê bi Ocalan re hevdîtinekî pêk bînin û wiha got: “Em nabêjin komîsyon bi tamamî biçe. Em nabêjin ku hemû endamên partiyê bi hev re biçin. Birêz Ocalan jî wiha îfade nake. Em wisa difikirin ku ji her komê nûnerek jî biçe bes e."

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan tevlî bernameya Jin TV'yê bû û der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re nirxandin kir.

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku Rêber Apo helwesta Bahçelî wekî “aqilê dewletê kete dewrê” nirxand û anî ziman ku ger Tirkiye aştiya navxweyî pêk bîne, dikare li Rojhilata Navîn bibe welatekî mînak.

3 têgehên sereke

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku Rêber Apo di civîna dawî de li ser sê têgehên sereke sekinî û ev tişt anî ziman: "Mînak, em dikarin pirsgirêkên civaka demokratîk, aştî û entegrasyonê wekî pakêtekê bifikirin. Ger mirov wan ji hev qut bike û cûda bigire dest wê xelet be û şaş be.  Li ser girîngiya gavên bi lez ên ku wan bi hev re di nava xwe dihewîne û entegrasyonê pêk bînin rawestiya. Ez vê wisa bînim ziman. Niha komîsyonek hatiye avakirin. Vê komîsyonê dest bi xebatê kiriye û armanca wê ew bû ku demildest qanûnan derxîne. Ji ber ku entegrasyon ne tiştekî ku bêyî qanûnan pêk were. "

Zemînek qanûnî şert e

Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan behsa hevdîtina xwe ya bi Devlet Bahçelî re ku piştî merasîma tinekirina çekan a kiribû, kir. Bûldan diyar kir ku Bahçelî merasîm "bi rûmet û bi dîsîplîn" dît, lê mixabiniya ku yên çekên xwe danîn nekarîn di heman rojê de bên Tirkiyeyê anî ziman. Bûldan vê rewşê bi "nebûna zemîna qanûnî û hiqûqî" ve girêda û wiha domamd: "Ger zemînek hatibûya amadekirin wê ev yek pêkan bûya. Lê li welatekî ku misogeriya wan tineye, pêşketineke wisa pêk nehat. Ger sererastkirinên qanûnî bên çêkirin, ji bo beşdarbûna siyaseta demokratîk dikare bingehek were amadekirin."

Bûldan diyar kir ku pêşveçûna pêvajoyê girêdayî qanûnên ku werin derxistin û biryarên komîsyonê ye.

Girêdayî pirsgirêka Kurd hat avakirin

Pervîn Bûldan anî ziman ku divê nav û karê Komîsyona Meclîsê cuda were nîqaşkirin û got: "Tevlîhevî heye. Hin kes wisa difikirin ku ev komîsyon wê pirsgirêka Kurd çareser bike an jî ev komîsyon wê hemû qanûnan derxîne. Ev ne rast e. Niha, ev komîsyon ji bo armancek taybetî hatiye damezrandin. Çima hatiye damezrandin? Girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd divê PKK xwe fesix bike, çekên xwe deyne û ji bo meseleya entegrasyonê pêk were divê hin qanûn bên derxistin û bên sererastkirin. Komîsyon ji bo vê armancê hatiye damezrandin. Ez difikirim ku ew pir bi qîmet e. Ji ber ku di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem e komîsyonek têkildarî pirsgirêka Kurd, lê binêrin ez nabêjim girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd. Girêdayî pirsgirêka Kurd komîsyonek hat avakirin."

Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike

Pervîn Bûldan destnîşan kir ku pir girîng e ku Komîsyona Meclîsê bi Ocalan re hevdîtinekî pêk bînin û wiha got: “Em nabêjin komîsyon bi tamamî biçe. Em nabêjin ku hemû endamên partiyê bi hev re biçin. Birêz Ocalan jî wiha îfade nake. Em wisa difikirin ku ji her komê nûnerek jî biçe bes e. Astengkirina zimanê Kurdî tiştekî cuda ye. Xwezî ne wisa ba. Divê destûr hatiba dayîn ku dayikek me li wê derê bi Kurdî biaxive.

Divê qeyûm biçe

Ez bi rastî bawer dikim ku xizmeta herî mezin a ku ji bo vê pêvajoya aştiyê were kirin, rawestandina tavilê ya van operasyonan, berdana bilez a hemû şaredarên ku li dewsa wan qeyûm hatine tayînkirin, Ahmet Turk, Ahmet Ozer û Birêz Îmamoglû  û her wiha vegerandina tavilê ya kesên ku wekî qeyûman hatine tayînkirine.

Ji bo aştiyê li ber xwe bidin

Niha, wekî hûn dizanin, dem bi dem daxuyanî hatine dayîn, hem ji hêla Birêz Ozgur Ozel hem ji hêla rayedarên CHP’ê û hem jî ji hêla endamên komîsyonê ve. Endamekî komîsyonê diyar kir ku çûna giravê xeta me ya sor e. Piştgiriya ku niha tê dayîn girîng e. Ez ê li dijî vê yekê dernekevim. Ew hêja ye. Bi rastî jî hêja ye, lê divê ew pir bêtir li ber xwe bidin. Heke niha aştî were, ev operasyon dê rawestin. Heke aştî were, dê qeyûm rawestin. Birêz Ocalan jixwe diyar dike ku divê hemî beşên civakê ji bo aştiyê li ber xwe bidin, lê divê partiya sereke ya muxalefetê hîn bêtir li ber xwe bide. Ji ber ku îro, ew in yên ku herî zêde hedef tên girtin. Ji ber ku îro CHP ye ku bi operasyonan re rû bi rû ye.

Rojava xeta me ya sor e

Pervîn Bûldan got ku Rêber Apo pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li Sûriyeyê bi xwe nirxandiye. Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo van pêşketinan bi şandeya dewletê re nîqaş kiriye û got: "Ez dizanim ku wî çend caran bi me re, bi şandeya DEM Partiyê re li ser siyaseta Tirkiyeyê nîqaş kiriye. 'Sûriye û Rojava xeta min a sor in. Ev ji bo min mijarek cuda ye.' Bi gotineke din, wî çend caran di der barê Sûriyeyê de ev biryar daye. Lê ez dixwazim balê bikişînim ser ku wî di der barê Sûriye û Rojava de bi me re ti nirxandin nekiriye.

Divê Tirkiye li gel Rojava be

Pervîn Bûldan îşaret bi daxuyaniyên desthilatê yên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev nirxandin kir: “Di vî warî de divê Tirkiye yanî di meseleya Rojava û Sûriyeyê de cihê xwe li gel Kurdan bigre. Niha wêdekirina Kurdan li wê derê, operasyoneke li ser Kurdan û beralîkirina destkeftiyên gelê Kurd ti feydeyê nade Tirkiyeyê û Kurdên li Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl nake. Divê ev bi vî rengî were fêmkirin û ji bo çareserkirina vê meseleyê pêwîstî bi rê û rêbazên rast, ez bawer im ku pêwîstî bi ramana bi aqil û biryarên rast heye."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.