Roudinesco jî piştgirî da Rêber APO
Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:50
Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco diyar kir ku ew piştgiriyê dide 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo.
Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo nameyek ji DEM Partî re şand. Nameya Elisabeth Roudinesco bi vî rengî ye:"Ez teqez piştgiriyê didim banga jiyana bi hev re û aştiyê ya navbera gelên Kurd û Tirk. Bi vî rengî li vê cîhana me ya tevlîhev demokrasiyeke rasteqîn dikare ava bibe. Ez bi kêfxweşiyeke mezin tevlî piştevanên vê bangê dibim. Ev pêvajoya aştiyê ji bo tevahiya cîhanê, bi taybetî ji bo Ewropayê ji her demê bêhtir pêwîstî ye. Bêguman hêvî dikim ku gelek ramanger, entelektuel û siyasetmedarên din beşdarî me bibe. Di vê têkoşînê de ez tevlî we dibim û serketinê dixwazim."
NAVENDA NÛÇEYAN