Li dijî talanê kampanyaya şitlan

Duşem 22 Îlon 2025 - 17:15

  • Li Şirnexê li hemberî birîna daran meha Mijdarê kampanya çandina şitlê daran tê destpêkirin. Gel, ji bo xisar hîn mezin nebe, dixwaze dengê xwe bilind bike.

Parêzer Dogan Adibellî anî ziman ku li hemberî birîna daran a li herêmê wan serî li rêyên hiqûqî dan, lê belê nekarî encamê werbigirin û got, "Bi gotinê nabe, divê mirov tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Divê em vê yekê hem ji bo xwe hem jî ji bo paşeroja xwe bikin."

Li Şirnexê di nava 5 salên dawî de nêzî 12 hezar hektar qada daristanî ji ber projeyên madenkarî, rant û enerjiyê hatin wêrankirin. Li gorî pîvandinên li ser çemên li herêmê di nava avê de bi sê qatî ji sînorên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kiriye mezintir metal a giran hatiye dîtin. Ji sedî 30 ê kêrhatina zeviyên çandiniyê têk çû. Li bajêr germahî li gorî salên derbasbûyî gelekî zêde bû. Xelkê Botanê ku li hemberî vê talanê çalakiyên cuda lidar xist, herî dawî li Bestayê ji bo rojekê nobed girt. Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê bi beşdariya gel di Mijdarê de li herêmên ku dar têne birîn dest bi kampanya çandina şitlê daran dike.

Divê em darên hatine birrîn ji nûve şîn bikin

Aynûr Elçeoglû diyar kir ku ji bo parastina xwezayê bi salan e ew têdikoşin, civak li hemberî birîna daran bi hestiyarî û berpirsyarî tevdigere, lê belê ji aliyê çalakiyan ve tevlîbûneke têrker nake û got, "Divê êdî ev yek bê rawestandin. Dema ku em kar dimeşînin her kes nerazîbûnê nîşanî vê talanê dide lê belê di mijara çalakiyan de bêdeng dibin. Ev rewş me diêşîne. Parastin û mezinkirina xwezayê di destê me de ye. Ji bo zarokên xwe divê em dest bidin hev û xwedî li xwezaya xwe derkevin. Pêwîste em destpêkê pêşî li birîna daran bigirin û piştre li wan cihên hatiye birîn daran biçînin. Xisara ku li xwezayê hatiye kirin em bi vî rengî dikarin asteng bikin."

‘Hewldanên hiqûqî bê encam man’

Parêzer Dogan Adibellî diyar kir ku li gel serlêdana li rêyên hiqûqî wan nekarî encamê bi dest bixin û anî ziman ku bêencammayina dozên hatin vekirin gel xiste nava bêhêvîtiyê. Parêzer Adibellî got, "Li Botanê talaneke cidî heye. Piştî çalakiyên ku me beriya niha kir, dest ji birîna daran bernedan. Bi tinekirina cografya Kurdistanê re dixwazin paşeroja zarokên me tine bikin. Em ji vê derê bang li gel dikin ku xwedî li xweza û daran derkevin. Ji ber ku xweza hate tinekirin, hilberîn jî sekinî. Divê mirov vê rastiyê bibîne û li ber rabe. Bi axaftinê nabe, divê mirov tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Hem ji bo xwe hem jî ji bo paşeroja xwe divê em vê yekê bikin."

‘Heqaret û xiyanetê li gel dikin’

Halîme Ete jî ragihand ku ji bo rawestandina birîna daran ew amade ne her roj dakevin qadan û destnîşan kir ku li dijî talanê wê têkoşîna xwe dewam bikin. Ete got, "Ji bo çend quriş pere heqaretê li xweza û vî gelî dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Li çiyayên Kurdistanê dar nehiştin. Divê her kes vê xiyanetê bibîne. Em ê têkoşînê dewam bikin. Darên ku birîne em ê yek bi yek ji nû ve şîn bikin. Em ê van çalakiyan heta rawestandina birîna daran dewam bikin."

ANF/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.