Ji bo çareseriyê diyalog girîng e
Duşem 22 Îlon 2025 - 15:10
- Pispora Têkiliyên Navneteweyî Dr. Ebîr Selman da zanîn ku eger hemû pêkhateyên Sûriyeyê tev li diyaloga neteweyî ya Sûriyeyê nebin diyalog nabe neteweyî.
Heta niha hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê gavên yakalî davêje û vîna gelê Sûriyeyê paşguh kiriye. Bi navê diyalogê kongreyek li dar xist, lê tenê alîgirên wê tev lê bûn. Ev geşedan hemû pirsek bingehîn derdixe holê: Gelo diyaloga ku tenê bi alîgirên hikûmeta veguhêz re pêk tê, dikare wekî diyalogeke neteweyî were pênasekirin?
Der barê mijarê de pispora têkiliyên navneteweyî Dr. Ebîr Selman, rave kir ku diyaloga neteweyî, di wateya xwe ya bingehîn de, divê hemû alî û pêkhateyên Sûriyeyê di nav de cih bigirin. Ebîr diyar kir ku diyalogek ku bi yekalî yan komekê ve sînordar be, nikare wekî neteweyî yan berfireh were binavkirin.
Dr. Ebîr Selman destnîşan kir ku tiştên berê di bin navê "Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê" de pêk hatin, negihîştin armancên rastîn ên ku jê dihatin hêvîkirin, û got, "Em hemû dizanin ku encam ne li gorî têkoşîna gelê Sûriyeyê bûn, ne jî li gorî hêviyên ku piştî hilweşîna rejîmê û avakirina hikûmetek nû bûn. "
Dr. Ebîr da zanîn ku di qonaxa heyî de hewce ye ku diyalogek neteweyî ya berfireh were destpêkirin ku bikaribe destûrek rastîn çêbike û hêviyên welatiyê Sûriyeyê pêk bîne, "Eger ravekirneke rastîn û zelal a komkujî û binpêkirinên ku di mehên borî hatine kirin tune bin, wê çareserî tune be. Berevajî vê, wê bibe weke ku em bi xwe bikenin. "
Dr. Ebîr Silêman di dawiya gotinên xwe de der barê xetera destwerdana derve di karûbarên Sûriyeyê de hişyarî da û got, "Her tiştê ku li Sûriyeyê, herêmê û bi giştî li Rojhilata Navîn qewimî û diqewime, encama destwerdana biyanî ye. Ji Peymana Sykes-Picot bigire heya niha em di bin bandora van destwerdanên biyanî de ne. "
ANHA/HESEKÊ/HENAR ÎBRAHÎM