Divê serokatî di komîsyonê de be

În 5 Îlon 2025 - 03:45

Li meclîsê ji bo zemîna hiqûqî û qanûnî ya pêvajoyê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" hat avakirin. Gelê Kurd diyar dike ku ji bo pêvajo bigihêje serkeftinê divê azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bê. Jinan li Wanê derbarê pêvajo û komîsyonê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin divê Rêber APO di komîsyonê de biaxive. Aysel Tam da zanîn ku aştî tiştekî xweş e û got:“Dibêjin aştî lê hîna serokatiya me girtiye. Qeyûman tayîn dikin. Girtîgeh tije ne. Ev aştiyek çawa ye? Aştiyek wisa ne pêkan e. Divê serokatiya me azad bibe. Divê ji bo azadiya serokatiya me gav bê avêtin.Di komîsyona li meclîsê hatiye avakirin de divê serokatiya me biaxive. Ditirsin serokatiya me naynin komîsyonê. Serokatiya me feylezof e. Nikarin li pêş feylezof biaxivin lê neçarin biaxivin.” Şîrîn Menteş jî destnîşan kir ku ew aştiyê ji dil dixwazin û da xuyakirin ku divê ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran bigirin û got:“Dayik ji bo aştiyê têdikoşin. Em dixwazin serokatiya me azad bibe. Em li benda serokatiya xwe ne. Bila hemû dayik dest bidin hev. Em wekheviyê dixwazin. Divê serokatî di komîsyonê de cih bigire û biaxive. Serokatiya me aştiyê dixwaze. Divê dewlet gavê bavêje.” Gazal Kurt jî diyar kir ku gelê Kurd her tim aştî xwestiye û got:“Kurdan heta niha têkoşîn meşandiye. Gelek tişt jiyane. Ji bo vê divê aştî pêk bê. PKK’ê gavek dîrokî avêt. Lê hîna tiştek nehatiye kirin. Em dixwazin serokatiyê di komîsyonê de bibînin.”

JINNEWS/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.