Rêbertî ji bo me jiyan û rûmet e

Duşem 22 Îlon 2025 - 15:00

  • Malbatên gerîlayên şehîd xwestin pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin. Malbatên şehîdan gotin: ""Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Rêbertî ji bo me jiyan û rûmet e.”

Malbatên gerîlayên HPG û YJA-Star ên şehîd, pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne şermezar kirin û xwestin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin.

Bavê şehîd Barîn Botan, Cemal Şêxê ê ji bajarokê Kêşikê yê kantona Cizîrê diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana wî ya domdar hebûn, nasname û çanda xwe parastine.

Şêxê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Rêbertî ji bo me jiyan û rûmet e. Em dixwazin hevdîtinê pê re bikin ku azad be."

Dayika şehîd Rengîn a ji Efrînê, Medîne Mihemed jî bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna edaletê ji Rêber Abdullah Ocalan re û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Medîne Mihemed got, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke mirovî û mafekî rewa ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê heya bidestxistina azadî û edaleta ku ji bo wê tê dikoşe, şopdarên xeta Rêbertî bin."

ANHA /QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.