Riza Altûn xwediyê seknekê bû
Duşem 22 Îlon 2025 - 17:00
- Ji hevalên wî yê têkoşînê Hasan Şerîk qala Riza Altûn kir ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû û got: “Wî bi xwe derfetên xwe afirand. Wî bi xwe rêya xwe ya jiyanê çêkir. Xwedî sekneke wiha bû. Vê xetê bi temamî ber da jiyana wî.”
Hasan Şerîk qala hevalê xwe yê têkoşînê Riza Altûn kir ku 25'ê Îlona 2019'an şehîd bû. Nirxandina Hasan Şerîk bi vî rengî ye:
"Ez heval Riza Altûn ku bi kongreya fesixkirina PKK’ê re şehadeta wî hate ragihandin, ji zarokatiya xwe ve nas dikim. Ez heval Alî Haydar Kaytan jî ji sala 1975’an ve nas dikim. Yanî dema di aliyê dîroka têkoşînê de jî tê nirxandin, hema bêje 50 salan ez bi her du hevalan re mam. Min û heval Riza Altûn li heman dibistana seretayî dixwend. Em li heman kolanê bûn, dûrahiya di navbera malên me de 300 metre bû. Rêya çûyîna dibistanê jî li ber mala me bû. Tam nayê bîra min, lê ji ber şerekî ku li refa me çêbûyî heval Riza ji dibistana me sirgûn kirin. Çû dibistana seretayî ya bi navê Mamak. Dibistana me jî dibistana seretayî ya 19 Mayis bû, li Tûzlûçayirê bû. Riza Altûn di wê sirgûnê de rûpelekî nû vekir. Kesekî serhildêr bû, li cihê xwe nedisekinî. Dibistana Mamak têra xwe dûr bû, yanî bi meşînê nêzî 40-45 dq hebû. Tam nayê bîra min ka dibistana seretayî qedand, yan na. Pêvajoya piştî wê bandoreke girîng li kesayet û jiyana Riza Altûn kir. Ew êdî bûbû zarokekî ku li gorî zagonên kolanan mezin dibû. Bi wî rengî kete temenê xwe yên ciwantiyê. Piştî demek kurt gava ku dema dibistanê qediya, dest bi jiyana kar kir, bi debara malbata xwe re êdî eleqeder dibû, tevkarî li debara malbata xwe kir. Jiyana xwe bi wî rengî domand. Beriya niha jî min diyar kir, kesekî şerker bû. Xwedî sekin bû. Wî bi xwe biryarên têkildarî xwe dida. Herhal quralê kolanê ev bû. Ez û çendek hevalên din dibe ku bi derfetên malbata xwe diçûn dibistanê, lê Riza Altûn wisa nebû. Wî bi xwe derfetên xwe afirand. Wî bi xwe rêya xwe ya jiyanê çêkir. Xwedî sekneke wiha bû. Vê xetê bi temamî ber da jiyana wî. Ji wî alî ve eger Riza Altûn were nirxandin, divê bi taybetmendiyên xwe yên bi jiyana wî ya zarokatiyê re şêwe girtine were nirxandin.
Xwedî pîvan û hêmanan bû. Xalên wî yên îtîrazê hebûn. Di hin mijaran de heya ku îkna dibû, îtîraza xwe didomand. Têkildarî vê yekê tirs nedijiya. Ti carî nediket nava hesaban. Nîqaşa bi heval Riza re girîng bû. Di tevahiya pêvajoya em bi hev re de, me ev yek hîs dikir, weke şexsî jî min ev yek hîs dikir. Carna têkildarî hin mijaran me li hev nedikir. Kesayeta min û wî ji hev cuda bû. Dibe ku çavkaniya vê ji şert û mercên mezinbûna me tê. Me bi temamî di heman çarçoveyê de li bûyeran meyze nedikir. Lê di nuqteya ku wê bi demê re were fêmkirin de, em hemfikir bûn. Min gotibû, kesekî şerker bû. Di têkoşîna li dijî faşîstan de ev yek bi eşkere nîşan dida. Li taxa ku em lê, timî li dijî faşîstan di nava şer de bû. Di pevçûnên li dijî faşîstan de ku carna ev pevçûn bi çekê jî çêdibûn. Hêrsa wî jî mezin bû. Dema tiştek xistiba serê xwe, heya ew pozîsyon neguherîba teqez aciziya xwe bi rengekî îfade dikir. Ez pratîka wî ya Ewropa dizanim. Rewşa berê ya rêxistinî çawa bû, ez wê zêde nizanim. Lê di dema Riza Altûn de, xebatên Ewropa ya sîstema rêxistinî hatibû rûniştin. Nirxên rêxistinî zêdetir derdiket pêş. Pêvajoyek bû ku herî zêde bersiva êrîşên li ser nirxên rêxistinî dihat dayîn. Li welatên ku hewl didan alên partiyê û posterên Rêbertî qedexe bikin, herî zêde alên partiyê û posterên Rêbertî di dema Riza Altûn de hatin bilindkirin. Ez Riza Altûn ji pêvajoya zindanê jî dizanim.
Divê em bibin layiqê bîranîna wan. Ji dervey vê ti bijarteya din nîne. Bawer im hemû şoreş bi vî rengî ne. Yên dijîn wezîfedar in ku bîranîna yên şehîd bûne bidin jiyîn. Barekî giran e, lê dê pêdiviyên wê bên bicihanîn."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN