Dagirker rê nadin erdê xwe biçînin!

Duşem 22 Îlon 2025 - 16:40

  • Bi destpêkirina demsala çandiniyê ya zivistanê, dîse weke her sal, cotkaran gundên herêma Aliyan ên kantona Cizîrê, ku li ser sînor bi bakurê Kurdistanê ne, ketin nava tirs û fikaran. Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi salan e nahêle cotkar erdên xwe bajon û sewalên xwe biçêrînin.

Remedan Silêman, cotkarekî ji gundê Batirzan ê li kêleka sînor e, ji ajansa me re got ku bavê wî di salên 1970`an de, dema ku li ber mala xwe rûniştibû, ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê ve bi guleyekê hat kuştin. Silêman rave kir ku ew xwediyê 100 donim erdê çandiniyê ye li ser xeta sînor, lê bi sal in nikare nêzîkî erdê xwe bibe ji ber gulebarana artêşa Tirk a dagirker.

Nikarin nêzî erdê xwe bibin!

Silêman got "ji ber binpêkirin gulebaran artêşa Tirk a dagirker, em nikarin nêzî erdê xwe bibin û biçînin." Silêman xwest ku ev binpêkirin bi dawî bibin û bang li dewleta dagirker a Tirk kir ku kiryarên hêzên xwe yên li ser sînor rawestîne. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku dawî li van pêkanînan bînin.

‘Ev neheqî ye’

Cotkarê bi navê Eşref Husnî, ji heman gundî ye, diyar kir ku ew nikarin metreyekê jî ji gundê xwe nêzî xeta sînor bibin, ji ber ku artêşa dagirker guleyan li her kesê ku nêzîkî vê herêmê dibe dibarîne. Husnî got, "Ev neheqî ye. Dewleta dagirker a Tirk rêişî me dike, pezên me dikuje û nahêle em herin nav erdê xwe. "

‘Weke mirovan nêzî me nabin’

Şêniyê bi navê Hesen Murad, ku xwediyê keriyek pez e ji gundê Qastepanê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker nahêle ew pezên xwe li çêrgehên gund biçêrînin. Her wiha destnîşan kir ku hêzên dagirker di Gulana borî de gule berdan ser keriyek pezê şêniyên gundên Dêrna Axê û Xirbebilika û çend serî pez kuştine. Murad diyar kir ku kiryarên dagirkeriya Tirk "nemirovane û neexlaqî ne", û da zanîn kir ku hêncetên dewleta dagirker ên der barê parastina sînorên xwe "derew in". Murad got kir ku ew ê ji axa xwe dernekevin.

Welatiyê bi navê Silêman Hecî Ebas ji gundê Bakirwanê diyar kir ku ji ber êriş û gulebarana dewleta Tirk a li ser pezên wan, ew nikarin êdî pez xwedî bikin, lewma şivan neçar in ku pezên xwe bidin firotin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.