Jiyana Seyît Evran mînak bû
Yekşem 21 Îlon 2025 - 17:30
- Rojnameger Ekrem Berekat ku mamosteyê xwe rojnameger Seyît Evran vegot, diyar kir ku Evran stûneke dibistana Çapemeniya Azad bû û got: “Mirov nikar heval Seyît weke mirovekî asayî vebêje. Peyv, bi têrî vegotina wî nakin. Jiyana wî mînak bû.”
Ji kedkarên Çapemeniya Azad Seyît Evran, di 22’yê Îlona 2023’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 54 saliya xwe de li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Evran, di sala 1969’an de li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de 30 salan li her çar parçeyên Kurdistanê geriya. Evran, di 11 saliya xwe de şahidiya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê kir û bû şahidê sepanên dermirovî.
Rojnameger Evran, di nava 30 salan de kevneşopiya Çapemeniya Azad di serî de Kurdistan, li Rûsya û Ermenistanê jî dewrî hemû rojnamegerên pê re xebitî kir. Evran, li Zanîngeha Çukurovayê Gurbetellî Ersoz nas kir û di serdemeke şer giran bûyî, gund dihatin şewitandin û cînayetên kiryarnediyar dihatin kirin de dest bi xebatan kir. Di sala 1994’an di Rojnameya Ozgur Ulkeyê de dest bi xebatê kir.
Evran, di 22’yê meha Îlonê de ku digot “Her cara tê ez xemgîn dibim” de jiyana xwe ji dest da. Di peyama li pey xwe hêlatî de jî got: “Ji bo ku mirov her kêliya jiyanê watedar bike, hewcehî bi têkoşîneke mezin heye. Ez jî ji bo vê wateyê têkoşiyam.”
Rojnameger Ekrem Berekat ku yek ji 6 xwendekarên ewil ê Akademiya Çapemeniyê ya Seyît Evran vekirûbû ye, tiştên bi Evran re jiyayî û bandora Evran a li ser pêşketina Çapemeniya Azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegot.
Ekrem Berekat, got: “Mirov nikar heval Seyît weke mirovekî asayî vebêje. Peyv, bi têrî vegotina wî nakin. Yek ji stûna herî saxlem a dibistana ji bo Çapemeniya Azad hatibû vekirin bû. Jiyana wî mînak bû. Li ku bûya, li wir jiyanek aj dida. Li ku bûya li wir hezkirin, rêzgirtin, exlaqê partiyê hebû. Min hevalê Seyît di sala 2012’an de nas kir. Mi perwerdeya ewil a rojnamegeriyê ji heval Seyît girt. Salên ewil ên şoreşê bû, li ser navê Çapemeniya Azad tiştek li Rojava tune bû. Jixwe rejîma Baasê ji bo Çapemeniya Azad ava nabe her tişt kiribû. Yek ji hevalên ewil ên ji bo perwerdekirina me hatibû, heval Seyît bû. Gotineke wî pir bandor li min kir. Ji me re got; ‘Ji vir şûnde em ê dîroka xwe bi xwe binivîsin. Nivîsandina vê, peywira we ye.’ ”
Ekrem Berekat, da zanîn ku Seyît Evran bandoreke mezin li ser wî û hevalên wî yên rojnameger kiriye û got: “Hem şoreşgerî hem jî rojnamegerî hînî me kir. Bandor li her kesî kir. Kesek nîne ku tiştek ji heval Seyît negirtibe. Di hemû kovar, rojname, radyo, televîzyon û hwd. ên li Rojava de keda wî heye. Di sala 2012’an de cara ewil li ser israra heval Seyît beşdarî televîzyonekê bûm. Çîrokbêjekî baş bû. Dema bo me behsa Mazlûm Dogan dikir, dê bibêjî qey bi wî re jiyaye û bandoreke wisa çêdikir. Heval Seyît ji bo me şensek mezin bû. Şehadeta wî ji bo me windahiyekî mezin bû. Heke niha hêj bijiya, Çapemeniya Azad niha di astek din de bûya.” MA/ŞIRNEX/EMRÛLLAH ACAR