Ew bîreweriya me bûn
Pêncşem 28 Îlon 2023 - 09:59
- Stêrk Gulo: Dema Şoreşa Rojava dest pê kir, Seyît berê xwe da Rojava, bi pênûs û kamereya xwe têkoşiya, da ku dengê gelê xwe bigihîne cîhanê. Me bi rêya pênûs û nivîsên hevrê Seyît bi hezaran hevrê û şehîd nas kirin. Dîroka tevahiya Rojava dinasî, ji ber ku serdana gelê wê kiribû. Ew bîrewariya me tevan bû.
Doh şehîdê Ragihanda Azad Seyît Evran û yek ji fermandarên YPG′ê Aslan Qamişlo bi merasimeke bi heybet hatin veşartin. Beşdarên merasima li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan peyameke zelal da: Divê her xayînê ku bû sedema şehîdkirina fermandar û welatparêzeran were cezakirin.
Bi hezaran kes ji bo wezîfeya xwe ya dawî ya beramberî şehîdan bi cih bînin, doh li Qamişloyê hatin cem hev û cenazeyên rojnamevan û nivîskar şehîd Seyît Evran ê 22´yê Îlonê canê xwe ji ber nexweşiyê ji dest dayî û ji fermandarên YPG´ê yê di êrişa dewleta Tirk a 17´ê Îlonê de şehîd bûyî Aslam Qamişlo, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.
Karwana şehîdan ji taxa Enteriyê dest pê kir. Di navê de endamên saziyên sivîl, civakî, ragihandin, leşkerî û ewlehî, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên partiyên siyasî, endamên Rêveberiya Xweser û hevrêyên şehîdan, nivîskar, rewşenbîr û oldar beşdarî merasimê bûn.
Hevrêyên her du şehîdan cenazeyên şehîdan ên alên YRA û YPG′ê li wan hatibûn pêçan, hilgirtin û birin goristana şehîdan.
Şagirtên Rêber Ocalan
Merasima li goristanê, bi rêzgirtinê li ser ruhê cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şêro Şero got, "Em gelê xwe yê berxwedêr ku li dora têkoşîna şehîdên xwe civiyaye û li kêleka cenazeyên şehîd Aslan û Seyît sekiniye, em berxwedan û israra we silav dikin.
Îro ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojeke dîrokî ye. Em îro 2 fermandarên binirx oxir dikin. Îro roja şehîdan e û bi vê boneyê em hevrê Rustem Cûdî, Rûken û Sara bi bîr tînin û dibêjin, ew ê di dilên me de bimînin û ji her xayînekî şerefa xwe firotî hesab wê bêpirsîn.”
Şero têkoşîna şehîd Aslan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de silav kir û wiha pê de çû: "Têkoşer Aslan ji destpêka şoreşê ve fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêwirmendê şoreşa me bû. Ewlehiya zarok, dayik û destketiyên şehîdên me di dirêjahiya salên xebata xwe de parastin, di oxira parastina gel de hîç newestiya. Şehîd Aslan û Seyît wê mizgîniyê bigihînin Rûken, Sara û Rustem, ew ê silavên we bigihînin wan û ji wan re bibêjin, felsefeya neteweya demokratîk û şagirtên Rêber Abdullah Ocalan hîna li ser soza xwe ya gihandina heqîqetê ne û ev gel her tim amade ye li dijî dijmin bisekine. Bê guman parastina mafên van şehîdan li ser milê her yekî ji me ew e ku em rêbaza wan bi ser bixin."
Şehîd Rustem Cûdî jî bi bîr anîn
Hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed jî di merasimê de got, "Çawa ku gelek li dora şehîdên xwe bi vî rengî disekine, bê guman dê vê şoreşê bigihîne armancên xwe. Ji ber ku partiya me partiya şehîdan e. Ji lew re gelê me serî li ber zilm û dagirkeriyê natewîne. Îro, di dîrokê de rojeke girîng e, meheke dîrokî ye. Ji ber ku meha şehîdan û têkoşîna di şexsê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş de li dijî dewleta faşîst a Tirk hatiye destpêkirin e. Têkoşerên felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hebûn û nasnameya Kurdan parastin.
Mîna vê rojê em fermandarê mezin ê xwedî fikra mezin ku ji me re felsefeya neteweya demokratîk şirove kiriye, bi bîr tînin û di şexsê wî de sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin."
Rojnamevanên heqîqetê perwerde kirin
Der barê têkoşîna rojnamevan û nivîskar Seyît Evran de Rûken Ehmed got, "Hevrê Seyît bi pênûs, wêne û xebata xwe ya di ragihandinê de têkoşîna gel û fedakariyên şehîdan nîşan da. Li ser şopa şehîdên çapemeniya azad mîna Zîlan, Denîz û bi dehên din ji şehîdan ji bo dengê gelê xwe, rûyê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re eşkere bike, meşiya. Têkoşer Seyît sînorên zehmetiyan nas nedikirin. Ji bo ku heqîqetê raber bike li hember tevahî rewşên zehmet sekinî û gelek rojnamevan li ser vê prensîbê perwerde kirin."
Der barê kesayeta fermandar Aslan Qamişlo de Rûken Ehmet got, "Aslan bi ruhê xwe yê dilnizm, fedaî û kenê xwe di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate naskirin. Di aliyên perwerde, parastina hundirîn û aliyê civakî de bê dudilî xebat kir. Bi eşq û baweriyeke mezin li ser rêxistina gelê xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî û parastina cewherî xebat kir. Li tevahî qadên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya. Ji lew re divê em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir bikin, da ku em bi qedrê wan zanibin û armancên wan pêk bînin."
Di dewama axaftina xwe de Rûken Ehmed bal bire ser sîxuriya ji dijmin re û got, "Çewa ku em gelê bi şehîdên xwe ve girêdayî ne û îro li dora wan dicivin, wê demê divê em nehêlin xayîn li ser xaka me bijîn. Em hemû berpirsê vê yekê ne û ev erkek li ser milê me tevan e ne tenê li ser milên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD′ê ye. Divê em wan ji xaka xwe ya pîroz derxin. Ger ew yek pêk hat, wê demê em hêza rêxistina gel nîşan didin."
Rûken Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Welatparêzê dilsozê xaka xwe, divê welatê xwe neterikîne û li hember tevahiya şêweyên şerê taybet bisekine. Em bi hêza gelê xwe baweriyê tînin. Divê em zarokên xwe li ser bingehê prensîbên şehîdên xwe perwerde bikin û em xwe li hember finteyan xwe bi rêxistin bikin."
Kurd im divê werim rizgarkirin
Stêrk Gulo li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) behsa rojnamevan şehît Seyît Evran, axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê, Şoreşa Rojava û şehîdên di oxira têkoşîna rastiyê de li Kurdistanê şehîd bûne bi bîr anîn û got, "Axaftina li ser şehîdan pirr giran e. Şehîd Seyît ji 30 salan ve hevrêyê min e û şehîd Aslan jî ji 25 salan ve hevrêyê min e. Em nikarin bi axaftinan bi qedrê şehîdan zanibin."
Stêrk li ser taybetmendiyên şehîd Seyîd Evran axivî û wiha domand: "Seyît ji gelê Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûrê hez dikir. Kurdê navçeya Hênê ye; vê navçeyê di Şoreşa Şêx Seîd de li dijî zulm serî hildabû. Seyît got, ′bapîrê min tevî Şêx Seîd têkoşiya û ez neviyê wî me û Kurdek im divê werim rizgarkirin′."
Stêrk wiha pê de çû: "Seyît xwediyê gotinên xwe bû. Li Zapê heta bi Qendîlê heta bi Zargrosê têkoşiya. Şervan, fermandar û rojnameger bû û rojekê ji bo îsbatkirina heqîqetê gav bi paş ve neavêt. Dema Şoreşa Rojava dest pê kir, Seyît berê xwe da Rojava, bi pênûs û kamereya xwe têkoşiya, da ku dengê gelê xwe bigihîne cîhanê. Me bi rêya pênûs û nivîsên hevrê Seyît bi hezaran hevrê û şehîd nas kirin. Dîroka tevahiya Rojava dinasî, ji ber ku serdana gelê wê kiribû. Ew bîrewariya me tevan bû."
Stêrk diyar kir ku ragihandina azad bîrewerekî mezin ji dest daye, di dirêjahiya 24 salan ve Seyîd fedakariyên mezin di çapemeniyê de dan, hezkirina xwe di dilê her kesî de çêkir. Stêrk wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê em bi pênûs û çeka xwe wî her tim zindî bikin. Bi hezkirin û israreke mezin em soz didin şehîdên xwe ku em ê li ser şopa wan bikin û her tim hildin çeka wan."
Di dawiyê de wesîqeyên Seyît Evran û Aslan Qamişlo hatin xwendin û radestî hevrêyên wan hatin kirin. Paşê hevrêyên her du şehîdan cenazeyên wan hilgirtin û li goristanê veşartin.
ANHA / QAMIŞLO