Oxir bo embaz!
Duşem 25 Îlon 2023 - 16:02
- Rojnamevanê ragihandina azad Seyîd Evran pêr ji ber ku dilê wî sekinîbû, li Rojava şehîd bû. Yekîtiya Ragihandina Azad ji bo wî got, ew bîra 30 salan a Ragihandina Azad e û soz da ku têkoşîna ji bo heqîqetê mezintir û berferehtir bike.
Bîra 30 salan a Ragihandina Azad Seyîd Evran şehîd bû
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) derbarê şehîdbûna rojnamevan, nivîskar, şoreşger û lêgerê heqîqetê, Seyîd Evran de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya li bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo de gelek rojnamevan û nûnerên saziyan jî amade bûn û wêneyên şehîd Seyîd Evran hatin hildan. Daxuyanî li ser navê rojnamevanan ji aliyê Hevserokê YRA’yê Dilyar Cizîrî ve hat xwendin.
Stûneke çapemeniya azad bû
Cizîrî got, “Stûneke din a Çapemeniya Azad a Kurdistanê ber bi bêdawîbûnê ve bar kir. Me rêhevalê xwe yê rojnamevan, nivîskar û şoreşger Seyîd Evran 22’yê Îlona 2023’yan ji dest da. Hevalê me, ev demeke dirêj bû bi nexweşiya dil ketibû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehîd bû.
Ew bîr û hafizeya Çapemeniya Azad a 30 salên dawiyê bû. Li ser vê rêya bi rûmet û giranbûha bû rêwiyekî çalak yê bêwestan. Azwerî, xebata ji bo ronîkirina civakan û biryardariya wî ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên derketine pêşiya wî ji holê rakirin. Bi sekin, liv û tevger û pênûsa xwe, di rûpelên çapemeniya azad de cihekî bêhempa girtiye.”
30 sal di ber heqîqetê de
Dilyar Cizîrî di dewamê de behsa têkoşîna ji bo heqîqetê ya Seyîd Evran kir û got, “Rêhevalê me Seyîd hema bêje, jiyana xwe hemû xist xizmeta têkoşîn, rastiya şer û berxwedana li welatê xwe. Bi meşa xwe ya şev û rojan, gelek merheleyên girîng derbas kirin û rastiya vê erdnîgariyê raxist ber çavan.
Heval Seyîd mîlîtanekî pêşeng ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Çameniya Azad bû. Li çar aliyên Kurdistanê bi pênusa xwe rastiya civaka Kurd û têkoşîna azadiyê ji cîhanê hemûyî re ragihand.
Malbat ji rêûresma Şêx Seîd tê
Seyîd Evran, bi navê xwe yê temam, Seyîd Mehmûd Evran, sala 1969’an hat dinê. Di nava malbateke ji rêûresma serhildana Şêx Seîd de mezin bû.
Di salên ciwantî û xwendekariyê de têkoşîna azadiyê nas dike û di nava refên wê de cihê xwe digire. Dema li Zanîngeha Çukurovayê dixwîne, yek ji pêşengên Çapemeniya Azad û Şoreşger Gurbetelli Ersoz ku wê jî li heman zanîngehê dixwend, nas dike. Bi vê naskirinê re dibe şagirtekî Gurbetelli Ersoz û ezmuneke girîng digire.
Heval Seyîd bi vê xwestek û heyecanê sala 1990’î li warê serhildan û berxwedanê Amedê, beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Dîroka bi êş a welat berpirsyariyeke mezin dide ser milên wî, lewma ew jî bi vê bîreweriyê tevdigere û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên çapemeniyê dike.
Di salên herî dijwar ên li Bakurê Kurdistanê de yanî wan salên êrişên li ser gelê Kurd zêde dibûn, gund dihatin şewitandin, rojnamevan di nava kolanan de dihatin kuştin, dîsa bi hezaran kesayetên pêşeng dihatin girtin û kuştin, rêheval Seyîd li gel hevalên xwe bêyî dudilî xebatan dimeşîne û rastiyê ji cîhanê re radigihîne. Di vê rêya dijwar de çend caran ji aliyê dagirkeran ve tê binçavkirin û girtin.”
Ew li ofîsa Ozgur Ulkeyê bû
Dema navenda rojnameya Ozgur Ulke ya li Stenbolê û ofisên wê yên Enqere û Amedê 3’ê Kanûna 1994’an di heman şevê de hatin bombekirin, Seyîd Evran jî li navenda giştî ya rojnameyê wekî Berpirsyarê Karên Nivîsê dixebitî. Di daxuyaniyê de tî bibîrxistin ku ew jî di wê êrişê de tevî 23 hevalên xwe birîndar dibe.
Daxuyanî wiha dewam dike: “Di demekê de ku mirov ditirsiyan rojanmeyê bixwînin, ew bê dudilî vê xebatê dimeşîne. Di oxira eşqa heqîqet û azadiyê de gelek caran hate ber mirinê.
Di çarçoveya erka xwe ya naskirin û ragihandina rastiya welatê xwe de, piştî demekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û bi pênûsa xwe heqîqeta têkoşîna azadiyê vedibêje. Li ser şopa pêşengên xwe yên weke Gurbetelli Ersoz li çiyayên azad bi salan jiyan û têkoşîna gerîla lêkola û ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand. Di vê çarçoveyê de li ser mijarên akademîk, dîrokî û wêjeyî jî bi dehan nivîs dinivîsandin û tevkariyek girîng li arşîva çapemeniya azad kir. Wî ev rêwîtiya xwe jî, bi navê “Rêwitiyeke ber bi keviyên jiyanê ve (Hayatın Kıyısına Yolculuk)” kirin pirtûk.
Rêheval Seyîd ne tenê li Kurdistan û çiyayên wê, li gelek welatên ku Kurd lê dijîn jî, erka ragihandinê dimeşîne. Li welatên berê yên Sovyetê, Ermenistan û Rusyayê li ser rewşa civaka Kurd ya li wan herêman û kesayetên navdar lêkolînan dike. Lê bi wê yekê jî qayil nabe, li her erdnîgariyek Kurdistanê ku liv û tevgerek şoreşgerî hebe, berê xwe dide wir.”
Berê xwe dide Rojava
Sala 2012’an bi Şoreşa Rojava re Seyîd Evran berê xwê dide Roajava. Dilyar Cizîrî wiha behsa vê yekê dike: “Li aliyekê rastiya şoreşê vedibêje û dinivîse, li aliyê din jî di avabûn û sazûmaniya xebatên çapemeniyê de bi roleke sereke radibe. Ji Dêrikê heta Efrînê li tevahiya erdnîgariya herêmê gav bi gav digere, pêvajoya şoreşê dişopîne û bi dehan şagirtan perwerde dike. Bi vê xebata xwe dibe yek ji stûnên şoreşa Rojava û çapemeniya şoreşê. Vê berpirsyariya xwe ya serxistina şoreşê, rol û girîngiya çapemeniyê heta kêliya dawî ya jiyana xwe jî bi serketî dimeşîne.
Hevalê Seyîd Evran ji sala 2020’an bi nexweşiyan ketibû. Du caran dilê wî hate ber sekinînê, lewma neçar ma ku çend caran emeliyat bibe. Tevî pirsgirêkên xwe yên tunduristiyê jî, bênavber xebatên xwe meşandin û ji coş û morala xwe tiştek winda nekir.
Herî dawiyê nexweşiya wî dîsa serî hilda û zor li bedena wî kir, lewma ev demek bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê mixabin tevî hemû hewldanan jî, sibeha 22’ê Îlonê dilê wî sekinî û ji nava me bar kir.”
Dilyar Cizîrê daxuyanî wiha bi dawî kir: “Hevalê Seyîd Evran jî mîna têkoşerên çapemeniya azad yên wekî Apê Mûsa, Gurbetellî Ersoz, Xelîl Dag, Nûjiyan Erhan, Deniz Firat, Dilîşan Îbîş û bi dehan şehîdên din di rêya heqîqet û azadiyê de bû meşalek ku rêya me ronî dike. Ji şopdarên riya ronîkirinê mîrateyek mezin hiştiye. Em jî weke şopdarên şervanên pênûsa azad soza mezinkirin û berfirehkirina vê têkoşînê û heqîqetê didin. Rêya wan wê her tim me ronî û zana bike.”