Meaşê 3 zarokên astengdar hat betalkirin!

În 21 Mijdar 2025 - 15:30

  • Malbata Bakîoglû ku li Farqînê dijî sê zarokên wan astengdar in û Qeymeqamiya Farqînê bi hinceta “fikra siyasî” alîkariya her sê ferdên astengdar ên malbatê qut kiriye. Malbata Bakîoglû got: “Ji ber fikra me ya siyasî meaşê zarokan qut kirin.”

Li gor nûçeya Ajansa Welat li gundê Huseyna yê navçeya Farqînê ya Amedê du xwişk û birayek astengdar hene. Zarokên malbata Bakîoglû ne. Dîlan Bakioglû 27 salî ye, Diyar Bakîoglu 25 salî ye û ya herî biçûk jî Umran a 18 salî ye. Li Dîlanê nexweşiya epîlepsiyê peyda bûye, li Diyar jî nexweşiya şant (hîdrosefalî) yanî ku av li ser mêjiyê wî kom dibe peyda bûye û ew nikare ji erdê rabe, her tim li erdê ye. Umran jî jidayikbûna xwe ve nexweş e. Tevî ku her sê ferdên malbatê astengdar in jî lê belê Weqfa Piştevaniyê û Alîkariyê ya Civakî ku girêdayî Qeymeqamiya Farqînê ye, alîkariya madî ya ji bo malbatê qut kiriye. Her wiha weqfa navborî sîgorteya ji bo tenduristiyê ya ferdên malbatê jî betal kiriye.

Fikra wî ya siyasî kirine hinceta qutkirina alîkariyê!

Dayik û bavê zarokan Saygul û Medenî Bakîoglu bi derfetên xwe yên kêm hewl didin li zarokên xwe binêrin û pêdiviyên wan dabîn bikin. Tevî ku malbatê gelek caran li dijî qutkirina meaşê astengdariyê û betalkirina sîgortayê serî li Qeymeqamtiya Farqînê daye jî lê tu encam negirtiye. Malbatê da zanîn ku kesên derdora wan çûne giliyê wan kirine û alîkarî hatiye qutkirin. Medenî Bakîoglu diyar kir ku ji ber wî heyamekê hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Farqînê kiriye ev yek kirine hinceta betalkirina sîgorta û qutkirina meaşên zarokên wî.

Her wiha saziyên pêwendîdar ji malbatê re gotiye, “Hûn kar û xebatên rêxistinî dikin, em nikarin ji bo we tiştekî bikin.”

Malbat dibêje ku wan serî li dadgehê jî daye, lê dosya şandine Dadgeha îstînafê ya Enqereyê. Tevî vê yekê jî bersiva dosyayê nedane û dosya demek dirêj e li îstînafê sekinandî ye.

Malbatê da zanîn ku wan çend caran serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û ya navşeya Farqînê jî dane, lê her du şaredarî jî ji malbatê re nebûne bersiv. Linihêrîna zarokan bi piranî li ser milê dayika wan e. Dema ku bavê wan li malê be ew bi hev re li zarokên xwe dinihêrin.

Saygul Bakîoglû diyar kir ku zarokên wê nexweş in û çûye qeymeqamtiyê jî jê re gotine, “Me sîgorta û meaşê zarokên we betal kiriye. Em ê derman nedin we.” Saygul Bakîoglû da zanîn ku ew nikarin dermanan ji zarokên xwe re bistînin û tu saziyek ji derdê wan re nabe derman. Saygul Bakîoglû diyar kir ku ew nikarin zarokên xwe bibin nexweşxaneyê û ew ketine rewşek şerpeze. Saygul Bakîoglû anî ziman ku neheqî li wan tê kirin û bêsedem li wan wisa hatiye kirin û xwest sazî tavilê alîkariya wan bikin.

Bavê zarokan Medenî Bakîoglu jî diyar kir ku çend sal in meaşê wan ê astengdariyê hatiye betalkirin û qutkirina meaş ne bes bû sîgortaya zarokên wî jî hatiye betalkirin. Medenî Bakîoglû da zanîn ku heta niha serî li kîjan saziyê dabin jî tiştek bi dest nexistine û her cara ku ew serlêdan dikin jî bi hincetên cuda nêzîkî wan dibin. Medenî Bakîoglu bi bîr xist ku di sala 2015'an de qereqolê gazî wî kiriye û ew çûye qereqolê û got: “Ez çûm û min îfade da. Ji min re gotin, ‘Tu meaşê xwe yê hevserokatiyê distînî, em ê meaşên zarokên te betal bikin’. Tevî ku min serî li şaredariyan jî da ew jî ji derdê min re nebûn derman. Armanca me ne xwestina pereyan e, bi tenê ewlehiya tenduristiya van zarokan e. Êdî hatiyê wê astê em nikarin wan bibin nexweşxaneyê. Tişta ku qeymeqamiya Farqînê tîne serê me, ji ber fikra me ya siyasî ye.” AW/AMED/ABDULLAH ESEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.