Komîsyon bi rojeva Îmraliyê civiya

În 21 Mijdar 2025 - 16:30

  • Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê, bi rojeva serdana Îmraliyê civiya. 

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat demazirandin, dest bi civîna xwe ya 18’emîn kir. Di civîna ku bi seroktiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ve hat lidarxistin dê xebatên komîsyonê û serdana Îmraliyê bê gotûbêjkirin. Piştî gotûbêjê dê serdana Îmraliyê dengdayînê bê kirin.

Herwiha komîsyonê piştî guhdarîkirinan dê civîna xwe ya yekemîn pêk bîne.    

CHP dê neçe Îmraliyê

CHP ku tev li civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê bû, biryar da ku di serdana Îmraliyê de cih negire.

Ji MHP'ê Fetî Yildiz diçe

Li ser navê MHP’ê dê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, biçe Îmraliyê

AKP ku bi rojeva serdana Îmraliyê duh civiya, ragihand ku dê Tifaqa Cumhur dengê erênî bide.

Em dîrokê dinivîsin

Endama Komîsyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit got, "Em ji kesên ku tên vir hêvî dikin ku berpirsiyariyê hilgirin ser xwe. Dîrok ji hêla mirovên wêrek ve tê nivîsandin. Em dîrokê dinivîsin."

Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê yê CHP'ê Murat Emîr ragihand ku ew ê nûnerê xwe neşîne Îmraliyê. CHP dê sedema vê biryarê paşê ji raya giştî re eşkere bike.

Endama Komîsyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit bertek nîşan da û got, "Dîrok ji hêla mirovên wêrek ve tê nivîsandin; dîrok dê yên ku berpirsiyariyê nagirin binivîse."

Endamê MHPê Feti Yıldız jî got, "CHP neyê jî, komîsyon dê biçe Îmraliyê."

CHP'ê civîna Komîsyonê terk kir

CHP'ê civîna komîsyonê ku bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê civiya bû terk kir. Endamên komîsyonê yên CHP'ê bi hinceta ku civîn wê girtî berdewam bike, civîn terk kir.

Parlamenterên CHP'ê yên endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Milî civînê terk kirin. 

Komîsyon bi rojeva cûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyabû. Endamên komîsyonê yên CHP'ê bi hinceta ku civîn wê girtî berdewam bike, civîn terikandin û derketin. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.