Axaftina Ocalan a di kongreya yekem de

În 21 Mijdar 2025 - 17:00

  • Di 26-27’ê Mijdara 1978’an de koma tovik a Apoyî li Lîceya Amedê ji bo kongreya yekemîn li dar bixin lihev kombûn. Di kongreyê de du jin jî amade bûn. Di vê kongreya ku qedera gelê Kurd diyar kiriba de axaftina destpêkê Rêber Apo kir. Di kongreyê de li beramberî şehadeta Hakî Karer biryara partîbûnê hate girtin û Rêber Apo wek Sekreterê Giştî yê PKK’ê hate hilbijartin.

Dema ku Rêber Apo li ser armanca dîrokî ya hevdîtinê rawestiya, wê li ser şert û mercên zayîna têkoşîna rizgariya neteweyî û pêşengiya wê ya siyasî û bîrdozî jî nirxandinan bike. Di heman demê de, wê gavên ku dijmin biavêje, di serî de sazûmana rêxistinî ya Tevgerê, statuya wê, îmkanên têkoşînê, rewşa îro ya kadroyan, geşedanên siyasî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin.

Beşek ji axaftina Rêber Apo ya di kongreya yekem a PKK’ê de aniyî ziman wiha ye:

"Di vir de me kêm an zêde şovenîzm û şovenîzma civakî derbaz kir û layiqî dîroka welat û cewhera wê bû, an jî di vî warî de ketine pêvajoyek geşepêdanê. Heman demê de me kariye hêdî hêdî dest bi belavbûna welat bibin. Ger me di warê bîrdozî de, li metropolên neteweya serdest, li navendên perwerde û çandê yên girîngtir pêşketineke wiha bi dest nexistana, em piştrast in ku ne me dê vegere şert û mercên welat û ne jî me dikarîbû li vî welatî pirsgirêka şoreşê ji xwe re bidîta, ne jî komên sereke û komên herêmî yên ku îro li vir in derbixistana holê.

Piştî Kemalîzma ku li ser vê bingehê îdeolojîk şeklê herî xurt ê neteweperestiya neteweya serdest e û şovenîzma sosyal ku di nava refên çepên şoreşger de şiklê wê ye, bi awayekî berfireh hatin eşkerekirin û di encama van rexneyan de piştî me fêm kir ku em nikarin zêde tiştek di vir de bibînin û me pêwîstiya vegera welat zelaltir kir. Li ser vê bingehê me karî ji hêmanên dilnizm û dilpak ên ku ji bo berjewendiyên gel tevdigerin re rave bikin ku ji bo afirandina cih ji bo hêzên pêşverû û geşepêdana gel di warê civakî, çandî û siyasî de, ji bilî vegerê li welat ti çareya me nemaye.

Şovenîzma civakî gelek xeternak e û li dijî vê pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Di rastiyê de pratîka îro û asta ku em îro gihiştine, nîşanî me daye ku di qada bîrdozî de diyarkirina armancên xwe çiqasî zehmet e. Bi vî awayî. Çend kom nûnertiya şovenîzma civakî dikin, çend kom nûnertiya neteweperestiya teslîmkar a reformxwaz dikin, çawa ji cîhanê fêm dikin, li ser çend koman dabeş dikin, me tu carî van ciddî negirt.

Ger bi baldarî lê binêrin, wê demê dev ji bûyîna hêzek hezar û deh hezar kesan berde, em nedikarîn wek pênc-deh kes jî bihatana cem hev. Li aliyekê nûnerên paşverûtiya herêmî ya li wir, li aliyê din jî nûnerên burjuvaziya neteweyî ya serdest, mafê jiyanê jî nedan me. Her wiha paşvemayîna me ya çandî ya xwezayî û nekarîna me ya ku em xwe bigihînin şêwazên ramanê yên hemdem ên li cîhanê, em di tengasiyek mezin de hiştin. Lê wek min got, dema ku birînên bi vî rengî rast hatin tespîtkirin û me xwe li ser esasê veguheztina ji çavkaniyên sereke yên Marksîzmê esas girt, ne mimkûn bû ku geşedanek çênebe. Eşkere bû ku komek têkoşînê, çi tenê û çi biçûk be jî, ku armancên dîrokî û şênber ên wisa rast ji xwe re danîne holê, wê teqez pêş bikeve, li wir teşe bigire û pêşengiya welat bike. Baweriya me ya wê demê ev bû.

Pratîka ku îro pêş ketiye hîn zêdetir nîşanî hevalan daye ku em çiqasî rast in. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya li dijî şovenîzma civakî em birin welat. Di heman demê de têkoşîna me ya îdeolojîk, rêxistinî û operasyonî ya li dijî hêzên serdest ên herêmî yên li welêt, beşên bûrjûwazî, bûrjûwaziya biçûk û feodal û nûnerên wan, em bi gel re kirin yek.

Me li dijî hêzên paşverû yên herêmî, nûnerên wan ên di qada îdeolojîk de têkoşîn da û di demeke kin de ew têk birin û li pey xwe de hiştin. Bi xistina derbên girîng li wan, me karîbû bi kêmanî jî be di warê bîrdozî de li ser beşek mezin ji welatê xwe kontrol û bandora xwe bi dest bixin.”

Piştî 21 salên têkoşîna bênavber a siyasî, leşkerî û civakî ya PKK’ê, di sala 1998’an de Komploya Navneteweyî ya ku hêzên emperyalîst û hevkarên Kurd jî di nav de bûn, ket meriyetê. Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi dawî bû. Hêzên emperyalîst bi vê komployê tasfiyekirin û qirkirina çandî ya li ser gel û Tevgera Kurd hedef dikirin. Lê Rêber Apo vê komployê bi parastin û paradîgmaya nû pêşxistî pêşxistî vale derxist. Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5’emîn a bi navê ‘ Parastina Kurdên Di Pencê Qirkirina Çandî de’ ya li Girtîgeha Îmraliyê de dema avabûna PKK’ê nirxandiye. ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.