HPG NRÇ’ê şehîdên 2020’î bi bîr anî
În 21 Mijdar 2025 - 16:00

- HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku em ê têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe yên şehîd bidomînin û armanca wan teqez bigihînin serketinê.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdên sala 2020’î de ev tişt diyar kir:
“Em hevrêyên xwe Hebûn Mîrkan, Bêrîtan Alan, Axîn Xabûr, Sadiq Kobanê û Azad Gever ên ku li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2020’î de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me Hebûn, Bêrîtan, Axîn, Sadiq û Azad ên ku her yek ji wan wekî zarokên hêja yên ku bi kedeke mezin ji aliyê malbatên me yên welatparêz ên bi rûmet ve hatine mezinkirin, tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Her yek ji wan di destpêka jiyana xwe ya herî xweş de ji bajarekî cuda yê Kurdistanê derketin rê û bûn gerîlayên azadiyê. Bîrdoziya Apoyî ji dil bawer kirin û ji bo ku doza hebûn û azadiya gelê me bigihînin serketinê bêyî hesab têkoşiyan. Ji bo vê armancê xwe ji dayîna kedê û şerê fedayî yê li seranserê Kurdistanê dûr negirtin. Hevrêyên me yên ku xwedî dilên paqij, hestên bilind, baweriyeke xurt û îradeyeke ku têknaçe bûn, wekî şoreşgerên jêhatî yên xwedî exlaqên mirovî yên bilind, têkoşîna ku PKK û PAJK’ê pêşengiya wê dikirin bilind kirin. Hevrêyên me yên dilêr, ewladên hêja yên gelê me û milîtanên Apoyî yên fedayî, bi sekin, pratîk, beşdarbûn û têkoşîna xwe ya fedayî navên xwe di dîrokê de nivîsandin.
Em şehîdên xwe yên leheng ên ku bi fedayî ber bi azadiyê ve meşiyan bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Em di serî de ji malbatên hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe yên şehîd bidomînin û armanca wan teqez bigihînin serketinê." ANF/BEHDÎNAN















