Girtiyên siyasî berdin
În 21 Mijdar 2025 - 15:00

- Jinan der barê ku divê girtiyên siyasî bên berdan de çi bên kirin axivîn û got divê civak ji bo girtiyên siyasî bibin yek. Jinan gotin girtiyên siyasî azad nebin civak jî azad nabe.
Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re berdana girtiyên siyasî hat rojevê. Lê der barê vê de dewletê hîna gavek şênber navêtiye. Li girtîgehên Tîpa Çal girtiyan der barê binpêkirina mafan de berxwedana rojiya mirinê dane destpêkirin û didome.
Ji Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) Fatma Yildirim, Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nurten Karagoz û xaltîka girtî Partîzan Alî Gulmez, Sevîm Kalman der barê mijarê de axivîn.
Ji Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) Fatma Yildirim diyar kir ku girtiyên şoreşger azad nebin civak jî azad nabe û wiha got: “Elîf Vuraltaş di mijdara 2024’an de 30 sal tije kir. Tahliyeya bi şert hat. Ji meha mijdara 2024’an de 3 caran bi 6 mehan dem tahliye hat taloqkirin. Elîf Vuraltaş li girtîgeha jinan a Bakirkoyê dimîne. Ji aliyê Lijneya Şopandin û Îdareya Girtîgehê ve bi kêfî nayê berdan. Ligel vê rewşa girtiyên nexweş heye. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan. Bibin jî bi kelepçe û leşkeran dibin odeyê. Ew jî derman nabin û şûnde vedigerin girtîgehê. Ji ber vê nexweşî jî giran dibin. Li gorî raporê Mafê Mirovan nêzî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Ev hejmar ne kêm e.”
Fatma Yildirim destnîşan kir ku rêxistinbûneke bi navê ‘Bila Girtîgehên Tîpa Çal bên girtin!’ ava kirine û wiha dirêjî dayê: “Demên pêş de tê plankirin ku der barê vê de çalakî û bernem bên kirin. Em wek TDÎ di vê avabûnê de cih digirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên girtîgehan em dixebitin. Girtiyên şoreşger bi têkoşîna me dikarin azad bibin. Ew azad nebin em jî ne azad in.”
Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Nurten Karagoz jî da zanîn ku berdana girtiyên siyasî samimiyeta li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha got: “Em li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakî û bernameyên cur bi cur pêk tînin. Girtî bêyî sedem bi salan eli girtîgehan e. Em STK ne. Peywira me ev e ku em van dijhiqûqiyan teşhîr bikin û mijarê bikin rojevê û pirsgirêkan çareser bikin. Em hewl didin berpirsyariya xwe bînin cih, guh bidin banga aştî û civaka demokratîk.”
Xaltîka girtî Partîzan Alî Gulmez Sevîm Kalman da zanîn ku piştî komkujiya 19’ê Kanûnê şûnde 3 girtiyên siyasî û di hucreyên yek kesî de hatin bicihkirin û wiha got: “Li dijî tecrîda pêk tê hîna li ber xwe didin û li dijî binpêkirinên dijmirovahîne. Binpêkirinên mafan û tecrîd didome. Înfaz tên şewitandin û tahliye bên taloqkirin. Divê em xwe rêxistin bikin û çalakiyên xwe demdirêj plan bikin.” JINNEWS/STENBOL







