Girtina rêyan xeternak e
În 21 Mijdar 2025 - 14:00

- Hikumeta veguhêz rêyên sereke yên di navbera Qamişlo û Helebê de girtine, vê jî şênî neçar kirin ku rêyên dirêj û xeternak bi kar bînin.
Di navbera bajarên Qamişlo û Helebê de 2 rêyên sereke hene, yek ji wan rêya M4 a bi dirêjiya 442 kîlometreyan e, ew rê 6 saetan dirêj dike, lê ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê de di 2019'an de hatiye girtin. Rêya din a Dêr Hafirê heye, ew jî bi dirêjiya 467 kîlometreyan e û 7 saetan dirêj dike, ew jî di Îlona borî de ji aliyê hikumeta veguhêz ve hat girtin.
Ji ber girtina her du rêyan, welatî neçar dibin ku rêyeke alternatîf bi kar bînin, ew jî bi dirêjiya zêdetirî 880 kîlometreyan e û zêdetirî 12 saetan dirêj dike. Rê di Dêrazor û Tedmurê re derbas dibe û li her du bajaran ji ber nebaşiya rê welatî gelek zehmetiyan dibînin. Li heman deverê şaneyên çeteyên DAIŞ'ê çalak in, kemîn datînin û êrişan li dijî erebeyan pêk tînin. Ji lew re, ji ber tirsa êrişan ajokar bi şev naçin.
Ajokar M.H. got rê tijî metirsî ye û li deverên çolistanê yên dûrî bajaran gelek caran erebe û bas xerab dibin, li kêleka wê jî bendên kontrolê yên bi bermîlan çêkirine yên girêdayî hikumeta veguhêz piştî Esriya hene. Endamên li ser bendan bertîlên heta 50 hezar lîreyê Sûriyeyê ji bo her erebeyekê dibe.
M.H. diyar kir ku ew gelek caran ji aliyê bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz ve ji bo dayîna pereyan hatiye astengkirin û got cara herî dawîn endamên hêzên hikumeta veguhêz ji bo ku nasnameyên welatiyan vegerînin, pere xwestin. ANHA/HELEB/XEYS ŞEMSEDÎN







