Divê komîsyon bi rolek çalak tevbigere

În 5 Îlon 2025 - 03:28

Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş anî ziman ku ji bo pêvajo bi rengekî baş bimeşe divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin bi roleke hîn çalak tevbigere û guhdarîkirina li aliyan a li komîsyonê wê girîng be.

Zanyarê Siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş pêvajoya ku têkildarî çareseriya meseleya Kurd hatiye destpêkirin nirxand û diyar kir ku pêvajoyê bi zor û zehmetiyên ji ber bûyerên herêmî û navneteweyî destpê kiriye; lê belê desthilatdariyê nexşerêyeke stratejîk neafirandiye.

Saritaş got, “Tirkiye hem li nava xwe gavên ji bo demokratîkbûnê bi têrkerî neavêje hem jî li Sûriyeyê polîtîkayeke nerasyonel û tekperest dimeşîne, bi vî rengî pêvajoyê dixe nava rîskê. Ji bo çareserî mayinde be pêwîstî bi zemîneke danûstandinan a demokratîk û planeke demdirêj heye.”

Saritaş işaret bi zextên desthilatdariyê yên li ser muxalefeta siyaseta navxweyî kir û anî ziman ku ev zext li pêvajoyê nayê û destnîşan kir ku ev polîtîka zerarê dide pêvajoya aştiyane. Saritaş diyar kir ku divê desthilatdarî dest ji vê nêzîkatiyê berde û ji bo tevkariyê li pêvajoyê bike gavan biavêje.

Her wiha ragihand ku ji bo pêvajo bi rengekî baş bimeşe divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin bi roleke hîn çalak tevbigere û guhdarîkirina li aliyan a li komîsyonê wê girîng be.

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.