Mam Hesen pîşeyê mirî zindî dihêle

Duşem 22 Îlon 2025 - 17:30

  • Di roja me ya îro de gelek pîşe hema bêjin li ber tinebûnê ye û gelek jî tine bûne. Mam Hesen yê karê merengoziyê dike hê jî vê pîşeyê tevî temenê xwe yê zêde jî zindî dihêle û wisa dide nişandan heta saxbe wê vî karî zindî bihêle.

Bi pêşketina teknolojî û demê re gelek pîşe hêdî hêdî ji ber nebûna fêrkar û dîsa şert û mercên aborî yên jiyanî ber bi tinebûnê ve çûne. Yek ji van karan jî karê merengoziyê ye. Her çendî hê jî nimûneyên vê mabin jî, lê bi tiliyan tên hejmartin. Hosta Hesen yek ji kesên ku pîşeya merengoziyê hê zindî hişitye.

Hosta Hesen 34 salan bê navber karê merengoziyê dike. Hoste Hesen di nava van 34 salan de ji mehdikan bigire heta, kursî, mase, derî, pencere, dolab û gelek berhemên din ji daran çêkiriye û ruh daye telaşan. Hosta Hesen li gundê Sersiyane ya bajarokê Bingirte û niha li bajarokê Hecîawa ya ser bi îdareya Raperînê dijî. Hosta Hesen berî were Hecîawa li gundê xwe vî karî dikir.

Amûrên pêşketî kar hêsantir dikin

Hosta Hesen li gundê xwe dema kar dikir, ji navçeyên Qeladizê û Ranyayê dar dianî kûrsî, mase û gelek tiştên din jê çêdikir. Hosta Hesen diyar dike ku dema berê zêde berhemên pêşketî nebû, li ber destê wî tenê mişar, çekûç û bizmar hebûn û got: “Niha gelek amûrên pêşketî û teknîkî hene kar hêsan dike.” Hosta Hesan anî ziman ku destpêkê bi çêkirina deriyên teneke yên ji bo deriyên gundan û pencereyan dest bi karê merengozî kiriye û vê dibêje; “Li gund min dolabên bi qasî du metre hebûn çêdikir.”

‘Kesek bi tenê nikare van karan bike’

Hosta Hesen destnîşan kir ku pîşeyê merengozî girane û westana xwe zêde ye û got: “Niha dolab tên çêkirin, xwedî nexş û textên giranin. Kesek tinê nikare vî karî bike. Şert û mercên niha jî li ber destin derfetê min nîne şagirtek bigirim li gel xwe û heqdestê wî bidim.” Bi pêşketina teknolojiyê û amûrên modern re bandorek pir zêde li pîşeyên destan yên kevnar hatiye kirin û li ser vê yekê jî Hosta Hesen vê tîne ziman: “Niha tişt amade tên û li hev tê dayîn. Ev ne pîşe ye. Berê dar dihat, bi rendeş û amûrên din şekil dihate dayîn, lê niha ew nemaye û her tişt amade tên.”

Hoste Hesen destnîşan dike ku berê li gund di nava hefteyekê de dikarî dolabek çêbike û got: “Mehê me dikarî 3-4 dolab çêbikin. Ji ber ku hemû ked û westana wê bi dest dihate kirin.” Niha Hosta Hesen zêdetir karê nûjenkirin û temîratên mase, kursî û dolaban ve mijûle. Hosta Hesen tevî temenê xwe jî biheskirin karê xwe û dibêje: “Eger ewqas heskirina min nebûna, minê nekarîba vî karî bikira.”

ROJNEWS/HECÎAWA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.