Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê didome
Duşem 22 Îlon 2025 - 15:20
- Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 155’emîn, di roja 795’an de didome.
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 155’emîn, di roja 795’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 154’emîn Bêrîvan Tunç axivî.
Bêrîvan Tunç destpêkê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li girava Îmraliyê silav kir û got: “Em ê heta dawî hewl bidin bibin layiqê ked û têkoşîna wî. Ji bo ku em bibin layiq jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta dawiyê bimeşînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 155’emîn û dirûşmeyan dawî bû. NAVENDA NÛÇEYAN