Têkçûna li Kobanê hezm nekirin
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:10
Barîn Sorxwîn şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anî û got, “Çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriya wan dikirin têkçûna xwe ya li Kobanê hezm nekiribûn.”
Çeteyên DAIŞ’ê û alîgirê wan ên têkçûna xwe ya Çileya 2015’an a li Kobanê hezm nekirin, piştî 5 mehan 25’ê Hezîrana heman salê bi êrîşeke nemerd li navenda bajêr û gundên Kobanê komkujiyên hovane pêk anîn. Di êrîşa çeteyan de di nav wan de zarok û jin jî ku hebûn, 233 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Barîn Sorxwîn ku bi xwe gazî ye û wê demê di nav şervanên YPJ’ê û YPG’ê yên mudaxeleyî çeteyan kirin de cih digirt, bi wesîleya 10. salvegera komkujiya Kobanê axivî.
Barîn Sorxwîn destpêka axaftina xwe komkujiya Kobanê ya 25’ê Hezîrana 2015’an bi tundî şermezar kir û got, “Ev komkujî li ser esasê komployekê bû. Li ser gelê me fermanek bû. Li gundên Berxbotan, Hêlincê, navenda Kobanê komkujiyeke hovane hat kirin. Wê demê Meha Remezanê bû. Çeteyên ku cilên şervanên YPG’ê li xwe kiribûn, bi rengekî mîna Sirîn rizgar bûye ketibûn qadê.”
Barîn Sorxwîn anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê û yên piştgiriya wan dikirin têkçûna xwe ya li Kobanê hezm nekiribûn ev xisûs anî ziman, “Lewma êrîşî gel kirin. Negotin ew zarok, dayik, jin û îxtiyar in bi awayekî hovane mirov qetil kirin.”
Barîn Sorxwîn wiha dawî li axaftina xwe anî, “Li cihê ku şervanên azadiyê hebin wê ti hêz nikaribe îradeya gel bişikîne. Baweriya min bi gelê heye. Wê ti carî paşde gavan navêje. Çi dibe bila bibe çiqas êrîş li hember me bên kirin bila bên kirin em ê hemûyan têk bibin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN