Em ji Rêber Apo bawer dikin
Çarşem 19 Adar 2025 - 03:45
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ê bal kişand ser geşedanên girîng got: “Têkildarî vê yekê em ji xwe, hêza xwe û xeta xwe bawer dikin, lê weke min diyar kirî herî zêde jî em ji Rêber Apo bawer dikin. Em ji projeya Rêber Apo re jî amade ne."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû û geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê qewimîne nirxand. Karayilan diyar kir ku Newroz divê bi perspektîfa ‘Azadiya Rêber Apo û Çareseriya Demokratîk’ bê nirxandin û ji bo Newroza 21’ê Adarê ya li Amedê, banga tevlîbûnê kir. Karayilan ev peyam jî da: “Newroza 2025’an dibe ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bibe destpêkek nû.”
Karayilan bal kişand ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê şert û merc ji Rêber Apo re bên afirandin ku bikare bi aktîf tevlî pêvajoyê bibe. Karayilan ev tişt anî ziman: “Gavên dîrokî yên mîna komkirina kongreyê, fesihkirina partiyê û çek berdanê encex bi pêvajoyeke ku Rêber Apo bikare bi rengekî azad rêxistin bike û bi rêve bibe, pêkan e. Devlet jî divê li gorî vê sererastbûnên qanûnî pêk bîne û pêşî li Rêber Apo veke.”
Karayilan bangên ‘teslîmiyetê’ yên ji aliyê rayedarên bilind ên dewleta Tirk ve hatine kirin, rexne kir û got, “Em qala pirsgirêkeke sed salî, şerekî 41 salan dikin. Ji bo çareseriyê divê êdî zimanê dijmintiyê na, zimanê aştiyê bê bikaranîn. Ti feydeya şer ji bo ti kesê nîne. Rêber Apo projeke aştî û demokrasiyê pêş dixe ku wê bi rengekî erênî bandorê li tevahî Tirkiye û Rojhilata Navîn bike.”
Nirxandine Murat Karayilan bi vî rengî ye:
Newroz di dîroka gelên herêmê û Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Rêber Apo beriya 52 salan, di rojeke Newrozê de derketina xwe ya dîrokî pêk anî. Gelê me li dora agirê Newrozê, agirê berxwedan û azadiyê her ku çû hîn zêdetir pîrozbahî kir û ev roj pêşwazî kir.
Niha kesên ku em hewl didin pê re aştiyê bikin, yanî dewlet, divê me rast fêm bike. Tişta ku Rêber Apo bi banga xwe ya dîrokî xistî rojevê ji rêzê nîne, tiştekî pir mezin e. 52 sal in têkoşînek, 41 sal in şerek didome. Kadroyên bi biryar ên xwedî sekna îdeolojîk, di nava vê tevgerê de cih digirin. Biryara komkirina Kongreyê, fesihkirina Partiyê û çek berdanê rewşeke ji rêzê nîne. Lewma encex damezrînerê vê partiyê Rêber Apo ku hemû heval wî esas digirin, dikare vê pêvajoyê bi encam bike. Divê derfet hebin ku Rêber Apo bi aktîf beşdarî vê pêvajoyê bibe.
Beriya her tiştî divê bê zanîn ku, PKK tevgereke civakî, siyasî, bîrdozî û rêxistinî ye. PKK tenê ne gerîla ye. Dibe ku PKK ji sedî 10 leşkerî be. Bingeha wê ya esasî civakî ye. Û PKK niha di vê pêvajoyê de li Bakurê Kurdistanê û li her deverê di dema xwe ya herî xurt de ye. Ev mijareke teqez e.
A rastî di mijara gerîla de qelsî nîne. Em ne mirovên bê tecrûbe ne. Bi salan e em di nava vî karî de ne. Me dît ku di sala 2016'an de Gladiyoya NATO'yê bernameyên pêwîst ên ji bo amadekirina balafirên keşfê yên bi çek da Tirkiyeyê, her wiha nîşan da ku parçeyên hesas ên pêwîst dikare ji ku derê peyda bike, bi vî rengî kir ku ev teknîka şer (SÎHA) bikeve destê artêşa Tirk. Piştre ji şîrketên di bin kontrola dewleta Tirk de destpê kir û di vî alî de xwe pêş xist. NATO, çima tiştek bi vî rengî kir? Ji bo me qels bike û hevsengiya şer veguherîne aliyê dewleta Tirk, ev yek kir.
Mijarek din a ku me dît, fikirîn ku ew ê bi teknîkê derdora me teng bikin. Jixwe balafirên SÎHA xistin dewrê. Li dijî wê me çi kir? Em ketin nava lêgerîna ka ev SÎHA çawa tên îmhakirin. Di encamê de em gihiştin kapasîteyek bi vî rengî. Vê yekê jî weke mizgînî me bi gelê xwe re parve kiribû. Niha naxwazim yek bi yek navê modela wan bidim pey hev, lê dikarim bêjim ji wê demê û vir ve piraniya SÎHA’yan êdî li herêmên me nagerin.
Bi kurtasî bi rapor û propagandayên bi vî rengî yên nerast, nikarin xwe bigihînin heqîqetê. Heqîqeta me cuda ye. Dibe ku em vê yekê nekaribin pir bînin ziman û nagihêjin her kesî, ev gotinên me tenê di çapemeniya azad a Kurd de tên weşandin. Dibe ku negihêje her der û nebe rojev jî. Dibe ku negihêje raya giştî ya Tirkiyeyê jî lê rastî ev in. Rastî çiqas bê veşartin jî teqez rojek ew ê derkeve holê. Kes nikare pêşî li rastiyê bigire.
Bi kurtasî, derfetên me hene; em bêbijartek nînin û em mecbûrî ti tiştî nînin. Weke leşkerî jî, weke siyasî jî bijartekên me hene. Em jî hêzeke di asta herêmî de ne. Em dikarin peywendiyan ava bikin, lê belê li ser esasê hêza xwe ya cewherî em dikarin li dijî her cure êrîşan xwe biparêzin û pêşketinan ava bikin. Têkildarî vê yekê em ji xwe, hêza xwe û xeta xwe bawer dikin, lê weke min diyar kirî herî zêde jî em ji Rêber Apo bawer dikin. Em ji projeya Rêber Apo re jî amade ne.
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN