Birîna nekewiyayî: Kobanê
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:20
Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li hember berxwedana Kobanê têk çûn, di 25’ê Hezîrana 2015’an de cilên YPG’ê li xwe kirin û êrişî taxên Kobanê û gundê Berxbotan ê li başûrê bajêr kirin û komkujî pêk anîn. Sedîqe Bozan a hevjîna Fayîq Mihyedîn ku di komkujiyê de hat qetilkirin, kêliyên komkujiyê vegotin.
Sedîqe Bozan bi bîr xist ku komkujî di meha Remezanê de hat kirin û got:"Çeteyan berbanga sibehê wexta her kes di xew de bû êriş kir. Ji nişka ve dengê fîşekan hat. Ez û hevjînê xwe û zarokên xwe li ser banê xanî bûn, em ji xew rabûn. Min ji hevjînê xwe pirsî çi bûye û çima dengê fîşekan pir tê? Got netirse şervanan bajarê Sirînê rizgar kiriye, ji kêfan fîşekan diteqînin. Em ji ser banê xanî daketin. Hevjînê min çeka xwe li milê xwe kir û derket. Ez û keça xwe jî em derketin derve û em li kêleka wî sekinîn ji bo ku em bizanin çi diqewime. Em hîna wisa sekinîbûn, min dît carekê hevjînê min got ax. Min li wî nihêrî, min dît ku xwîn pê de diherike. Min dît ket erdê. Min qîr kir. Dema ku ez vegerîm hatim gel hevjînê xwe, min dît hevjînê min bi wê birîndariya xwe hatiye ber deriyê malê. Min xwe gihand wî û min û keça xwe ew derbasî hundirê male kir. Lê xwîn pir ji birîna hevjînê min diçû, min hewl da ez xwînê bisekinînim, lê nesekinî. Ji ber xwîna pir ya ku ji laşê wî çûbû, ew şehîd bû."
Em ê xwîna wan li erdê nehêlin
Zergê Nebo (65) a hevjîna Bekir Mihemed ku di komkujiyê de hat qetilkirin jî wiha got:"Em derketin derve, xelkê got çeteyên DAIŞ`ê ketine Kobanê û gundê Berxbotanê. Hinekan jî digot bajarê Sirînê hatiye rizgarkirin. Carekê min dît erebeya cîranê me derbas bû. Min destê xwe lê rakir, ew li min sekinî. Min jê pirsî tu yê ku de biçî? Got dibêjin bajarê Sirînê hatiye rizgarkirin, ez ê biçim Qada Jina Azad. Ez û kurê xwe li erebeya wî siwar bûn û çûn Qada Jina Azad. Dema ku em gihaştin Qada Jina Azad me laş li erdê dîtin. Ji me re gotin çeteyên DAIŞ’ê ne, ji vir birevin. Bi rê de min ji lawê xwe re got bavê we hîna li sûka sebzeyan e, ka lê bigere. Kurê min got bavê min dikare xwe biparêze.” Zergê Nebo diyar kir ku bi rê de kurê wê yê mezin bi motorsîkêtê rastî wan hat û wiha jê re gotiye: "Bavê min li sûkê nîşana serkeftinê kiribû, çeteyên DAIŞ`ê jî gule lê barandin û ew şehîd bû. Lawê min got dayê em nikarin biçin, ji ber ku çete ketine bajêr. Lawê min ez derbasî malê kirim û ji min re got hay ji zarokan hebe. Ji nişka ve çete hatin û çeka xwe rastî min kirin, gotin an derbasî hundir bibe yan em ê te bikujin. Piştî çete çûn, şervan hatin, em birin cihekî ewle. 25`ê Hezîranê ji bo me rojeke reş e, roja gola xwînê bû. Em vê rojê tu carî ji bîr nakin. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.”
ANHA/SARYA ŞÊXO