Serdema sosyalîzma civaka demokratîk

În 16 Gulan 2025 - 03:50

  • Mûrat Karayilan anî ziman ku PKK'ê xwe ji bo çareseriyê fesix kiriye, divê dewlet jî ji bo çareseriyê siyaseta xwe ya têkildarî Kurdan biguherîne û got:"Ji Kurdistanê heta bi her devera cîhanê em ê sosyalîzma civaka demokratîk pêk bînin."

Di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê de ku biryara fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate wergirtin, axaftina dawî ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ve hate kirin. Temamiya axaftina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:"Ev kongre li ser esasê daxwaza Rêber Apo ji bo pêwîstiya pêvajoyê pêk bê, me bi derfetên xwe, bi mecalên xwe çêkir. Bi esasî şert û mercên guncaw ji bo kongreyê nehatin avakirin. Em di nava êrîşên dewletê de vê kombûnê çêdikin. Ji bo wê tedbîrên wê yên ewlekariyê em bi xwe girtine. Biryara fesixkirina PKK'ê ku PKK di dilê gelê me de, di dilê dilxwazên me de textek ava kiriye, cihekî xwe yê taybet heye. Li ber dilê her hevalî jî bi vî rengî ye. Fesixkirina wê ne tiştekî hêsanî ye. Beriya her tiştî îradeyekê dixwaze. Rêber Apo ev îrade danî holê. Kongre jî bi nîqaş û helwesta xwe îradeyek beyan kir. Ev biryar û îradebûna Rêber Apo erê kir û biryara fesixê fermî bû. 

Ev biryar ji bo me ne hêsan bû

Bi taybetî ji bo me, em weke hevalên li vir, çend hevalên ji derve hatine, hevalên din bi giranî yên di nava xebatê şerê çekdarî de ne. Fermandariyê dikin, şer dimeşînin. Heval li vir hinekî axivîn. Ji nav şerê germ hatine vir. Û îzah kirin. Ji ber van rastiya civata me hevalên amade ev biryar ji bo me ne hêsanî bû. Ji ber ku em weke HPG, YJA Star ji kevneşopiya HRK'ê û ARGK'ê tên. Dîrokek me heye. 41 sal dîroka me heye. Ev dîrok di dîroka gelê Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Bi xwînê hatiye xemilandin. Şer û berxwedaneke destanî pêk hat. Me di vî şerî de heta niha derdora 35 hezar kadro, şervan, milîs şehîd da. Derdora 10 hezar welatparêz şehîd da. Bi giştî 45 hezar. Rast e, nêzî 50 hezar şehîdên me hene. Ji vana 89 heval endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê ne. Yanî PKK wisa bi rêveberiya xwe li pêşiyê meşiya û şer kir. Ev şer bi vî rengî hatiye meşandin. Şehîdên me taca vê tevgerê ye, ev tevger tevgera şehîdan e. PKK partiya şehîdan e. Niha PKK fesix bû, tevger ev kesên dimînin, Apogerî tevgera şehîdan e.

Peyamên Rêber APO em qanih kirin

Her kadroyekî vê tevgerê, leşkerekî Rêber Apo ye, fedaiyê Rêber Apo ye. Em fikirîn, Rêber Apo madem wisa bi israr, bi biryar projeyeke nû pêşkêş dike, pêngaveke nû bi rê bixe, wê demê tê de tiştek heye. Me hewl da beriya kongreyê, di hundirê kongreyê de hewldan bi pêş ket ku em fêhm bikin û em li gorî wê tevbigerin. Ji xwe bi hemû hevalan re wisa pêşveçûn çêbû. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê jî erê bang çêbû ji aliyê dewleta Tirkiyeyê, lê belê tenê gotinin. Tiştekî pratîkî bi pêş neket. Hebin jî tiştên pir biçûk in. Nameya Rêber Apo, peyamên Rêber Apo, hevalan guhdarî kirin. Vêya di astekê de qenehet çêkir. Li ser wî esasî bi rayê zêde biryar hate wergirtin. Biryara ku stratejiya şerê çekdarî bê bidawîkirin bi vî rengî derket holê. Li ser vî esasî kongreya 12'emîn a PKK'ê bû kongreya dawî ya PKK'ê. Ango PKK xwe bi xwe li ser esasên pêwîstiyên ku Rêber Apo anî ziman, nîqaş kir, ku di vê serdema dîrokê de bi biryareke wisa dîrokî, bi cesaret û îrade xwe bi xwe fesix bike. Biryara vê girt. 

Hewildana Rêber APO şanseke

Em bi stratejîk nêzî vê pêvajoyê dibin. Rast e em niha li vir gerîla ne bi giranî. Lê belê rastiya PKK'ê civak e. Bi hezaran kadroyên xwe hene di nava civakê de ne. PKK êdî bû civak. Ev civaka ku bi fikir û ramanê Rêber Apo gihîştiye, ku neyê xapandin. Ne ev gel, ne ev tevger tê xapandin, ne jî Rêber Apo tê xapandin. Ji xwe taybetmendiya sereke ya Rêber Apo, çi dibêje 'Ez ne têm xapandin, ne jî kesî dixapînim'. Em dixwazin rayedarên dewletê jî yên aqlê selîm li vê bifikirin. Ev firsendeke dîrokî ye. Îro ev helwesta Rêber Apo, ev hewldana Rêber Apo, xeta ku Rêber Apo bi pêş xistiye ji bo komareke demokratîk li Tirkiyeyê çêbibe şensekî mezin e. Ka rayedarên dewleta Tirkiyeyê, hikumeta AKP-MHP'ê wê çi bikin? Em ê gavên wan jî bibînin. Em vekirî ne, em dibêjin 'Bi yekalî tewanbarkirin rast nîne'. 

Kongre li ser rihê şehîdan pêk hat

Hevalên hêja, ev qonax di heman demê de qonaxa têkbirina komploya navneteweyî ye. Ev dem hîn bêhtir berpirsyariyê dixwaze. Di xeta şehîdên leheng de tu yê çawa tevbigere? Weke heval zanin me ev kongre li ser ruhê şehîd heval Fûat-Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn meşand. Bi ruhê şehîdan, bêguman ev herdu şehîdên me yên avakarên PKK'ê weke hemû şehîdan temsîl dikin, şehîdên mezin ên dawiyê ne. Em bawer dikin eger ew amade bûna wê hîn zêdetir Serok fêhm bikirana û pêşkêşiya me bikirana. Di heman demê de berî dîroka kongreyê 2-3 rojan xebera şehîdê aştî û demokrasiyê hevrê, kesê hêja Sirri Sureyya Onder hat. Ev kongre di heman demê de li ser ruhê Sirri Sureyya Onder jî pêk hat. Ji xebata wî ya ji bo aştiyê re bû bersiv. Biryarên vê kongreyê di şexsê Sirri Sureyya Onder de ji bo hemû dost û hevalên aştîxwaz bersiveke dîrokî ye. Li muqabilî hewldanên wan tiştên bi Rêber Apo, bi PKK'ê dikeve bi vê kongreyê hate kirin.

Pêngaveke serdemeke nû ye

Ev pêngav pêngava çaxek nû ye, serdemek nû ye. Li muqabilî kapîtalîst modernîte stratejiya demokratîk modernîte zelal dike. Li ser hîmê demokratîk netewe û sosyalîzma demokratîk a civakî derketineke dîrokî ye. Ango em dixwazin li Tirkiyeyê li Kurdistanê li hemû herêmê li her aliyê cîhanê pergaleke nû bi pêş bixînin. Pergala Komarên Demokratîk ên Sosyalîzma Civakî Demokratîk bi pêş bixînin. Aliyê xwe yê sosyalîst, enternasyonal bi vî rengî hîn zêde li pêş e. Ne kongreyeke ji rêzê ye. Her heval şahid e, şahidî ji vê kongreyê re kir, ev kongre ji bo wan şenseke. Ev kongre serdemekê digire, serdemekê vedike. Her hevalên beşdarî kongreyê bûye ev yek ji bo wan şenseke û derfeteke pîroz e. Divê em wateya wê zanibin. Û ji bo wê jî beriya her kesî hevalên li vir amade ne, xwe di ber vê pêngava Rêber Apo de berpirsyar bibîne û wisa ji bo xwe tevlî bike bi hemû hêza xwe, qudreta xwe, xwe beşdarî demê bike. Xwe beşdarî vê pêngava azadiyê bike. Li ser vî esasî em dibêjin sosyalîzma dewlet netewe dibe têkçûnê, sosyalîzma civaka demorkatîk dibe serfiraziyê.Li ser xeta Rêber Apo, di şopdariya şehîdên qehreman de em ê encamên mezin di vê dema dîrokî de bi dest bixin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.