Karayilan: Em ji rêbazên Rêber Apo bawer in

Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:50

Mûrat Karayilan li Kongreya 12'emîn a PKK'ê axivî û got, "Pratîka dewleta Tirk diyar e, lê em ji rê û rêbazên Rêber Apo bawer dikin." 

Li Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê ku biryara fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate wergirtin, Mûrat Karayilan axivî û anî ziman ku wê vê pêvajoya krîtîk bi Rêber Apo re bi ser bixînin.

Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

"Tiştekî baş ew e ku di vê qonaxa krîtîk de yekdestî heye. Li vir me ji tecrubeyên berê yên sala 2002, 2004 û wan deman ders girt. Yanî tevî kêmahiyan jî nêzbûneke li gor xeta Rêber Apo heye. Ji bo dewleta Tirk em nikarin qala baweriyê bikin, pratîka dewleta Tirk diyar e. Lê em heya dawî ji rê û rêbazê Rêber Apo bawer dikin.

PKK ne tenê gerîla ye. PKK gel e, bi milyonan e. PKK niha di serdema xwe ya herî xurt de ye. Xalek din jî ez diyar bikim. Dijmin bi teknîkên hewayî, bi hevsengî di rewşa xwe de xurt kir. Lê di dema nû de hem ji bo vale derxistina tarz, teknîk û îstixbara dijmin astek çêbû bi me re, hem jî astekî teknîk pêş ket. Mesela, xistina balafirên keşfê, li gorî em dizanin li herêmê Îran, Tirkiye, Îsraîl dikarin bixînin, yê 4’an jî em in. Li herêmê ewqas dewlet hene, nikarin. Meseleya, gelo kî ew daye, kî nedaye, ne rast e. Em gihiştine asteke ku bikaribin teknolojiya serdemê bixwînin, aqlê çêkirî bixin bin xizmeta şer de. Keç û xortên Kurd ên Apoyî, ruhê Apogeriyê ne tenê di fedayîbûnê de di afirêneriyê de jî îro gihiştiye astekê. Êdî dikarin teknîka serdemê pêş bixin. Ev jî heqîqetek e. Di sala dawî de ji bo şerê dronan, dronên cur be cur ku mirov bikare li hedefên dûr bixe, astek hatiye bidestxistin. Evane hemû di nuqteya dawî de pêk hatine. Ev helbet cihê rexneyê ye. Beriya 2 salan me ji hevalên eleqeder re wisa nivîsand; ‘heval, piştî em hemû şehîd bikevin, hûn ê wê demê teknîkê pêş bixin?’ Ji ber ku her dereng dima. Lê niha ev derfet heye. Berê şerê binerd tune bû li cem me. Me li ser erdê şer dikir. Berê şerkirina fedayiyane ya bi tîmên pispor ya bi vî ruh û têgihiştinê tunebû. Berê teknîka hewayî tunebû û em dikarin hîn zêdetir pêş bixin. Berê di hêzên me de di vê astê de tecrube çênebûbû, niha ew jî heye. Ji bo wê em dikarin di serdema nû de li gorî demê nû şerê gerîla yê sedsala 21’ê pêş bixin. Em girêdayî xet û perspektîfên Rêber Apo ne. Em ê xeta Rêber Apo pêk bînin, ev kongre dê vê biryarê bide. Lê belê, eger dewleta Tirk tevî vê yekê jî neyê rê û di tundiyê de israr bike, wê çaxê ew zimanê ku ew jê fêm bikin em dikarîn pê bersiva pêwîst bidin, divê her kes vê bizane."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.