Rola wî di berxwedana Kobanê de girîng bû
Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 03:45

- Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Masîro Xabûr kir ku di encama êrişên dewleta Tirk de 27'ê Gulana 2020'î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan qala Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Masîro Xabûr kir. Nirxandina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:"Hevalê Masîro, hê di temenekî ciwaniyê de, di 14 saliya xwe de di sala 1989’an de tevlî nava refên gerîlayan dibe. Rast e, dibe ku dibistana seretayî xwendibe lê belê bi esasî her tiştê xwe di nava Tevgerê de fêr bû û pêş xist. Li gel derbasbûna wext tecrûbe bi dest xistin. Gihîşt asta ku bikaribe hêzê bi rê ve bibe. Di nava şer de rêvebirinê bimeşîne. Bi salan ev yek kir. Yanî hevalê Masîro, 31 salan nêzîkî 32 salan tim di nava şer de maye. Di nava wê demê de 5 caran birîndar bûye. Beşdarî gelek şeran bûye. Hevalekî wisa ye ku di nava şer de xwe pêş xistiye. Herî dawiyê weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hate hilbijartin. Jixwe hevalê Masîro, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê bû. Cardin fermandariya herêma Amanosê kir û herî dawiyê jî fermandariya qada Botanê kir. 2011-2012 beşdarî dewreya Dibistana Ocaxa PKK’ê bû. Di wê dibîstanê de lêhûrbûneke baş kir û xwe ji bo Amanosê pêşniyar kir. Ji bo tecrubeya xwe li Botan, Zagros û qada Amanosê bixe xizmetê xwe pêşniyar kir û pêşniyara wî guncaw hate dîtin. Ew û hevalê Bedreddîn di dewreyê de her tim bi hev re tevdigeriyan. Hevalê Bedreddîn jî hevalekî ji Tirkiyeyê bû, ew jî qehremanekî hêja bû, pratîka xwe bêtir li Amanosê kir, Amanosê baş nas dikir. Ew her du heval û refek kadroyên dîtir ji bo qada Amanosê hatin vesazkirin. Hevalê Masîro wisa wek fermandariyê qadê derbasî Amanosê bû, li vir pratîk meşand. Bi rastî destpêkirin, hinek guhertin çêkirin, nimûne hinek çalakî bi babetên nû pêşxistin, lê piştre weke tê zanîn di bihara 2013’an de agirbest çêbû. Wê çaxê jî pêvajoyeke çareseriyê kete rojevê. Lê heval li Amanosê man.
Xwînsar bisebir û wêrek bû
Lê piştî wê di çarçoveya şerê di hundirê Sûriye û şoreşa Rojava de, li Efrînê şer çêbû. Wê demê hevalê Masîro, hevalê Mehmûd û hîn hevalên din, berê xwe dan Kobanê. Di navbera Ezaze û Minbice de hin der hin di destê DAÎŞ’ê û hin destê El Nûsra de bû, yanî xeter bû. Lê xeterî dan ber çav û derbasî Kobanê bûn. Dema gihiştin wir, hevalên li wê derê di nava xwe de vesazî çêkirin, kar li hev parê kirin. Hevalê Masîro bû fermandarê eniyê Rojhilat. Gelek şer li wê eniyê çêbû. DAÎŞ her roj pêş diket û rewş li Kobanê ber bi xirabûnê ve diçû. Dijmin gihişt bajêr û hewcehî hat dîtin ku vesazî bê çêkirin. Wê çaxê hevalê Masîro wekî fermandariya giştî, wek koordîne şer hat vesazkirin û wê demê derbasî hundirê bajêr bû. Hevalê Masîro hevalekî pir xwînsar bû, sakîn bû, panîk nedikir. Mirov ji hevalan pirs dikir rewşa Kobanê çi ye? Hevalan digot, wisa wisa tengaw bûye, hema 200, 250 mîtro maye. Lê mirov dema ji hevalê Masîro dipirsî digot, na ne wisa ye, jê re digotin mane filan heval wisa gotiye, digot çend çeteyên pîsik hatine wir avahî girtine em ê niha li ser bisekinin û wan ji wir derxin. Yanî wisa xwînsar û rehet bû. Bi vê xwînsarî, sebr û cesareta xwe ruh dida. Hevalê Masîro fermandarekî pir baldar bû, pir hişyar bû û pir xwedî tedbîr bû.
Jiyana wî weke derwêşekê bû
Derbarê taybetmendiyên heval Masîro mirov dikare gelek tiştan bibêje. Lê belê berî hemû tiştî, ji zorî û zehmetiyan re vekirî bû, pir fedakar bû. Jiyana wî wekî derwêşekî bû. Kesekî wisa zêde awayekî luks xwe binêre nebû. Kesekî ku wekî Rêber Apo gotî; “Yek parî û yek xirxe” dijî bû. Kesekî xwezayî bû û di nav hevalan de bû, yanê jiyana xwe ne cuda bû. Ji ber vê jî fermandarê herî zêde avahiya me jê hez dikir û dixwestin di bin fermana wî de şer bikin, yek jî hevalê Masîro bû. Di xeta Rêber Apo û nirxan de pir girêdayî bû. Welatparêziya xwe kûr bû.
Hevalekî di tevgera Apoyî de wisa di piçûkayî de gihandî bû. Wisa bûye fermandar. Yanê weke hesin hatiye avdan û wisa pêk hatiye. Ji bo wê jî di şert û mercên herî zehmet de çawa bibe bersiv, çawa berxwe bide û di van waran hemûyan de xwedî seknekî dîrokî bû. Egîdekî Kurd ê bi tecrubeyan keliyayî û bijare bû. Ji bo me windahiyek girîng bû bêguman. Yanê bi rastî niha di ser de sal derbas bûne em dikarin li ser biaxivin. Dema bûyer çêbûbû mirov nedixwest li ser bifikire. Yek tişta ku meriv pê diêşe; fermandarekî ewqasî hişyar û xwedî tedbîr dema derket derveyî qada şer di hundir maşîneyekî de bi êrîşa hewayî a dijmin gihîşte şehadetê. Mirov pir zêde pê diêşiya. Em wan bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin. Em ê bîranînên wan bidin jiyan kirin. Deynê li ser stûyê me ev e. Hevalên wisa di hundir pratika şer de, bi fedakarî hatî stirandin, û bi sedan car fedakarî û lehengiya xwe îspar kirine. Bi rastî me bi hevalên wisa re, lehengên bi vî awayî xwe îspat kirî re hevaltî kir, ev yek ji bo me serbilindiyeke. Di tevgera me, tevgera Apoyî de rêhevalên wisa, lehengên wisa pir in. Ji wan yek jî heval Masîro, Qasim û Bawer in. Em divê wan bidin jiyan kirin. Ew ruhê wan temsil dikir, şêweyên wan dimeşandî û ew tecrubeya wan a kûr her tim ji bo me, perspektîfeke nemir e. Ji bo wê em dibêjin şehîd namirin."
BEHDÎNAN













