Gotegotên têkçûnê şerê taybet in
Çarşem 28 Çile 2026 - 04:00

- Fermandarê HPG’ê Murat Karayilan diyar kir ku ew gotegotên ku dibêjin QSD têkçûye di çarçoveya şerê psîkolojîk de tên birêvebirin û da zanîn QSD têkneçûye, li ser QSD’ê êrişeke mezin heye û hê jî berxwedaneke mezin raber dike.
Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan di bernameya taybet a Stêrk TV de derbarê êrişên çeteyên HTŞ û dewleta Tirk a li ser Rojava nirxandin kirin. Berdewamiya nirxandinên Murat Karayilan wiha ne.
* Hûn performansa QSD’ê ya di şerê heya niha hate meşandin de çawa dibînin? Gel, gelekî xwedî li şervanan derdikeve. Lê belê ji aliyekî din ve hin derdorên ku hewl didin ku wan weke têkçûyî nîşan bidin. Têkildarî vê mijarê hûn ê çi bibêjin?
Çapemeniya Tirk û çapemaniya hin welatên din têkildarî vê mijarê şerê psîkolojîk dimeşînin. Bêyî ku encam derkeve holê QSD’ê weke têkçûyî nîşan didin. Bi qasî ku em dişopînin şîroveyên bi vî rengî ne rast in. QSD, têk neçûye; li ser QSD’ê êrîşeke mezin heye û hê jî li ber xwe dide. Komployek heye û QSD li hemberî vê komployê li ber xwe dide. Koalîsyona di pêşengtiya DYE’yê de QSD bi tenê hiştiye û rê li ber êrîşan vekiriye. Girêdayî vê yekê hin rûspiyên eşîrên Ereb û derdorên wan jî alî guhertine. Tiştê herî baş a ku li hemberî vê yekê ew e ku biryara Fermandarıya QSD’ê ya vekişîna ji hin herêmên Ereban e. Ger di mana li wan deran de bi israr bûna, dibe ku a niha rewş cudatir bûya. Dema ku di demên pêş de agahî hatin dayîn wê demê dikare nirxandinên berfireh jî werin kirin û mijarên rexnekirinê derkevin holê lê belê kurt jî be divê ji vir ev yek were diyarkirin: Gelo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandariya QSD’ê kengê ev komplo hîs kirin, em vê yekê tam nizanin. Lê belê diyar e ku di dema xwe de hîs nekirine. Ji vir ev yek dikare were diyarkirin; ger pêşbîniyeke kûr hebûna, wê demê dikarîbû rewş bi awayekî cudatir were nirxandin. Ji ber wê yekê diviya gelekî beriya wê bihata hîskirin. Dibe ku ev yek bibe xaleke rexnekirinê. Yan na vekişîn biryareke şaş nebû.
Xaleke din a ku divê mirov li ser bisekine ev e; vekişîna QSD’ê ya ji Tebqa, Reqa û Dêrezorê hin aliyên plana komployê vala derxistiye. Plana komployê çi bû? Ew bû ku vî şerî veguherînin Kurd û Ereban. Li gorî agahiyên ku me standine –ku di çapemeniya Tirk de jî dihat diyarkirin- dema ku QSD ji Reqayê vekişiya hêzên HTŞ’ê hê neketibûn Reqayê. Erê, belkî li gel tiştên weke hilweşandina pirê ya destpêkê li ser çapemeniyê hate nîşandan ku parastina xwe standiye û mewziyên xwe girtine lê belê piştre dema ku dît wê bi gelê wir re rû bi rû bimîne, ger li dijî eşîran şer bike wê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest bidin û ev yek bi awayekî stratejîk jî şaş e, QSD beriya ku çeteyên HTŞ’ê were ji bajarê Reqayê vekişiya. Li vir, ev vekişîn şaş nebû. Vê vekişînê dek û dolaba wan jî pûç kir. Divê ev yek were dîtin. Dibêjin ku QSD têk çûye. Jixwe QSD’ê biryara şerkina li van bajaran nestandibû; biryara vekişînê da. A niha QSD vekişiyaye sînorê Kurdistanê û li vir bi cih bûye.
Hê serkeftinek yan jî têkçûnek tune ye. Berxwedan heye û berdewam dike. Divê gelê me jî bi awayekî bi hêz piştevaniyê bide vê berxwedanê.
* Ji berxwedana Helebê ve ye xwedîlêderketineke şoreşa Rojava ya gelê Kurd a her ku diçe zêde dibe, heye. Gelo divê em di mijara xwedîlêderketinê de peyama ku gel dide, çawa fêm bikin?
Weke ku we jî anî ziman, bi taybetî jî ev hefteyek e li çar perçeyên Kurdistan û di serî de Ewropa li derveyî welêt bi rastî jî rabûna gelê me ya li ser piyan hêjayî pîrozkirinê ye. Ez gelê me yê hêja bi rêzdarî û hurmet sîlav dikim. Bi rastî jî di serî de Başûrê Kurdistanê, ruhê neteweyî, yê ku gelê me li Bakûrê Kurdistanê û derveyî welêt nîşan da, gelekî watedar û girîng e. Hem gelê Kurd hem jî derdor û kesên enternasyonalîst ên dostên gelê me; dîsa bi taybetî ev 2-3 rojên dawin e rêxistinên civakî ketine dewrê. A niha hin enternasyonalîst dixwazin derbasî Rojava bibin. Yanî sekna gelê me û dostên gelê me gelekî girîng e. Lê belê divê ciwanên me hem li Bakurê Kurdistanê hem li Ewropayê û hem jî li Tiriyeyê li hemberî provokasyonan baldar bin. Divê li hemberî dek û dolaban hişyar bin. Divê li hemberî tu kesan serî li rêbazên xwe dispêrin zorê nedin. Weke gel em mafdar in. Divê em bi rêya xwepêşandan û çalakiyên demokratîk mafdarbûna xwe nîşanî her kesî bidin. Hewceyî bi tundiyê nîne. Di vê mijarê de divê hemû kes bi berpirsiyar tev bigere.
Yên ku rihê serdemê dijîn ew in
Bi taybetî jî ez ciwanên ku di çarçoveya seferberiyê de ji Başûrê Kurdistanê û Nisêbînê bi rê ketine û xwe gihandine Rojava bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û têm çavên hemûyan. Yên ku bi rastî jî ruhê serdemê dijîn, ew in. Divê sekna hemû ciwanên Kurd wisa be. Ji ber vê yekê ez dubare wan silav dikim. Gelê me bi vê sekn û çalakbûna xwe û dîsa bi rêya çalakiyên alîkariya ji bo Rojava hesasiyeta xwe nîşan daye. Her wiha gelê me yê Rojava bi xwe jî tevî sarma, koçberîyê li hemberî dorpêçê li dora hêzên xwe kom bûye û gelek ji wan çekan distînin. Ev gelekî bi qîmet in û hîsên neteweyî xurt dikin. Ev sekneke pîroz e.
Peyama gel ji bo me telîmat e!
Di nava vê seknekê de ji her kesî re peyamek heye; hem ji cîhanê re peyam hene hem jî ji me re, bi taybetî jî ji siyaseta Kurd peyam hene. Gelê me dirûşeya; ‘’yek e yek e yek e, Kurdistan yek e’’ berz dike. Peyamên têkildarî yekîtiya neteweyî ji bo me telîmat in. Weke siyaseta Kurdistanê divê em vê telîmatê bi cih bînin. Û ez ez li ser navê Tevgera me bang li hemû partî, sazî û kesayetên Kurdistanî dikim: weke siyaseta Kurd pirsgirêkên me her çi jî bin divê em deynin aliyekî û di vê serdema dîrokî de yekîtiya xwe ava bikin. Li dijî gelê me plana tunekirinê heye û divê em jî li hemberî vê planê bibin yek. Banga me ev e. Di vê serdema ku hestên me yên neteweyî bilind bûne de, em jî weke siyaseta Kurd vê pêvajoyê bi yekîtiya neteweyî tacîdar bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN










