Sabrî Tendurek girêdayî dozê bû
Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:52

- Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Sabrî Tendurek ê ku 28 salan ji Serhedê heta bi Botanê li gelek qadan wezîfe kir, bi dilsoziya bi welat û doza xwe, bi ked û fermandariya xwe 'Egîdê demê' bû ku cihê wî nayê dagirtin.
Fermandarê Mûrat Karayilan qala jiyan û têkoşîna Sabrî Tendurek-Fetîh Şarlatan kir ku di sala 2016'an de şehîd bû. Mûrat Karayilan nirxandin kir:"Heval Sabrî Tendûrek, (Fetih Şarlatan) sala 1989’an tevlî nava refên gerîla bûye û ji wê çaxê heya roja şehadetê, bênavber di şer de cih girtiye. Di dîroka şerê me de xwedî cih û warek e. Hevalê Sabrî ji eşîra Şerefan a herêma Wan Başkale ye, ew jî beşekê Ertoşî ne. Bi welatparêziya Serhed, Botan, Şemzînan mezin dibe û bi vî rengî tevlî nava refên gerîla dibe. Ew beşdarbûna ku di sala 88-89’an de çêbûyî, ji bo gerîla bû hêz, bû hêza geşkirina şer, gerîla kir hêzeke xwecihî û herêmî. Yanî zarokên herêmê tevlî bûn û wisa bû gelêrî.
Ez ne şaş bim di salên 93-94’an de diçe Saha Rêber Apo, perwerdeya Rêber Apo dibîne û piştî perwerdeyê xetê nas dike, lêhêrbûn dike car din vesaziya wî li Serhedê tê çêkirin. Bi keda xwe, hewldana xwe, cesaret û baweriya xwe her tim meşiya. Di Kongreya Jinûve Avakirina PKK’ê de weke Endamê Komîteya Navendî hate hilbijartin. Jixwe weke Fermandarê Eyaletê, weke Fermandariya Saha Botan, Dersim car din herî dawî di esneya şehadetê de weke fermandariya sefkîdara Bakurê Kurdistanê bû. Yanî hevalekî me yê wisa di xwe de pêşveçûn û mezinahî çêkiribû. Ji bona wê jî di rêxistinê de her tim pêşî lê dihate vekirin, ji ber ku ji heq derdiket. Hevalekî samîmî û girêdayî dozê bû. Fedayî bû, her tim ji her karî re amade bû.
Di pratîka gerîla de mîna ku hesin av bidî bibe polar, di vî alî de ew û heval Masîro dişibin hevdû. Bi rastî jî di pratîkên giran de tarz girtiye, ruh girtiye, wisa bi sebir û cesareta xwe, bi aqilmendî û mantiqê xwe ya di şer de xurt bû. Lewma wisa di fermandariya sefkîdara Bakur de wezîfe meşand. Ji bo gelê Kurd qehremanek bû. Li tevahî Kurdistanê geriyabû, nas kiribû, çiya, gir, dol hemû dizanîn û li gorî wê bibû serwer.
Dema di karekî pir xurt û hewldaneke mezin de, li cihekê bi çendek hevalan re ketibû nîqaşê, rastî êrîşên hewayî tên. Di nava komê de 18’ê Gulana 2016’an hevalê me yê hêja, fermandarê me heval Sabrî Tendûrek şehîd bû. Ji bo me windahiyek girîng bû. Wisa hewldan çêbû ku em şûna wî dagirin, valahî diyar nekin, li ser esasê bîranîna fedayiyên wisa fedakar, qehreman, egîdê demê ji bo em bikarin xeta wan bimeşînin, bîranînên wan bidin jiyankirin û wisa deynê xwe yê li hember van qehremanan bidin, hewldanên girîng çêbûn. Lewma ev fermandarên wisa di hundirê pratîkê de mezin bûne, wisa rol lîstine, her tim ji bo me nimûne û perspektîf in."
ANF/BEHDÎNAN














