Dixwazin Rojava bikin Mihabadeke nû!

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:55

  • Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, geşedanên li Sûriyeyê û giştî Rojhilata Navîn, berxwedana şervanan û gelê Rojavayê Kurdistanê li gel televîzyona Stêrk TV hevpeyvînek pêkanîn û nirxandinên girîng kirin.

Fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan derbarê geşedanên li Rojavayê Kurdistanê, komploya di şexsê Rojava de li ser gelê Kurd tê pêkanîn, berxwedana şervanan û xelkê Kurdistanê de li gel Stêrk TV hevpeyvînek pêkanî. Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye.

* Weke tê zanîn ji 6’ê Çileyê û vir ve ku ji Helebê destpêkir, êrişeke berfireh li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, hatiye destpêkirin. We di daxuyaniya xwe ya 18’ê Çileyê de gotibû ev komployeke. Dikarin vê hinekî vebikin?

Ev pêla êrişan ku ji Helebê destpêkir û li tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava berbelav bû, êrişa ku hikûmeta Şamê li hemberî Kurdên li Rojava pêşxistiye, êrişeke jirêzê nîne. Gelekî berfireh e. Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, xwe spartin peymana Sykes-Picot û xwestin herêmê dîzayn bikin.Wê demê jî ev dîzayn ji Sûriyeyê destpêkir. Di vê wateyê de girîngiya Sûriyeyê ya li herêmê heye. Niha jî dîzaynkirina herêmê ji Sûriyeyê destpêkirin.Beriya vê li Iraqê û hin deverên dinê ceribandin, lê biser neketin. Eşkereye ku bi pêşengiya kadroyekî Selefî Colanî, dixwazin dewletekê biafirînin û di nava vê dewletê de hikûmetekê ava bikin. Bi vî rengê dixwazin Sûriyeyê û girêdayî wê dîzayna herêmê temam bikin.

Di vê demê de di navbera QSD’ê û hikûmeta Şamê diyalog hebûn. Ji xwe di 4’ê Çileyê de hevdîtineke girîng hebû û biqasî di çapemeniyê de derket, gîhîştibûne encamekê. Lê dest li van hevdîtinan werdidin û ew civîn tê sabotekirin. Piştî wê bi rojekê, ango 5’ê Çileyê li Parîsê civînek çêbû. Ev civîn bi pêşengiya DYE’yê, di navbera Sûriye û Îsraîlê de bû, lê Tirkiye jî bi rengekî neyekser bi rêya Sûriyeyê beşdarî vê civînê bû. Piştî vê civînê bê sedem êrişa li Helebê destpêkir. Piştre tevî ku gelek caran ji bo ev şer bê sekinandin û agirbest hatin ragihandin jî, li gorî wê tevnegeriyan û êrişên xwe dewam kirin.

Ev komplo û pîlaneke mezin e

Eşkereye ku ev komplo û pîlaneke mezin e. Ev pîlan ji aliyê dewletên herêmê weke Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qatar û heta Urdunê, hêzên navneteweyî yên weke DYE, Brîtanya, Elmanya û Fransayê hate erêkirin. Ji xwe derkete holê ku ji bo vê berê amadekarî hatine kirin. Ango ev hevdîtin hemû, ji bo nixumandina vê yekê hatine kirin, lê di esasê xwe de dîzayneke nû heye. Tişta li pêş çavane jî, di nava vê dîzaynê de cihê Kurdan tine ye. Temaşe bikin, li Sûriyeyê lîderê HTŞ’ê Colanî anîn Şamê û li derdora wî dixwazin dewleteke nû ava bikin, lê QSD’ya ku ji % 30’ê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê rizgar kir, ji Kurdan, Ereban, Asûrî-Suryanan û gelên din pêk tê jî, li derve dihêlin. Di şertên asayî de pêwîst bû, koalîsyonek hebûya. Lê wisa nekirin û Kurdên Rojava li derve hiştin. Girêdayî vê eşkere bû ku di dîzayna nû de, cihê Kurdan tine ye. Ango weke dema piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di dîzayna nû de cih nedan Kurdan. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn jî di dîzaynê de cih nedan Kurdan û Mihabad hate jiyan kirin. Niha jî dixwazin Rojava bikin Mihabadeke nû. Ango naxwazin di dîzayna nû de, cih bidin Kurdan. Ji bo vê jî ev êriş, êrişeke li dijî hemû Kurdan e. Divê kesek di vê mijarê de neyê xapandin.Îro berxwedana ku qehremanên YPG-YPJ û QSD’ê dimeşînin, berxwedaneke ji bo tevahî Kurdan e. Ev eşkere ye.

Weke komploya 15’ê Sibatê ye

Ev di heman demê de, weke komploya 15’ê Sibatê ye.Çawa ku komploya 15’ê Sibatê di şexsê Rêber APO de, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hate pêkanîn, komploya îro jî bi heman rengî ye. Mînak Rêber APO di 27’ê Sibata 2025’an de bangeke nû kir ne wisa? Di bingeha vê bangê de çi hebû? Aştî û biratiya di navbera gelan de hebû. Ev komplo jî hewl dide di navbera gelan de dijminahiyê pêş bixe. Li ku dera vê aştî heye! Ji bo vê jî ev êriş di heman demê de êrişeke li dijî pêvajoya ku Rêber APO dixwaze pêş bixe ye. Ji xwe bi vî rengî dixwazin pêvajoyê bê wate bikin û vala derbixin.

Li ser cenazeyê Rojava aştî ne mumkun e!

Dibe ku niha ev ne mijara me be, lê dikarim vê yekê bînim ziman. Rayedarên dewleta Tirk, serokomar Erdogan û dîsa Dewlet Baxçelî divê bizanibin ku, li ser cenazeyê Rojavayê Kurdistanê nikarin bi Kurdan re aştiyê pêk bînin. Ango tuyê li Rojava qirkirinê pêk bînî, bixwazî wan tine bikî, lê li Bakurê Kurdistanê ango bi giştî Kurd, wê bi dewleta Tirk re aştiyê bikin û biratiyê pêş bixin. ev ne mumkun e. Ji bo wê jî bi rastî ger biratî û aştî tê xwestin divê dest ji vê siyasetê berdin û bingehîn guhertinan pêk bînin. Bi kurtayî ev êriş komployeke berfireh a li dijî Kurdan e ku aliyên xwe yên navneteweyî û herêmî hene.Gelê me ev yek hîs kir û ger em baldar bin hem li çar parçeyên Kurdistanê û hem jî li derveyî welat bi sedhezaran Kurd daketin qadan. Ez hemûyan bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Yê ku herî baş ev komplo hîs kir, gelê me ye. Bi rastî jî ev êriş mezin e û êrişeke sertaserî ye.

* Hin derdor diyar dikin ku projeya QSD’ê ya xwe dispêre biratiya gelên Kurd-Ereb-Asûrî Suryan têk çûye, dibêjin ev xelet e û rexne dikin. Dibêjin Ereban aliyên xwe guhertine. Hûn dikarin di vê mijarê de çi bibêjin?

Ev nêzîkbûneke nijadperest û teng e. Biratiya gelan û xeta neteweya demokratîk ne şaş e. Biqasî ku em dizanin, QSD ji dixwaze li ser bingeha vê xetê tevbigere. Sîstema ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, xwe nasipêre beşên feodal û serdestan. Xwe dispêre gelên kedkar, kedkarên Ereb-Kurd-Asûrî-Suryanî. Dîsa yên ku pişta xwe dane QSD’ê, ew beşên ku ji reîs û şêxên eşîretên ku ji tebaqaya serdest a Ereban bû. Em nikarin bibêjin tevahî gelê Ereb bû. Biqasî ku em dibîhîzin hê jî di nava QSD’ê de gelek şervanên Ereb cihê xwe digrin û şer dikin, herwiha gelek şehîdên xwe hene. Ji ber wê jî yekser reşkirina wan em rast nabînin. Şêxên Ereban zêdetir li tewazinan temaşe dikin. Kê bi hêz be xwe didin wî alî. Demekê rejîma Baas xurt bû, li gel wan bûn. Piştre DAIŞ hat, tevlî wan bûn, piştre dîtin ku QSD xurt e, piştgirî dan QSD’ê. Lê piştre dîtin ku DYE û Koalîsyona navneteweyî QSD’ê piştgirî nake, yekser wan jî helwestên xwe guhertin. Di vir de rolê Erebistan Siûdî gelek e. Dîsa jî hemû reîs û şêxên eşîretan ne xirab in.Mînak reîsê eşîreta Şemer Hemedî Deham hebû. Bi nirx bû û mirovekî demokrat bû. Wefat kir. Xwedê rihmê lê bike.Bi kurtî mirovên wiha yên binirx û baş jî hene. Ji xwe niha jî hem eşîra Şemerî, hem Tayî û Cibûrî hwd. ku sed sal in bi Kurdan re jiyan dikin hene. Ango divê hevpariya Kurd-Ereb bidome, di biratiya gelan de israr bê kirin.Divê mirov bang li wan kesan bike ku di vê mijarê de xelet difikirin, li dijî biratiya gelên Ereb û Kurd radiwestin bike û wan ji vê rêye xelet vegerîne. Îro pîlaneke navneteweyî heye û divê kesek nebe amûrê vê pîlanê. Xwîna gelan neyê rijandin û divê herkes biratiya gelan esas bigre. Banga me ji eşîretên Ereban û herkesekê ev e.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.