PJAK amade ye

Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:30

  • Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan diyar kir ku şerê niha li ser Îranê û şerê di navbera Îran û Emerîka nû de rû dide, merheleyek nû ya şer a li ser Rojhilata Navîn e û got:"Dizaynek nû ya li Rojhilata Navîn e. 

Rojhilata Navîn li ser lêva kendalek nû ye. Şerê ku di navbera Îsraîlê û Îranê de bi awayek rasterast destpê kir, ne tenê ji bo van her du dewletan, lê ji bo tevayî herêmê nîşana hesab pirsîneke kûr ya ku çareseriya hemû herêmê diyar bike, dide. Di vê geşedanê de, şerê ku berê bi rêya hêzên wekîlan dihate meşandin, niha bi destê aktorên rasterast tê kirin.

Di vê pêvajoya krîtîk de yek ji pêkhateyên girîng ku çav lê zivirîne ser, bêgûman Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK’e ku li dijî rejîma Îranê têdikoşe û azadiya gelan bingeh digire. 

Di vê çarçoveyê de hevpeyvîna bi Hevseroka PJAK’ê Peyman Viyan re wiha ye:

Niha rewşa şerê Îran û Îsraîl qonaxek nû ye di Rojhilata Navîn de, di rastî de ger mirov nav lê bike, qonaxa ku li ser Hemas şerê Xeza û Îsraîlê di Rojhilata Navîn de şer nû gur bû û destpêkir. Şerê niha li ser Îranê û şerê di navbera Îran û Emerîka nû de rû dide, merheleyek nû ya şer a li ser Rojhilata Navîn e, dizaynek nû ya li Rojhilata Navîn e. 

Tirkiyeyê bi rêbazên cuda hewl da ji van pêşketinan bireve, lê Îranê li ser zihniyeta xwe israr kir

Di Rojhilata Navîn de bi taybetî piştî 2010’an şer bi rêya hêzên wekîl yên ser bi dewletan bûn dihat meşandin. Êdî şer rasterast di navbera dewletan de heye. Ji berku hemleyên destpêkê ku hêzên ser bi Îranê yên di Rojhilata Navîn de û di heman demî de hêzên din ên ku ji aliyê hêzên derve hatibûn avakirin, hêzên wek DAIŞ û yên din de şerek dihat meşandin. Êdî ew merhele derbas bû, merheleya ku hemû tişt diyar bibe û diyarker dibe, digihije navbera dewletan de ye. Niha şer di navbera Îran û Îsraîl bi xwe de dimeşe û wê hertişt êdî diyar bibe. 

Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên gelan bi şer çareser nabe, pêwîstiya Rojhilata Navîn bi sistemek demokratîk heye. Rojhilata Navîn cihê mirovahiyê ye, cihê ku zayîna mirovahiyê, zayîna felsefê û zayîna demokrasiyê ye. Bi taybetî piştî 2020 Rojhilata Navîn bûye cihê şer, pevçûn, penaberî û komkujiyan. Ev hemû di encama komkujiyên ku netew-dewletan anîne Rojhilata Navîn e. 

Ji berku pêwîstiya Rojhilata Navîn bi manîfestoyek wek Jin Jiyan Azadî heye. Sê peyvên esasîn e ku her tiştî digre nava xwe de. Li welatekî wek Îranê ku herî zêde zextan li ser jinan dike, di şexsê jinan de dixwaze civakê bêdeng bike, lê di pêşengtiya jinan de li Rojhilata Navîn û Îranê serhildanê destpêkir. Pêwîst e ev şoreş carek din zindî bibe. Şoreş berdewam e, ji ber şoreşek felsefî, şoreşek siyasî, civakî û çandî ye. herî mezin jine.

PJAK berdewam li ser rihê yekgirtî yê netewî li gel parçeyên din yên Kurdistanê, çi li Bakur, çi li Rojava û çi jî li Başûr hertim di nava peywendiyek baş de bûye. Em bi vê bawer in ku modela ku li beşên din yên Kurdistanê avabûye, dikare bibe îlhamek ji bo Rojhilatê Kurdistanê jî. Ji bona wê em niha dibêjin ku Rojhilatê Kurdistanê di dema xwe de berdewam ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê li ser lingan bû. Çi di dema êrişên li ser Kobanê, çi di dema êrişa li ser Efrîn û Serêkaniyê de hertim li ser lingan bû, ji berku hebûna Rojava wek hebûna xwe dîtin. Ew hişmendiya netewî di Rojhilatê Kurdistanê de çêbûye. Ez dikarim bêjim niha peywendiya me di astekî baş de ye. Em tecrûbeya ku li beşên din yên Kurdistanê çêbûne ji bo Rojhilat jî dikare bibe ezmûnek baş. Em amade ne ku di her rewşê de ji hêzên demokratîk piştgirîyê bixwazin.

Îranê gelek caran hem bi darvekirinên li ser hevalên me, hem jî di êrişên li ser hevalên me de agirbesta heyî şikandiye. Me hertim israr kir ku hem pirsgirêkên gelê Kurd hem yên gelên Îranê bi rêyên din werin çareserkirin. Ji bona wê niha çavên hemû gelên Îranê li ser PJAK’ê ye. Divê pêvajoyê de herkes mereq dike PJAK wê çi helwest hebe, wê çi alternatîf hebe. Mudaxeleya PJAK’ê hingê çêdibe dema zanî ku wê gel bikare alternatîfa xwe bi xwe avabike, dikare bibe hêza çareserî. Amadekariyên hemû gelan heye. Ji bona wê PJAK li ser esasê ku kengê gel amadebe û daxwaz bike, PJAK ji bo vê çendê amade ye. 

Bangewaziya me ji bo yekitiya gelê Kurd ewe ku hemû hêz û aliyên siyasî li gel hev kombibin, bi fikrek hevbeş bikarin biryar bidin. Pêwîst e zû tevbigerîn ji ber ku dem kêm e, wekî ku dibêjin ‘îro zû ye, sibe jî dereng e’. Ji bo wê jî di demek zû de pêwîstî bi hevgirtinek bihêz a partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî heye. Ev dikare bandorek mezin li ser Rojhilatê Kurdistanê çêbike. Em bawer in ev hevgirtin dikare pêşengtî ji pêvajoya nû re bike, ji bo giştî gelên Îranê, gelên Îranê jî dikare bibe pêşeng ji bo Rojhilatek Navîn ya demokratîk re.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.