Em bersivê didin sêdareya sed salan
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:50
- Zubeyîr Aydar têkildarî konferans û mitînga ku wê di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de werin lidarxistin, axivî û bal kişand ser zindîgirtina bîrê û banga beşdariya mitînga ku wê di 29’ê Hezîranê de li Kolnê were lidarxistin li her kesî kir.
Şêx Seîd û hevalên wî di 29’ê Hezîrana 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Her çend bi ser vê yekê de sed sal derbas bûn jî ne dewleta Tirk dev ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û tunekirinê berda ne jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê berda. Bi armanca zindîgirtina bîrê û eşkerekirina tiştên ku wê rû dane di sedemîn salvegera berxwedana Şêx Seîd de wê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li bajarê Bruksel ê Belçîkayê konferanseke du rojî were lidarxistin. Konferans wê di 28-29’ê Hezîranê de werin lidarxistin û piştre jî wê di 29’ê Hezîranê de li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mitîng werin lidarxistin. Endamê Konseya Rêvebar a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku di komîteya amadekar a konferans û mitîngê de cih digire, ji ANF’ê re axivî.
Bi provokasyonê destpê kir
Zubeyîr Aydar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku serhildana Şêx Seîd li gel provokasyona rayedarên dewleta Tirk ên wê demê dest pê kiriye û anî ziman ku amadekariyên Komeleya Azadiyê hebûne lê belê di sala 1925’an de li navçeya Pîran a Amedê li gel binçavkirina hevalên Şêx Seîd topa serhildanê teqiya û dewleta Tirk ji bo ku Komeleya Azadiyê di nava zivistanê de bigire serî li provokasyoneke bi vî rengî daye.
Zubeyîr Aydar destnîşankir ku serhildana Şêx Seîd li dijî tunehesibandina gelê Kurd a li gel Peymana Lozanê derketiye holê û got:’’Dewletê di sala 1915’an de Ermenî, Suryanî û Keldanî, di sala 1919’an de Rûmên Pontûsê û di sala 1925’an de jî gelê Kurd qetil kirin. Nîqaşkirina bê ka kengî û li ku qewimiye gelekî girîng e. Di salvegera sedemîn de biranîna kesên ku bedel dane û eşkerekirina bûyeran a di çarçoveyeke akademîk de girîng e. Em konferansê jî bi vê armancê li dar dixin.’’
Xwestin peyamê bidin Rêber APO
Zubeyîr Aydar diyar kir ku kesên komkujî pêk anîne ji bo zindîgirtina bîrê ji Rêber Apo re di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de cezayê darvekirinê hatiye birîn û got:’’Gotin ku ‘Em ê wiha li we bikin. Ya ku me li Şêx Seîd û hevalên wî kiriye, em ê bînin serê we jî.’ Divê em jî van yekan ji bîr nekin û cihê wê yê di dîrokê de bidin eşkerekirin.’’ Aydar piştre bal kişand ser asta akademîk a konferansê diyar kir ku wê mesele bi berfirehî were nîqaşkirin, atolyeyên têkildarî ku bê ka piştre çi û çi rû dane werin lidarxistin û rewşa Kurdistanê ya polîtîk û civakî were nîqaşkirin û bi bîr xist ku serhildana Şêx Seîd bes bandor li Bakurê Kurdistanê nekiriye di heman demê de bandor li hemû perçeyên Kurdistanê kiriye. Zubeyîr Aydar da zanîn ku li gel konferansê wê peyama ‘Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin’ were dayîn, bi bîr xist ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî hê jî nayên zanîn, di heman demê de daxwaza edaletê jî kir û got ku divê komîsyona heqîqetê were avakirin.
Mîtînga bîranîna şehîdan e
Zubeyîr Aydar bi bîr xist ku wê piştî konferansê li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mitîng werin lidarxistin û got:’’Li vir ji nêzîkatî yan jî îdeolojiyên partiyan wêdetir konferans û mitînga ku bi refleksên neteweyî hatine amadekirin. Serhildanên Kurdan bîra me ya hevpar û nirxên me ne. Divê hemû kes di vê çarçoveyê de nêzîk bibe. Em niha hewl didin diyalogê pêş bixin û a niha diyalogek heye. Hemû serhildanên Kurdan li gel sêdareyan hatin bidawîkirin. Lê belê serhildana PKK’ê ya 52 salan a niha li ser maseyê li çareseriyê digere. Em ji bo vê yekê hewl didin. Ji ber wê yekê dersgirtina ji dîrokê û girêdayî wê avakirina roja îroyîn girîng e. Ji ber ku em tiştên ku di paşerojê de rû dane tînin ziman, ev yek zirarê nade pêvajoya heyî. Yan jî em nabêjin ku îro pêvajoyek heye û em paşerojê ji bîr bikin. Her tişt di nava rastiyekê de tê diyarkirin. Rastiya me ye û divê rûbirûbûna bi pêşerojê re were kirin. Piştî 100 salan weke nevî û peyrewên wan ên ku xwedî îdîaya serkeftina wê dozê û çareserkirina wê ne em ê li bajarê Kolnê bicivin. Mitînga bîranîna şehîdên sed salan beriya niha ye. Em hemû partiyên Kurdistanî, saziyan, şexsan û gelê xwe vedixwînin mitînga ku di 29’ê Hezîranê de li bajarê Kolnê were lidarxistin.’’
ANF/BRÛKSEL