Mîrateya Zîlanê
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:25
30'ê Hezîrana 1996'an li qada Dersimê bahozek rabû. Zîlan nîşan da ku wêrekiya jinê çawa dikare cîhanê bihejîne.
30'ê Hezîrana 1996'an li qada Dersimê bahozek rabû. Zîlan nîşan da ku wêrekiya jinê çawa dikare cîhanê bihejîne. Bi çalakiya fedaî ya li hemberî yekîneyeke artêşa Tirk re Zîlan derbeke giran li dijmin xist û îrade û dilxwaziya azadiyê ya gelekî bilind kir.
Zeynep Kinaci 10'ê Tebaxa 1972'an li gundê Elmali yê Meletiyê li nava malbateke ji eşîra Mamurekî ji dayik bû, zaroka herî biçûk a malbata ji 7 zarokan bû. Malbata wê ji aliyê aborî ve di asta navîn de bû, li gel bandora feodal a li avaniya xwe ya civakî, her wiha feraseta Kemalîst a bûrjûva biçûk jî di nav malbatê de hebû. Zîlan dibistanên seretayî û navîn li Meletiyê qedand. Piştre Lîseya Pîşeyê Tenduristiyê ya Haydarpaşa ya li Stenbolê qedand û dest bi karê tenduristiyê kir. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê ya Rihayê weke teknîsyena rontgenê dest bi kar kir. Sala 1990'î Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Înonu qezenç kir û berê xwe da Meletiyê. Li Nexweşxaneya Delwetê wezîfeya xwe jî dewam kir. Ji beşa Şêwirmendiya Psîkolojîk û Rêberiyê ya Zanîngehê mezûn bû, di vê demê de hem pîşeyê xwe kir hem jî perwerrdeya xwe dewam kir. Di salên xwendina lîseyê de bala Zîlan çû ser tevgerên bi fikrê çep. Di dema zanîngehê de xwe nêzî tevgera Kurd kir û di vê pêvajoyê de PKK nas kir. Sala 1994'an tevlî nava PKK'ê bû. Zîlan 30'ê Hezîrana 1996'an li Qada Cûmhûriyetê ya Dersimê di dema merasîma alê ya leşkerên Tirk de çalakiya fedaî kir. Teqemenî bi bedena xwe pêçand, bi vî rengî nîşan da ku weke ducanî be, ket nava leşkeran û bi çalakiya xwe artêşa Tirk hejand. Ev çalakî li dijî hewldana sûîqestê ya li hemberî Rêber Apo ku 6'ê Gulana 1996'an li Şamê pêk hat, hêrsa gelê Kurd, bi taybetî jî hêrsa jinên Kurd bû. Zîlan di şexsê Rêber Apo de hebûna Kurdan û doza azadiyê parast. Çend ji nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî çalakiya şehîd Zîlan bi vî rengî ye:
"Me ev yek her tim got; Rêbaza Zîlan bi feraseta xwe ya jiyanê, bi feraseta xwe ya hezkirinê, bi kesayetiya xwe ya şer, bi wêrekiya xwe ji bo me fermandarî ye. Ew ji bo me rêbereke rasteqîn e. Eger ev yek di kesayetiya jinê de pêk hatibe, hêja ye.
ANF NAVENDA NÛÇEYAN