Divê jin Serok bibînin

Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:35

Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Bûdak di Komkujiya Garê ya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, yek ji wan welatiyan e ku piştgiriyê dide pêvajoyê. Hanîfe Bûdakê diyar kir ku pêvajoya aştiyê û geşadanên pêvajoyê erênî dibîne û got:“Tevî hemû cureyên qetlîam, êriş û tundiyan em aştiyê dixwazin. Em dibêjin aştî lê belê aliyê din nêz nabe. Em li bendê ne ku Tirkiye erka xwe pêk bîne. Bahçelî gavek avêt, destê xwe dirêjî DEM Partiyê kir, em bi vê kêfxweş bûn. Em piştgiriyê didin pêvajoyê û li her derê aştiyê diparêzin. Ger ez nebînim jî dixwazim zarokên min an nêviyên min aştiyê bibinin. Em bi hêvî ne û bawer in ku wê aştiyê were.” Hanîfe Budakê, diyar kir ku rexmê PKK’ê biryara çekdanînê daye lê hêj desthilatê gav neavêtiye û got:“Hêj ji Kurdan re dibêjin ‘terorîst’. Ev gotin baweriya me qels dike. Gelo lîstikên Osmanî tên lîstin? Hewl didin dîsa gelê Kurd bixapînin? Lê belê gelê Kurd ne yê berê ye nayê xapandin. Li seranserê cîhanê şer bi aştiyê ve bi dawî bû. Em wek gel li dû partiya xwe ne û em ê di vê rêyê de bimeşin. Ez li ber dayikên leşker û polîsan jî dikevim. Divê malbatên leşker û gerîla bên gel hev.”

Divê hevrûbûn çêbibe 

Hanîfe Bûdakê der barê gavavêtina desthilatê de jî ev tişt anî ziman:"Divê Serok Apo, azad be. Nexasim divê girtiyên nexşweş tevilê bên berdan. Girtiyên siyasî yên 30-32 sal in di girtîgehê de, heta dawiyê emrê xwe azadî nedît di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Li Girtîgeha Şakran a Jinan tecrîdeke giran heye. Jin her tim pêşengên aştiyê ne. Dayikên Aştiyê û jinên din divê biçin serdana Îmraliyê. Divê dewleta Tirk vê rê vebike. Daxwaza me ew e ku em bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ve biçin Îmraliyê. Hevjînê min tenê di destê wî de tizbiyek hebû ji bo aştiyê çûbû Enqereyê. Em ê têkoşîna wî bidomînin. Li ser Qetlîama 10’ê Cotmehê de 10 sal derbas bû hêj jî edaletê cihê xwe nedîtiye. Mîlîtanên DAIŞ’ê ji Reqayê hatin li nava Tirkiyê 105 kes kuşt û dewletê pêşiya vê qetlîamê negirt. Dewletê rê li pêşiya vê qetlîamê vekir û bû sedema mirina van kesan. Ji bo aştiyeke birûmet divê rûbirûbûneke dîrokî bê kirin. Gelê Kurd, komkujiyên wek Zîlan, Dêrsîm û Roboskî de derbas bû. Qetlîama 10’ê Cotmehê jî parçeyek ji van e.” 

MA/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.