Rêbaz û karê hevalê Fûat gelekî kêrhatî bû

Sêşem 20 Gulan 2025 - 03:40

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan qala yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir û got:” Di afirandina xeta Rêber Apo de ev rêbaz û karê hevalê Fûat gelekî kêrhatî bû.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan qala yek ji pêşengên damezrîner ên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir ku nêzî 40 salan bi hev re meşiyan.

Mûrat Karayilan wiha got:”

Di demekê de ku zor û zehmetiyên mezin hebûn, hevalê Fûat ji bo Fermandariya ARGK'ê hate wezîfedarkirin. Wê demê gelek pirsgirêk hebûn Weke destwerdana Rêbertî wezîfe dewr wergirt. Her çend tecrûbeya leşkerî ya hevalê Fûat zêde tinebû jî kûrahiya wî ya îdeolojîk, tecrûbeya wî ya rêxistinî û sekna wî cihê baweriyê bû. Fermandaran hemûyan jê bawer dikirin. Bi vî rengî kar kir. Ji berê bêhtir baş meşand.

Weke ku tê zanîn Fermandariya ARGK'ê di heman demê de weke koordîneya giştî bû. Dawiya sala 1995'an, bawer im meha Kanûnê bû, piştî demeke dirêj li qada Dola Şivê ya Zapê civîna Komîteya Navendî ya PKK'ê pêk hat. Ev civîneke girîng bû û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Nakokî hebûn. Hevalê Fûat ji bo civîn bi ser bikeve heta dawiyê bi tecrûbe û sebreke mezin bi rê ve bir. Di vir de tecrûbeya wî ya rêxistinî roleke mezin lîst. Nêrînên dijberê hev hebûn. Ji aliyê komkirina ser hev de nirxandineke siyasî, felsefî û rêxistinî dikir û performans nîşan dida. Piştî wê civînê Şemo ji bo Alîkariya Leşkerî ya Fermandariya ARGK'ê hate wezîfedarkirin. Ew zivistan bi wî rengî derbas bû. Di Gulana 1996'an de yekemîn civîna Konseya Leşkerî pêk hat û piştî wê civînê jinûve wezîfedarkirin pêk hat. Wezîfeya hevalê Fûat weke xwe ma, lê belê Şemo li şûna min ji Botanê re hate wezîfedarkirin. Ez jî ketim şûna Şemo. 3-4 mehan em bi hevalê Fûat re xebitîn.

Bi giranî eleqeya hevalê Fûat a bi hêzên leşkerî re, perwerdekirin û kişandina ser xeta Apoyî weke çavkaniya serketinê dihate dîtin. Ji ber vê yekê gelekî bi daxwaz ev yek dikir. Bi rastî jî uslûb, rêbaza wî li pêş çavan bû. Yanî bandor li hevalan dikir. Ji bo hevalan gelekî balkêş bû û rêbaza wî gelekî bandor li hevalan dikir Di afirandina xeta Rêber Apo de ev rêbaz û karê hevalê Fûat gelekî kêrhatî bû. Dikarim vê jî bibêjim; di nava 9-10 salên dawî de li nava civaka şervanan û HPG'ê ruhekî şervanî û fedaî yê hîn mezin heye. Di afirandina vî ruhî de karên îdeolojîk gelekî girîng e. Yek ji kesên ku ev karê îdeolojîk meşand jî hevalê Fûat e.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.