Karayilan: PKK'ê destan ava kir
Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:50
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi lêv kir ku PKK'ê bi avabûna xwe destan ava kir li zindanan, li serê çiyê û got:"Şoreşeke fikrî, civakî, siyasî çêbû. Şoreşeke demokratîk di nava civakê de çêbû. Li ser vî hîmî şoreşa jinê çêbû. Bi vî rengî êdî di pêşengiya şoreşê de kete qada pêş."
Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Encamnameya kongreyê û biryarên hatin wergirtin doh bi raya giştî re hatin parvekirin.
Hêzên HPG û YJA Starê jî li qadên xwe civîneke hemwextî lidar xistin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di destpêka kongreyê de axivî û anî ziman ku bidawîkirina têkoşîna çekdarî dawî nîne, destpêkek nû ye.
Nirxandina Mûrat Karayilan a li Kongreya 12'emîn a PKK'ê bi vî rengî ye:
"Em kongreya PKK'ê ya 12'emîn vedikin. Kongreya PKK'ê ya 12'emîn bi ked û amadekariya Rêber Apo pêk hatiye. Ji bo kombûn û pêşxistina kongreyê Rêber Apo kedeke mezin da. Hewldaneke mezin bi pêş xist. Em destpêkê bi navê delegeyên kongreyê Rêber Apo û berxwedana Îmraliyê ya bêhempa silav dikin. Dilsozî û rêzdariya xwe pêşkêş dikin. Em tevahî şehîdên şoreşê di şexsê hevrê Fûat-Alî Haydar Kaytan, hevrê Alî-Riza Altûn û hevrê Sirri Sureyya Onder de bi bîr tînin û ji bo bîranîna tevahiya şehîdên Kurdistanê hemû hevalan dawet dikin 2 deqeyan bi hurmet bisekinin. Bîranîna wan wê rêya me ronahî bike.
Meha Gulanê meha şehîdan e. Em tevahî şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê di şexsê hevrê Hakî Karer heta hevrê Fûatan şehîdên pêkhatî, di şexsê wan de bi rêzdarî, bi hurmet bi bîr tînin. PKK Rêber Apo weke partiya şehîdan destnîşan kir. Ji ber ku PKK li ser erdnîgariyeke ku navê wê jî qedexe bû derkete ser dika dîrokê. Her tişt bi ked û berxwedanê bi xwînê ava kir. Ji bo wê PKK weke partiya şehîdan hatiye pênasekirin. Hemû tişt bi keda Rêber Apo, berxwedana şehîdan ava bûye. Divê em îro li vê yekê di vê serdema dîrokî de vê kongreyê dikarin bicivînin, ev li ser hîmê keda şehîdên leheng û keda Rêber Apo pêk hatiye. Bi rastî bi avakirinê heta îro meşandina tevahiya kar û xebatê de rola sereke ya esasî ya şehîdan e. Em çiqasî li ser bibêjin wê kêm bimîne.
PKK'ê bi avabûna xwe destan ava kir li zindanan, li serê çiyê. Wê çi çêkir? Şoreşa vejînê çêkir. Li Kurdistanê şoreşa vejînê çêbû, ew nexweşê li ser doşekê rabû ser xwe, êdî li xwe xwedî derket, dakete kolanan, sîngê xwe li hemberî hemû xeteran vekir. Yanî civakeke nû hate avakirin. Şoreşeke fikrî, civakî, siyasî çêbû. Şoreşeke demokratîk di nava civakê de çêbû. Li ser vî hîmî şoreşa jinê çêbû. Bi vî rengî êdî di pêşengiya şoreşê de kete qada pêş.
Serdemeke nû destpê dike. Ev ne dawî ye, ne dawiyeke, destpêkeke. Lê belê ji bo azadî, tevgera Apogerî, ji bo gelê me, ji bo gelên herêmê destpêkek nû ye, çaxekî nû ye. Serdemeke nû ye. Bi vî rengî divê em binirxînin û nêzîk bibin. Ji bo di xeta Rêber Apo de kongreya me serketî be û encamê werbigire her heval divê xwe berpirsyar bibîne. Bi berpirsyarî tevbigere. Em di xeta şehîdan de, di xeta Rêber Apo de dilsoz in. Em temsîlkarên şehîdan e. Li her kêleka me bi sedan şehîd çêbûne. Ev ji bo me pir bi wate û berpirsyariyeke giran e. Ji bo wê em nikarin ji rêzê û sivik nêzîk bibin. Berpirsyariya me giran e. Çawa em ê li hemberî heqîqeta Rêber Apo bibin bersiv, çawa em ê xeta şehîdan rast temsîl bikin, ev ji bo me girîng e. Ez bawer im wê her heval bi van hestan û berspiryariyê beşdarî xebatên kongreyê bibe û kongreya me di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de wê serketî be. Di vê çarçoveyê de ez ji niha ve ji bo tevahiya hevalan serketinê dixwazim."
ANF/BEHDÎNAN