Ji bo serkeftinê divê aştî civakî bibe
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:30
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê di 22’yê Hezîranê de li Stenbolê bi navê “Vekirina Rêya Aştiyê” konferansek li dar xist. Gelek siyasetmedarên girîng jî tev li bûn. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetîn û Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî tevlî bûn û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Hikmet Çetîn, diyar kir ku Tirkiye welatekî dewlemend e û got ku ev çavkanî ji bo pirsgirêka Kurd tên xerckirin û heke ji bo pêşxistinê bihatana bikaranîn wê welat di asteke pêşketî de bûya. Çetîn, ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişand ser Meclisê û got:“Divê li Meclisê komek were avakirin. Divê her partî ne li gorî hêza xwe, divê her yek nûnerê/a xwe bişîne. Divê pêvajoyeke zelal be û meclis jî xwedî lê derkeve. Nexwe wê nîvco bimîne. Birêz serokkomar berê got ‘ez qebûl nakim.’ Çima wisa got? Ji ber ku tenê partiyekê dimeşand. Divê ev bibe karê meclisê. Li vê xaka qedîm ji her derdoran mirov hene. Divê ev bi hev re bijîn û bi hev re bifikirin. Heke Meclis vê pêvajoyê li xwe bigire, dê ev pêvajoya aştiyê baş pêş bikeve.”
Amade me berpirsiyariyê hilgirim
Çetîn destnîşan kir ku hinek tişt hêj nediyar in û got:“Ew ê kî wan çekan teslîm bigire, wê biçin ku derê? Ew ê kî wan biparêze? Ew ê çi bi wan kesên li çiyê bibe? Divê li ser van bê fikirîn û ji bo kesên li çiyê teqez çareseriyek bê peydakirin. Dayik, bav, xizmên wan kesan hene. Hem Kurdan hem jî Tirkan gelek êş kişand. Zirara herî mezin jî xelkê li herêmê jiya. Gund û erdên xwe winda kirin. Divê hemû çavkanî ji bo aştiyê bên bikaranîn. Divê hinek rûspî destê xwe deynin bin kevir. Ez amade me ku destê xwe deynim bin kevir.”
Tenê meseleya Kurdan û dewletê nîne
Tunç Soyer jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser gotina îktîdarê ya “Tirkiyeye bêteror” û got:“Divê pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka terorê neyê dîtin. Pirsgirêk ne tenê di navbera Kurdan û dewletê de ye. Bandor li tevahiya civakê kiriye. Lewma ev pirsgirêk divê tenê wek pirsgirêka terorê neyê dîtin. Ji ber vê jî divê teqez bi aştî û demokrasiyê çareser bibe. Her wiha tenê nayê wateya demokrastiyê. Bi kurtasî, bêyî aştî û demokrasiyê mimkin nîne ev pêvajo bi ser keve. Lê hêviyeke me heye. Ev pêvajo, yekser bi pêşengtiya dewletê, bi rêveberiya wê hate destpêkirin. Bi temamî dewlet birêve dibe. Dema mirov avantajên konjonktura navneteweyî digire dest, dikarim bibêjim ku tu aliyeke mirov reşbîn bike nîne.”
Divê bi demokrasiyê tacîdar be
Soyer, destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê biencam bibe divê zanîna civakî, piştevaniya civakî û aqilekî hevpar were avakirin û got:“Nexwe heke aştî di nava du lêvên kesekî de be, wê demê mimkine ku veguhere şer jî. Divê teqez bi demokrasiyê tacîdar bibe. Divê bi tevlibûn û piştevaniyeke mezin a welatiyan were domandin. Wê demê wê derbasî nifşên nû bibe û çavkaniyên welat ji bo refahê bên xerckirin. Ji bo serkeftina pêvajoyê Meclis girîng e lê bi tena serê xwe têr nake. Divê qehwexane û kolanên vî welatî jî li ser vê meseleyê biaxivin. Ev mesele, meseleya her kesî ye. Ne tenê ya xelkê Amed û Mêrdînê ye. Divê em fêm bikin ku meseleya me tevan e û dikare bi piştevaniyê were çareserkirin.”
MA/MELÎK ÇELÎK