Tecrîda heyî berdewam e
Çarşem 25 Hezîran 2025 - 03:05
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetmedarên Kurd da zanîn ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di zindanê de ye, tecrîda heyî berdewam e û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd, endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Hesekê Şêrîn Oso û hevserokê Lijneya Tanzîmî ya PYD’ê ya bajarê Hesekê Mihemed Eşref Elî di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînim” axivîn.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd bal kişand ser banga dîrokî ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku piştî banga dîrokî di nava Tirkiyeyê de xitimandina heyî wek destpêkekê çareser bû.
Ferhan Dawûd bal kişand ser hevdîtinên şandeya DEM Partiyê û malbatan a li girava Îmraliyê ya serdana Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku her çi qasî bi qismî pêşiya hin hevdîtinan hatibe vekirin jî hîna tecrîda heyî bi temamî li ser Rêber Abddullah Ocalan ranebûye. Ev jî dide diyarkirin ku hîna tecrîda heyî berdewam e.
Ferhan Dawûd diyar kir ku ger dewleta Tirk di gav avêtinê de samîmî be ku pirsgirêka herî bingehîn ya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê mafên azadî û wekheviyê çareser bike, lazime ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re yekser hevdîtin pêk bê gavên pêwîst biavêje.
Endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Hesekê Şêrîn Oso destnîşan kir ku dewleta Tirk li gorî merhaleya heyî nêz nabe û diyar kir ku ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk werin çavên hemû beşên civakê li girava Îmraliyê ne.
Hevserokê Lijneya Tanzîmî ya PYD’ê ya bajarê Hesekê Mihemed Eşref Elî jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e di zindanê de ye û diyar kir ku her çi qas di milê fizîkî de ji wan dûr ketiye lê di milê fikir û felsefeyê de di mêjî û dilê wan de ye.
ANHA/HESEKÊ/BAZ MORDEM