Kulavê hêvî yê

Nûçeyên Forum —

Duşem 12 Cotmeh 2026 - 06:30

  • Û her kesî hêvî di kuncikên dilê xwe de vedişartin. Tenê bi dizîka li ser zimanê hozanan digerandin. Em di bin kulavê Medî de, li pey parastina ji zemhelîkê bûn…

OSMAN KAPAN

Dema ku zemhelîlên tofanî,dibûne kêrên Kîrmanşahî û li ser dlê me diketin,

Kulên heft serî,li ser dilan şax vedidan,hine li ser destê bûkan hişk dibû

Xortên nû tilmizî,simbêlên qeytan ji rojên pêş re şeh dikirin

Zarok di derguşan de,ji tirsa radiketin û di bêdengiya tirsê de kenê xwe dihiştin,ji dema bê re,

Ken hemû nîv şikestî bûn li ser lêvan,

Şevên tarî,di tirsa mirinê de,dahat li benda nûçiran bû,

Dil kêvroşk bûn,lê didan û hey lê didan,xwîna sor diherikî li ser enîya tirsê!

Di warê sed û bîst û çar pêxemberan de,bê bawerî li lutkeyê bû

Û her kesî hêvî di kuncikên dilê xwe de vedişartin

Tenê bi dizîka li ser zimanê hozanan digerandin

Em di bin kulavê Medî de, li pey parastina ji zemhelîkê bûn…

 

Carina em li xwe digeriyan,di tarîderyan de,carina xwe di bin kulavê hêvî yê li benda hêviyên şikestî bûn

Bi tîrêjên Cemşîd germ dikirin dahata qerisî

Gel li benda kawayên hemdem bûn,li şunwarên di ricfa tirsê,hêviyên cemed de

Hin ciwanên bi  çîrokên bê dahat, pêşeroja  mifte kirî

Li çiraya Cemşîdî digeriyan di deryayên tirsa bê binî de…

 

Ew li ronahîya dahat û pêşeroja xwe û gel û gelê xwe digeriyan,

Bi hêvî bi bûn û xwe bi tîrêjên Cemşîdî ronî kiribûn li gurzê kawa yî

Zîn û berzîn dikirin hespê Riztem ê kurê Zal

Cil û bergên Bedirxanî,Simko,Seyîd Riza,Şêx Seîdê Pîranî… li xwe dikirin

Ew rêwî yê dahatê,çiraya hêvî yê,tola hemû têkçûyîn û tisa cemed bûn…

 

Lê hinek di kuncika tirsa xwe de di ricifîn

Şûrê nebûn û bê hêvî yê tuj dikirin, ji bona nebûnê tirs bi melhêbê ber ba dikirin

Pif dikirin çirayên nû vêketî ,xwe di tarî yê de vedişartin

Hebûn a wan li riknê tirsê bû,ew  di dêran…

 

Roj hat,karwanê hêviyê mezin bû,ji xwe mezintir

Li xwe vegeriyan kişwerên sar,kulîlk xemilîn

Çira ya Cemşîdî her diçû gur dibû,dil aram,xof belav dibû,xwebûn li warê ji xwe biyanî şîn bûbû

Yên kuncikên tariyê,dîsa xwe dane hêla din,

Ew hêl bû sifreya bi don,donê zarokên berxwedêr,zarokên nû tilmizî

Keçên bedew,xortên qeşeng

Wan parî lê dixisit ha lê dixist,lewra domahiya ehrîmanan bûn

 

Îro roj jî,hemanin,li benda mirinanin,da bi xwînê bijîn,êrîşkarin ji bona donê sifra wan qediya

“ Kurdên gewre ne” li ser klavîyê!

“ Şêr in,şêrgele ne” lê revokin ji qada şer,tenê li ser sifrê “şêr in,şêrgelene!”

 

Li kuçeyên Amedê zarok bi wan di kenin û dibêjin: “De here tirrro…”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.