Ji înkar û îmhayê veger ne lutf e

Nûçeyên Forum —

Sêşem 6 Cotmeh 2026 - 07:00

  • Têkiliya dîrokî ya di navbera dewletê û civaka kurd de, yek ji mijarên herî sereke ye ku pêşeroja demokratîk a herêmê diyarde dike. Şîrovekirina rast a vê peywendiyê û analîzkirina bingehên qeyrana heyî, tenê bi vekolîna veguhêstina ji paradigmaya "şirîkatiyê" ber bi polîtîkayên "yekperest û înkarê" ve pêkan e.

 MEHMET ŞAHÎN

Di pêvajoya Şerê Azadiyê de (1919-1923), tifaqa di navbera Kurd û Tirkan de li ser bingeha wekhevî, xwişk û biratî û parastina azadiyê hatibû sazkirin. Destûra Bingehîn (Makezagon) a sala 1921’ê de ji ber cewherê xwe yê piralî û neasayî, xweserî ya civaka kurd hatibû qebûlkirin. Di wê serdemê de peyama sereke avakirina komareke hevpar û nûjen bû.

Piştî Peymana Lozanê (1923) hat destnîşekirin û hebûna komara nû di qada navneteweyî de hat qebûlkirin di Makezagona 1924’an de ev peymana civakî hat guherandin. Di vê peymanê de nasnameya dewletê li ser yekzimanî, yeketnîsîte û çandeke yekdest hat avakirin. Hebûn, ziman û mafên çandî yên kurdan di asteke destûrî de hatin redkirin. Guherîna hiqûqî ya di sala 1924’an de bû destpêka pêvajoyeke dirêj a bişaftin û pişta xwe danîna li ser polîtîkayên ewlehiyê.

Berxwedana Tevgera Azadiya Kurd a nêzî 50 salî û hemû serhildanên sedsala borî, ne sedema qeyranê ne, rasterast encamên polîtîkaya înkar û qirkirina çandî ne. Ev berxwedan ne ji xwe berê derketine holê, berteka neçarî ya gelê kurd ê li hember polîtîkaya ku hebûn, ziman û azadiya wî tune dihesibîne.

Siyaseta ku hebûna nasnameyekê tune dihesibîne, bi xwe re berxwedanê diafirîne. Karesata herî mezin a dewletê ew bû ku di dewsa çareserkirina siyasî û hiqûqî de, hebûn û daxwazên rewa yên gelê kurd wek "pirsgirêka ewlehiyê" an "terorê" pênase kir û hemû riyên diyalogê girtin. Ev feraseta ku encam û sedemê tevlîhev dike, hişt ku tixûbên qeyranê berfirehtir bibin.

Pêvajoya dîrokî û siyasî ya di navbera dewletê û civaka kurd de nîşan dide ku pirsgirêk ne di encaman de, di sedeman de dest pê dike. Ev zencîra qeyranê bi polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê dest pê kir. Gava ku hebûn, ziman û nasnameya gelê kurd hat redkirin, di destpêkê de şikestina mafên destûrî pêk hat û peymana civakî ya hevpar hat binpêkirin. Ev valahiya hiqûqî û mafwerî dewlet ber bi tepeskirin û polîtîkaya ewlehiyê ve bir, ku di encamê de daxwazên siyasî û mirovî tenê di çarçoveya "ewlehiyê" de hatin dîtin. Lê belê, ev zext û tepeskirin nebû rêgir, berevajî bertek û tora berxwedanê kûrtir kir, di dawiyê de ev zencîr gihîşt merheleyeke ku tê de berxwedan û mafparêzî wek encameke sirûştî û neçarî ya vê polîtîkaya înkarê derket holê.

Paradoksa dewletê ya herî mezin mafên ku sed sal in xesp kirine û bûne sedema trajediyên mezin niha dayina wan mafan weke "lutfê" dibine û bi şertan ve girê dide. Lewre, di nîqaşên nûjen ên siyasî de, astengiya herî mezin feraseta dewletê ya li hember mafên bingehîn e. Pêvajoyên heyî de dewlet pirsgirêkê bi şert û mercên çekberdan an jî teslîmbûnê ve girê dide. Ev nêzîkatî du şaşiyên sereke yên paradoksî di nav xwe de dihewîne.

Nasname, zimanê dayikê, temsîliyeta siyasî û xwerêvebirin mafên xwezayî û gerdûnî yên her civakê ne. Ev ne fezîlet an diyariyeke ku dewlet bi kêfa xwe bide an bistîne.

Heke berxwedan encama înkarê be, beriya daxwaza çekdanînê divê xala esasî rakirina înkarê be. Rakirina înkarê  rakirina sedema bingehîn a pirsgirêkê ye. Rakirina şertên neheqiyê berpirsiyariya hiqûqî û exlaqî ya dewletê ye.

Riya çareseriyê, demokratîkbûyîn û lêborîna dîrokî ye. Ji bo ku ev qeyran bi dawî bibe û aştî bi cih bibe, divê gavên stratejîk bên avêtin û pênaseyên siyasî bên kirin.

Çawa ku civakên pêşketî ji ber xeletiyên berê yên dewletê facîayên siyasî dipejirînin, divê dewlet jî polîtîkayên înkarê yên sedsalekê qebûl bike û lêborîneke fermî û exlaqî ji civaka kurd bixwaze.

Zimanê dayikê, mafên çandî û birêvebirina herêmî/herêmî-demokratîk divê di Makezagonê de wek mafên bingehîn û bêtartîb bên parastin. Sazkirina Makezagona Demokratîk pêk were.

Divê zimanê siyaseta dewletê biguher e. Guherîna zimanê dewletê ji zimanê mîlîtarîst ber bi zimanê hiqûqî û diyalogê ve, bingeha ewlehiya navxweyî ye.

Wekî encam;

Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka "şert û mercan" e. Pirsgirêka wekhevî, edalet û demokrasiyê ye. Heta ku dewlet dest ji dîtina mafên demokratîk wek "lutf" bernede û heta ku rola xwe ya di afirandina vê qeyranê de nepejirîne, çareseriyeke mayînde û mirovî pêkan nabe. Şirîkatiya berê ku di avakirina komarê de hebû, tenê bi naskirina mafên wekhev û demokratîk dikare di sedsala nû de ji nû ve bibe bingeha jiyaneke hevpar.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.