Hêviya hevpar a mirovahiyê

Nûçeyên Forum —

Çarşem 7 Cotmeh 2026 - 09:30

  • Hin peyv hene ku dema tên gotin, tenê ne wateyeke yekane, daxwazên hevpar ên mirovahiyê jî di nav xwe de dihewînin. Aştî yek ji wan peyvan e. Di nava xwe de kenê zarokan, duayên dayikan, bêdengiya pîr û kalan, hêviyên ciwanan ên ji bo pêşerojê û wijdanê hevpar ê mirovahiyê dihewîne.

 

ADAR JIYAN                                                                                                       

Di têkiliyên mirovan de çawaniya ku mirov lê digere belê herî zêde derdibire yek jê jidilî ye.  Jidilî hîmê lihevhatina mirov a bi xwe re ye. Ev rastîniyeke wisa ye ku bi çavan nayê dîtin û bi destan nayê zevtkirin bêlê gava ku tê hisandin dilê mirov hênik dike. Jidilî; ji tiştê ku em çi dibêjin bêtir, bi tiştê ku em çawa dibêjin re têkildar e. Tiştê ku em gelek caran behsa wê dikin, lihevhatin û aştî ye.  Daxwaza aştiyê tenê ne pêdiviyek e; her wiha pirseke kûr e ku mirtovahî ji xwe dike: "Tevî ewqas êş û azarê, gelo em hê jî fêr nebûne ka çawa aştiyê ava bikin?" Di dirêjahiya dîrokê de, mirovan sînor xêz kirine, artêş ava kirine û çek hilberandine; wan kesên ji xwe cuda wekî "yê din" bi nav kirine. Lê belê, piştî her şerî rastiyeke neguherbar maye: yên ku jiyana xwe ji dest dane, her tim mirov bûne. Zimanê şer bi deng e, lê zimanê aştiyê bêdeng e... Şer bajaran wêran dike; aştî wêraniyên di nava giyanê mirovan de çêdike. Şer pêlîstokan ji destê zarokan distîne; aştî pêşeroja wan vedigerîne.

Zarokekî ku ji tirsê li ser erdê xwe pêçaye û xwe veşartiye, ji bo mirovahiyê şermeke mezin e. Dayikeke ku ji bo zarokê xwe digirî, rastiyeke ji her sirûdeke serkeftinê bi hêztir e. Çimkî ti ax ji jiyana mirovekî biqîmettir nîne û ti hesabeke siyasî jî ji kenê zarokekî bihatir nîne. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî ew e ku dadmendî dengê xwe bibîne. Aştî bêdengkirina cudakariyê ye. Aştî hilweşandina dîwarên pêşdaraziyê ye. Aştî ew e ku mirovên ji me cuda, ne wekî dijmin, lê wekî mirovên hevrêyên xwe bibîne. Aştiya rastîn di dilê kesê bi xwe de dest pê dike. Heya ku em nikaribin nefret, hêrs û pêşdaraziyên di hundirê xwe de bêdeng bikin, ne pêkan e ku em aştiyê bînin cîhanê; çimkî tovên şerên derve pir caran ji tariya hundirê me şîn tên. Lewma, aştî ne tenê berpirsiyariya dewlet, siyasetmedar an saziyan e. Aştî pêdiviyeke exlaqî ye ku divê her yek ji me di jiyana xwe ya rojane de ji nû ve ava bike.

Carinan, aşitî bi guhdarîkirina hevdu dest pê dike. Bi hewldana têgihiştina êşa kesekî din... Bi rawestana li dijî neheqiyê... Bi dijderketina li wan gotinên ku kesên din wekî dijmin nîşan didin... Û ya herî girîng, bi bîranîna vê yekê ku ew kesê li hemberî me jî, wekî me mirovek e... Tişta ku cîhan hewce dike ne dîwarên bilindtir, lê pirekên xurttir in. Ne artêşên mezintir, lê wijdanên mezintir in. Çimkî mirovahiyê bi rêya teknolojiyê di biçûkkirina cîhanê de serkeftin bi dest xistiye, lê hêj nekariye valahiya di navbera dilan de bi têra xwe kêm bike. Bila 1ê Îlonê careke din vê yekê bîne bîra me: Aşitî ne xewnek e ku were paşxistin. Aşitî sedema sereke ya hebûna mirovahiyê ye. Bi hêviya ku em ji bo nifşên pêşerojê, li şûna dîroka şeran, çîrokeke aşitiyê bihêlin... Ji bo hemû zarokên cîhanê: cîhaneke dûr ji dengê guleyan û bê tirs — cîhaneke ku tê de dadperwerî û azadî serdest bin û mirov li hevdu wekî xwişk û bira binêrin... Çimkî aşitî ne tenê nebûna şer e; ew hebûna mirovahiyê ye. Bila dengê aşitiyê ji dengê şer bilindtir derkeve. Bila evîn li ser kînê bi ser bikeve. Bila mirovahî, radestî wijdanê xwe bibe û bi xwezayê re li hev were..

Aştî tenê ne rawestandina şer e. Aştî cîhanek e ku tê de mirov ne dijminên hev in, cudahî ne wekî sedema dabeşbûnê, lê wekî çavkaniyek dewlemendiyê têne dîtin û zarok ne bi tirsê, lê bi hêviyê mezin dibin. Lê Îlonê, yanî Roja Aştiyê ya Cîhanî, ji bo mirovahiyê derfeteke girîng e ku êşên ji ber şer çêbûne bi bîr bîne û careke din li ser nirxê aştiyê bifikire. Çimkî dîrokê nîşanî me daye ku di şer de serkeftî tune ne; tiştên ku piştî şer dimînin, bi piranî bajarên wêrankirî, jiyanên nîvco mayî, dayikên bi şîn û zarokên ku paşeroja wan hatiye tarîkirin in. Lêbelê, tişta ku mirovahî bi rastî hewcedarê wê ye, ne zêdetir çek, lê belê zêdetir wijdan, dadwerî, têgihiştin û piştevaniyê ye.

Aştî nikare tenê bi rêya peymanên ku ji aliyê dewletan ve têne îmzekirin, were pêkanîn. Aştiya rastîn di nava kesê/a takekes de dest pê dike. Ji bo kesekî ku nikare serî li hember hêrs, pêşdarazî û dijminatiya xwe ya hundirîn derkeve, ne hêsan e ku aştiyê bîne cîhanê. Lewma, divê aştî pêşî di dilên me de, piştre li malên me, kolanên me, civaka me û di dawiyê de jî li cîhanê, kûrahiya xwe çêbike. Ziman, çand, bawerî û ramanên cihêreng ne çavkaniyên dabeşbûnê ne ji bo mirovahiyê, belkî dewlemendiyên hevpar in. Ne hewce ye ku em hemû wek hev bin; divê em rêzê li hev bigirin. Çimkî aştî ne jiholêrakirina cudahiyan e, lê ew fezîleta bi hev re jiyînê ye tevî hebûna wan cudahiyan. Îro, di demekê de ku şer, pevçûn û êş li gelek deverên cîhanê berdewam dikin, peyama 1ê Îlonê girîngiyeke hê mezintir hildigire: Tu hesabekî siyasî, sînor, berjewendiyeke taybet an îdeolojiyek, ji jiyana mirovan biqîmettir nîne.

Aştî ew mîrateya herî mezin e ku em dikarin ji nifşên pêşerojê re bihêlin. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em cîhanekê ava bikin ku tê de zarokên me dengê çûkan nas bikin ne yê balafirên şer, dengê kenê bibihîzin ne yê sirenên hişyariyê û hêviyê hîs bikin ne tirsê. Bila em ji bîr nekin: Aştî ne tenê daxwazek e, lê mijareke îradeyê ye; ne tenê peyvek e, lê şêwazeke jiyanê ye. Daxwaza me ew e ku li cîhanê, aştiyek mayînde pêk were ku  tê de hemû zarok di nava ewlehiyê de mezin bibin, mirov li ser bingeha nasname an cudahiyên xwe neyên dûrxistin û dadwerî û azadî serdest bin. Çimkî zimanê hevpar ê mirovahiyê zelal e: Şer wêran dike, lê aştî jiyanê diparêze. Nefret mirovan ji hev vediqetîne, lê hezkirin wan digihîne hev. Û li cihê ku aştî lê hebe, mirovahî careke din bêhna xwe vedide.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.