Divê tavilê bên berdan
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 02:45

Roja 12ê Kanûnê li bajarê Meşhedê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî jî di nav de, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin. Herwiha hêzên Îtlaeta Îranê 4 welatiyên Kurd li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bêyî fermana dadwer binçav kirin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Li dijî binçavkirin û zextên rejîmê, 20 çalakvanên mafên mirovan yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê tavilê kesên hatine binçavkirin werin berdan û hate gotin:“Binçavkirina çalakvanan û bikaranîna tundiyê beşeke ji siyaseta sinordarkirina civaka sivîl û bêdengkirina wan dengên ku daxwaza maf, rûmeta mirovan û aştiyê dikin e.”
NAVENDA NÛÇEYAN















