Êrîşên li Rojava li dij pêvajoyê ne

În 30 Çile 2026 - 03:50

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava pêvajoyê sabote dikin û ev rewş wek komployeke navnetewî nirxand.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, di bernameyeke taybet a li ser Medya Haber TV'yê de axivî û got ku yek ji nîşanên herî zelal ên astengbûna pêvajoyê êrîşên li ser Rojava ne. Mustafa Karasu got ku êrîşên ji Şêxmeqsûdê destpê kirin û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûne, tê wateya “sabotekirina pêvajoyê” û “xitimandina pêvajoyê”.

Nirxandinên Mustafa Karasu wiha ne:

Di ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re 11 meh derbas bûn ku 27'ê Sibata 2025'an de kir. Ne demeke hindik e. Beriya wê jî heye. Beriya wê Bahçelî bang kir, Rêber Apo jî anî ziman ku ew dikare pêvajoya şer a 50 salî, ya 100 salî bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî. Di vê mijarê de bi rastî jî gavên radîkal avêt, da avêtin. Bi banga Rêber Apo re me biryarên girîng da, gavên girîng avêt. PKK fesix bû, li hemberî Tirkiyeyê me têkoşîna çekdarî rawestand. Ji bo pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re di çarçoveya rêyên maqûl de bêne çareserkirin me hewl dan. Gelê me jî piştgirî da vê bangê. Me jî ji bo serketina vê bangê, hem ji bo afirandina raya giştî ya Kurd hem jî bi helwest û nêzîkatiya xwe me bersiveke erênî dan. Piştre çek hatin şewitandin, her wiha heval ji Bakur hatin. Wan jî daxuyanî dan. Bi vî rengî me berpirsyariya xwe di asteke mezin de bi cih anîn. Meclîs îdîa dike ku îradeya civaka Tirkiyeyê temsîl dike, bi navê civakê biryaran werdigire, qanûnan diafirîne, destûra bingehîn çêdike. Destwerdana komîsyona meclîsê li pirsgirêka Kurd girîng bû. Lê belê ji wir jî encamek derneket holê.

Niha di ser de êriş li ser Rojava tê kirin. Êrişa li ser Şêxmeqsûd, piştre li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, niha jî li ser tevahiya herêmên Kurdan êriş tê kirin. Ev bi serê xwe nêzîkatiyeke ne cidî ya li hemberî pêvajoyê ye. Sabotekirina pêvajoyê ye, xitimandina pêvajoyê ye. Ev tê vê wateyê. Ji xwe her kes dibêje; Li Sûriyeyê bi dijminatiya li Kurdan re wê li hundir çawa aştî pêk were? Vê dibêjin. Lewma nêzîkatiya li Rojava dibe sedema fikaran ku wê pêvajo ji niha û pê ve çawa be.

Beriya her tiştî Ziyad Heleb û Denîz Çiya yên li Şêxmeqsûdê şehîd bûn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha salvegera 11'emîn a berxwedana Rojava ye. Hevrê Gelhat û Arîn Mîrkan ên li wir şehîd bûn, bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Bûyera Şêxmeqsûd ne bûyera êrişa li ser bajarekî ji rêzê ye. Bi rastî jî komployeke navneteweyî heye. Di 4'ê Çileyê çûn Şamê ji bo hevdîtinê. Li ber lihevkirinê bû. Perspektîfa Rêbertî jî li ser Rojava hebû. Lihevkirinek çêbû bû, wê daxuyanî bihata dayin. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê tê destwerdanê dike. Dibêje 'Em daxuyaniyê nedin, piştre dikarin kom bibin'. Hemû lîstik bû bêguman. Di 4'ê Çileyê de ew bû. Di 5'ê Çileyê de li Parîsê civîn tê lidarxistin. Civîna li Parîsê çi ye? Di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Fransayê de, Îsraîl jî ji xwe di nav de ye, Sûriye û Îsraîl hevdîtinê dikin. Di çapemeniyê de eşkere bû bê hevdîtin çi bû. Başûrê Sûriyeyê, girên Golan ev ji Îsraîlê re hatin hiştin. Di berdêla vê de ji Rêberiya Şamê û Tirkiyeyê re erêkirin hate dayin ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişî Rêveberiya Xweser bikin. Bûyera Şêxmeqsûdê destpêkirina komployeke bi vî rengî ye. Ne bûyereke bi serê xwe ye. Piştî Şêxmeqsûdê êriş li ser qadên li rojavayê Firatê hate kirin, piştre li hemû herêman êriş hate kirin. Ev rastî balê dikişîne ser komployeke navneteweyî. Di komploya navneteweyî de rolek ji Tirkiye û Şamê re hate dayin, Şam û Tirkiyeyê di çarçoveya berjewendiyên navneteweyî de hin daxwaz qebûl kir, li ser bingeha qebûlkirina van daxwazan erêkirineke bi vî rengî dan Tirkiye û Şamê. Bi vî rengî lihevkirinek, têkiliyeke qirêj e. Divê vê bibêjim. Dema ku şer tê nirxandin, divê aliyên wê yên herêmî û navneteweyî bê dîtin. Di çarçoveya kîjan berjewendiyan de ev êriş hate kirin, divê em bi vê baş zanibin. Li gorî wê nêzîkatiyeke polîtîk û helwestê nîşan bidin. Eger em bi vê rastiyê nizanibin, em ê nikaribin têkoşînê jî li gorî wê bimeşînin. Lewma divê weke komployeke navneteweyî bê dîtin.

Niha li Rojava berxwedanek heye, berxwedana leşkerî heye. Ne tenê ya hêzên leşkerî, berxwedana gel heye. Bi berxwedana hêzên leşkerî bi tenê encam bi dest nakeve. Em tevgereke gel in, em têkoşîna azadiyê ya gelekî dimeşînin. Têkoşîna azadiyê ya gelekî tenê bi têkoşîna bi gel re dikare encamê bi xwe re bîne. Lewma li Kobanê, li herêmên din yekbûna gel a bi şervanan re, têkoşîna bi wan re girîng e. Ev yek ji bo hemû şerên azadiyê derbas dibe. Ne tenê ji bo Rojava. Ji bo hemû parçeyên Kurdistanê derbas dibe. Li her derê tenê bi têkoşîneke ji gel encam dikare bê bidestxistin. Tenê bi berxwedan û têkoşîna hêzên leşkerî zehmet e ku encam bê bidestxistin. Lewma gelê me yê li Rojava bi rastî jî fedakariyeke mezin nîşan dide, li gel hemû zor û zehmetiyan li wir li ber xwe dide. Rabûna gelê Kurd a li her derê pir pir girîng e. Ev pir girîng e.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.