Rojavayê Kurdistanê li berxwe dide

În 23 Çile 2026 - 03:42

ROZA METÎNA / AMED

Mehmet Kamaç têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ew êrîşî sivîlan dikin, sazî û nirxên ku divê di şer de qet dest nedên, dikin hedef û wiha got:"Niha li Rojavayê Kurdistanê bi berxwedan û seferberiya gel berxwedan dewam dike. Gelê me pir baş dizane ku berxwedan tenê rêya li dijî vê hovîtiyê ye. Ev zîhniyeta hovane rêbazên xwe yên hovane wekî amûrek tirsandinê jî bi kar tîne."

Êrişên çeteyên HTŞ'ê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Gelê Kurd li her aliyên Kurdistan û cîhanê li dij êrişan li ser piyan e. Li hember êriş û bêdengiya qada navneteweyî dirûşma "Bijî Şoreşa Rojava" berz dikin. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç têkildarî mijarê nirxandin kir. Mehmet Kamaç diyar kir ku êriş bi erêkirina hin aktorên cîhanî hatiye kirin û wiha got:"Bê guman, ne tesaduf e ku ev êrîş yekser piştî Peymana Parîsê, an jî di heman rojê de bi Peymana Parîsê pêk hat. Êrîşa li ser du taxên Helebê piştî peymanekê ku bi bandor herêmek deh qat ji tevahiya bajêr mezintir radestî Îsraîlê kir, gelek pirsan derdixe holê. Xuya dike ku êrîşek bi erêkirina hin aktorên cîhanî hatiye kirin."

Dixwazin Sûriyeyê ji nû de ava bikin

Mehmet Kamaç da zanîn çeteyên HTŞ'ê prensîbên mirovî paşguh dikin û wiha got:" Pêwîst e ku Sûriye di vê serdema nezelaliyê de baş were analîzkirin. Piştî hilweşîna rejîma dîktatorî, çeteyek hovane desthilatdarî girtiye ser xwe. Rejîmek çêkirî ya bi destan hat hilbijartin ku bi piranî amûrek hin hêzên cîhanî û herêmî ye. Gava ku derfet tê dayîn hemû prensîbên mirovî û sivîl paşguh dike. Ev rejîmek ji dîktatoriyê wêdetir e, ji bilî ya xwe, li hember her cudahiyek din bêtehamul e û heta mafê jiyanê jî înkar dike. Berê jî wan êrîşên bi vî rengî li dijî hem Durzî û hem jî Elewiyan pêk anîne, bi hezaran kes kuştine. Li Helebê, komkujî û koçberkirina Kurdan ket meriyetê. Her wiha piştre êriş birin ser Dêr Hafir, Reqa, Dêrazorê. Berxwedana Kurdan, pêşî li qirkirinek girseyî girt. Ev êrîş her wiha nîşan dide ku ji niha û pê ve çawa tê xwestin ku Sûriye ji nû ve were avakirin."

Rojavayê Kurdistanê li berxwe dide

Mehmet Kamaç bal bir ser êrişa li dijî qadên jiyanî û berxwedana li dijî vê yekê ya Gelê Kurd. Mehmet Kamaç wiha got:"Em bi hovîtiyeke wisa re rû bi rû ne ku ew ne qanûn û ne jî exlaqê şer nas dikin. Ew êrîşî sivîlan dikin, sazî û nirxên ku divê di şer de qet dest nedên, dikin hedef. Ew nexweşxaneyan bombebaran dikin, birîndarên ku li wir têne dermankirin dikujin. Zîhniyeteke wisa lanetkirî heye. Lê tevî her tiştî, hêzeke ewlehiyê ya ji 300-400 kesan û raya giştî li dijî vê zîhniyeta hovane berxwedaneke xurt nîşan dane. Niha li Rojavayê Kurdistanê bi berxwedan û seferberiya gel ev berxwedan dewam dike. Gelê me pir baş dizane ku berxwedan tenê rêya li dijî vê hovîtiyê ye. Ev zîhniyeta hovane rêbazên xwe yên hovane wekî amûrek tirsandinê jî bi kar tîne."

Bandorek neyînî li pêvajoyê dike

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku êrişa li dijî Rojava bandoreke neyînî li pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" dike û wiha pê de çû:"Bê guman, pêvajoya dewam a li Tirkiyeyê girîng e. Lê divê her kes ji nirx û girîngiya wê haydar be. Encamên erênî tenê bi balkişandina ser hesasiyetên hevbeş dikarin werin bidestxistin. Li Tirkiyeyê ji aliyekî dibêjin aştî lê ji aliyekî jî êrişî kurdên li Sûriyeyê dikin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Ev nakokiyek mezin e. Divê her kes şert û mercên serkeftina vê pêvajoyê biafirîne. Ger pêvajo têk biçe, her kes dê li gorî tiştê ku xwediyê wê ye pir winda bike."

Zimanê medyaya alîgir

Mehmet Kamaç di heman demê de bal bir ser zimanê medyaya tirk û wiha dewam kir:"Li Tirkiyeyê, zimanê medyayê ji aliyê dewletê, ji aliyê hêza serdest ve tê destnîşankirin. Zimanê ku tê bikaranîn, derbirîna derveyî ya nêzîkatiya li hember Kurdên Sûriyeyê ye. Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê bi înkarkirina Kurdan ve tê biteşekirin. Sûriyeyek bê Kurd mihwera sereke ya siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê pêk tîne. Tirkiye razî dibe ku nîvê Sûriyeyê bide Îsraîlê, lê  hebûna Kurdan li Sûriyeyê qebûl neke. Ev nêzîkatiya siyasî ye, zimanê ku çapemeniya Tirkiyeyê bi kar tîne, ev e."

Wê têkoşîna Denîz Çiya zindî be

Mehmet Kamaç bal bir ser avêtina Denîz Çiya ya ji avahiyekê û wiha got:"Dîmenên avêtina jinekê yê ji avahiyekê, nîşaneya hêrsa vê zîhniyeta hov e. Ev hêrsa têkçûyina li dijî jinên kurd e. Van çeteyên dewamiya DAIŞ'ê ne, têkçûnên xwe yên berê ji bîr nekirine. Wan qet nexwestin, rola ku jinan di wê têkçûna wan de lîstine, qebûl bikin. Bi taybetî muameleya li hember jinekê û belavkirina wêneyên vê muameleyê, nîşaneya vê yekê ye. Lê belê wê têkoşîna Denîz Çiya her tim zindî be."

Kurd tên koçberkirin

Mehmet Kamaç da zanîn bi êrişan kurd ji cihê xwe tên koçberkirin û wiha dewam kir:"Dîroka Kurdan tijî polîtîkayên koçberkirin û asîmîlasyonê ye. Ev siyaseta herî bingehîn e ku Kurd li her çar beşên Kurdistanê di seranserê dîrokê de pê rû bi rû mane. Armanc jêbirina bîra dîrokî ya Kurdan, têkbirina tevna wan a sosyolojîk û dûrxistina wan a ji axa wan û heta ji xwe jî ye. Li Sûriyeyê, di heyamek 15 salan de, hema hema %50'ê Kurdên Sûriyeyê ji axa xwe hatine koçberkirin. Dema ku civak ji axa xwe têne koçberkirin, rehên wan jî têne koçberkirin. Ev eksena sereke ya siyaseta li hember Kurdên li Sûriyeyê pêk tîne. Yek ji armancên sereke yên êrîşa dawî ya Helebê û li Rojava ev e. Armanca sereke ya vê siyasetê Sûriyeyek bê Kurd e."

Armanc destkeftiyên herêmê ne

Mehmet Kamaç da zanîn armanca êrişan ji aliyekî jî destkeftiyên bi salan e û wiha got:"Dema êrîşê tam bi danûstandinên dawî yên ji bo bicîhanîna peymana 10'ê Adarê re hevdem e. Ev jî nîşan dide ku hedef ne tenê du tax bûn lê belê peymanên 10'ê Adarê û 1'ê Nîsanê bûn. Her wiha di encamê de, destkeftiyên Herêma Xweser a Rojava bûn. Ev êrîş bi bandor peymana 1'ê Nîsanê ya ku berê bi QSD'ê re hatibû çêkirin pûç dike. Ev nîşan dide ku hevsengî û têkilî li Sûriyeyê dikarin di cih de biguherin. Her kesî ev rastî dîtiye û bê guman QSD jî ji vê yekê haydar e."

Rola aktorên cîhanî heye

Mehmet Kamaç diyar kir ku êriş bi erêkirina hin aktorên cîhanî hatiye kirin û wiha bi dawî kir:"Bê guman, ne tesaduf e ku ev êrîş yekser piştî Peymana Parîsê, an jî di heman rojê de bi Peymana Parîsê pêk hat. Êrîşa li ser du taxên Helebê piştî peymanekê ku bi bandor herêmek deh qat ji tevahiya bajêr mezintir radestî Îsraîlê kir, gelek pirsan derdixe holê. Xuya dike ku êrîşek bi erêkirina hin aktorên cîhanî hatiye kirin. Rola aktorên cîhanî heye. Û daxuyaniyên Wezîrên Parastin û Karên Derve yên Tirkiyeyê bi zelalî eşkere dikin ka kî planker û piştgtevanê vê êrîşê ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.