- Ew bîşeng in û guliyên xwe ber bi jêr ber didin. Ji welatê xwe re dibin sî, ji xelkê xwe re dibin rehên kûr ên jiyanê. Gerîla eynikeke xweşik û rasteqîn ya vê axê ye. Her ku em ketin tengasiyê divê mirov li wê eynikê binihêre, ew eynika ku mişt heqîqet e.
ARDÎN DÎREN
Em bi wan hene û em ê her bi wan hebin. Ev axa mirî bi wan şên bû. Ev xwezaya rizî bi wan geş bû. Destên wan û dilê wan hene, çavê wan û awirên wan jî. Pirr xweşik in. Çiya bi saya wan hatin ziman, gelî û newal bi wan coştir bûn. Hinek ji wan zû hinek ji wan dereng xwe digihînin çiyayan. Hinek ji wan zû xatir ji çiyayan dixwazin û hinek jî dereng. Lê ji bo yên mayî her çûyîna gerîlayekî “zû” ye û bi her çûyinekê êşek li ser dilê mirov diseride, êşeke ku zû bi zû nakewe û her weke birîneke nekewiyayî dimîne bi mirovî re. Ken û berxwedana wan dimîne ji me re. Û hevaltiya wan; ew hevaltiya ku cihê wê ti tişt nikare dagire.
Her wiha hin caran jî wêneyên wan dimînin weke Xelîl Dag jî gotî; “Jixwe, li pey gerîlayekî jî tenê fotograf dimînin. Û şoreş jî…yanî têkoşîn û berxwedana wî. Heger ev têkoşîna gerîla tine be, jixwe fotograf jî bê mane dibin.” Gava min wêneyê te yê bi ken dît û nûçeya şehadeta te xwend ew rojên me yên xweş ên li zanîngehê hatin bîra min. Wekî din ew wêneyên ku winda bûbûn di terkên zemên de. Erê wêne nîn bûn lê ew desmala sor ya ku te weke diyarî dabû min hîna jî li cem min e. Erê bîşenga deşta dûr…niha li wê desmala sor dinihêrim û te bibîrtînim. Çi rojên xweş bûn…dilê te ji bo çiya dipirpitî û rojek berî rojekê te dixwest tu biçî. Herî dawî me bihîst ku tu çûyî…xemgînî û kêfxweşî bi hev re bûn para me. Lê her ku me rûyê te yê bi ken didît li wargehên azad ên medyayê em bi te serbilind dibûn, têkoşîna te ya li wir kela canê me bêhtir radikir.
Em rêwî ne divê em bidin rê
Tê bîra min gava hinek heval digotin; “Kes namîne, heval tên li vir çend sal namînin û ber xwê didin çiyayên azad. Paşê valahî çêdibe û xebat nîvco dimînin…” Tu dibişirî û te wiha dibersivand; “Hewceye kes xwe bi kesî ve girê nede û zorê nede ku li vir bimîne. Em rêwî ne gava wextê me hat divê em bidin rê û herin…” Ji xwe piştî çend mehan jî tu winda bûyî û heta ku me xebera te girt. Di ser çûyina te re 15 sal buhirîn, gava min li wêneyê te yê bi ken nihêrî ew rojên zanîngehê, ew çalakiyên newrozê, ew meşên me yên ber bi taxên Eskîşehîrê ku em li malên Kurdan dibûn mêvan hemû hatin bîra min. Dê ew zeman venegerin lê ew ê bîranîn û serpêhatî her bimînin bi me re. Tu yê jî di wan bîranînan de bijî Bîşeng Brûsk, bîşenga deşta dûr, bîşenga ber çemên bi coş ên Kurdistanê.
Ew lat û zinar şahidê doza we ne
Erê Bîşengê, hûn li wan deştên dûr em li van bajarên xopan xezabên xwe mezin dikin li hember dagirkerên ku welatê me dagir kirine. Kerba dilê me ew ê her weke bahozê bimîne heta ku ev doz bi dawî dibe. Ev têkoşîn bi saya van bibîranînan be jî dê ti carî têk neçe û ew ê rojekê welatekî azad bibe para me jî. Ew lat, ew zinarên ku bûne şahidê doz û berxwedana we ew ê tim biaxivin û şopa lingên we biparêzin da ku nifşên siberojê karibin bidin pey van şopên we yên pîroz. Ji lewma navê we bûye notaya stranên serhildêr û li ser zimanan digere. Ji lewma we dîrok nivîsand ji nûve bi wê xwîna xwe ya zelal. Bi van hizran berê xwe didim wê stranê dîsa, strana “Bîşeng” ya Awazê Çiya;
“Biharê dil dabû botanê
Adarê bi kaniya hêviyê xwe pêçandibû
Li qada govenda evîndaran
Roj roja nivisandina çîrokekê nû bû
Roj roja berxwedana keça kurdan bû
Ji bo jiyaneke bi rûmet…”
*’Bîşenga Deşta Dûr’ navê pirtûkeke helbestan a Kawa Nemir e. Min ev hevok ji wir girtiye.